Bi çekên qedexekirî êrîş birin ser çeperên berxwedanê

Artêşa Tirk a dagirker bi çekên qedexekirî êrîş bir ser çeperên berxwedanê yên li qada Sîdayê.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de ev agahî hatin dayin:

"Êrîşên bi çekên qedexekirî yên artêşa Tirk a dagirker;

15'ê Nîsanê çeperên me yên berxwedanê yên li Sîdayê carekê bi çekên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

15, 16 û 17'ê Nîsanê çeperên me yên berxwedanê yên li Girê Cûdî, Girê FM'ê, her wiha Geliyê Lolanê yê Xakurkê û qadên Çemço û Sîdayê 17 caran bi helîkopterên êrîşê, 53 caran jî bi tank, obus û çekên giran hatin bombekirin."