Leşkerên Tirk li Amedê bavê 3 zarokan qetil kir
Leşkeran li taxa bejahî ya Bistinê ya li navçeya Çermûkê bavê 3 zarokan Mîkaîl Ekîncî yê 28 salî qetil kirin.
Leşkeran li taxa bejahî ya Bistinê ya li navçeya Çermûkê bavê 3 zarokan Mîkaîl Ekîncî yê 28 salî qetil kirin.
Li navçeya Çermûk a Amedê leşkerên Tirk avêtin ser gundikê Gulabaxça yê gundê Bistinê û bavê 3 zarokan Mîkaîl Ekîncî yê 28 salî qetil kirin.
Leşkerên Tirk bi îdîaya ku 'biryara girtinê' heye avêtin ser gundikê ku malbata Ekîncî lê dima. Leşkeran deriyê mala Ekîncî şikandin û êşkence li ferdên malbatê kirin. Piştre jî Mîkaîl Ekîncî qetil kirin. Piştî otopsiyê cenazeyê Ekîncî li goristana gundik hate veşartin.