KONGRA-GEL 4'ê Nîsanê li hemû gelan pîroz kir

Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hemû gelan pîroz kir.

Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Em 74’emîn rojbûna Rêber Apo bi kêfxweşî û coşeke mezin pîroz dikin. Em 4’ê Nîsanê, rojbûna Kurdê azad, mirovê azad li hemû jin û gelan bi taybetî li gelên Kurdistanê pîroz dikin.”

Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Di 4’ê Nîsanê de; bûye rojbûna têkoşîna Kurdistanê ya ku modernîteya kapîtalîst hewl da wê têk bibe lê gelê me bi heqîqeta xwe bi vê têkoşînê re bû yek.

4’ê Nîsanê; bûye mîlada gelê ku hemû hêviya xwe winda kiribû û ber bi tinekirinê ve hatibû birin, bi hêza xwe ya li ser bingeha azadiyê vegere jiyanê.

4’ê Nîsanê; Rojbûna ramana ku tu carî bêçaretiyê qebûl nake û jiyana azad-wekhev û demokratîk li ser bingeha azadiya jinê fezîleta herî mezin dibîne.

Gelê me û dostên me 4'ê Nîsanê li her qada lê ne, bi coş û kelecan pîroz dikin. Di çarçoveya wate û girîngiya rojê de şitlên daran tên çandin û jiyana azad û jîngehê diparêzin.

Rêber Apo wê bibe 75 salî. Sala 2023’yan 100’emîn salvegera îtîfaqa Lozanê, peymana înkar û îmhayê ya li dijî gelê Kurd e û 50’emîn salvegera meşa azadiya Rêber Apo ye. Ji ber vê yekê ev sala ku em tê de ne hem ji bo gelê me û Tevgera Azadiyê û hem jî ji bo pergala dewleta înkar-qirkirinê pêvajoyek pir jiyanî ye.

Armanca hemû xebatên ku di vê pêvajoyê de hatine kirin û bên kirin ew e ku li ser esasê têkbirina faşîzma AKP-MHP’ê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger kirine. Êdî dem hatiye. Divê gelê me û dostên me li her derê xwe bi vê armancê ve girêbidin û bixebitin.

Em careke din rojbûna Rêber Apo ku weke rojbûna hemû dost û gelê xwe bi taybetî hevrêyên xwe yên jin bi dilgermî pîroz dikin û ji her kesî re serketinên mezin di vê têkoşîna pîroz de dixwazin ku bi awayekî fîzîkî karibin bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin."