Ji bo gerîlayê HPG’ê Damkan konê sersaxiyê hate danîn

Ji bo gerîlayê HPG’ê Mehmet Emîn Dakman ku li di êrîşa li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bû, li Amedê konê sersaxiyê hat danîn.

Malbata gerîlayê HPG’ê Mehmet Emîn Dakman (Xelîl Dag) ku di sala 2017’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû ji bo Dakman li mala şînê ya Mûrterzan a li nevçeya Sûrê ya Amedê konê sersaxiyê danîn. Kon bi girseyî hat ziyaretkirin. Bi pêşengiya rêveber û endamên Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya Bi Malbatên di Dêrgûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Windakirine re (MEBYA-DER) de rêxistinên navend û navçeyan ên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Çep a Kesk, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û gelek welatiyan serdana şîna ku hatiye danîn kirin.

Şîn wê sê rojan bidome.