Agahiyên li ser nasnameya 3 gerîlayên şehîd hatin eşkerekirin

HPG'ê agahiyên li ser nasnameya 3 gerîlayên şehîd bûne eşkere kir û got, "Em sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên xwe yên şehîd û ji gelê Kurd ê welatparêz re dixwazin."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:

"Hêzên me li hemberî êrîşênd agirkeriyê yên dewleta Tirk ên ku 14'ê Nîsana 2022'an destpê kirin, bi ruhê fedaî li ber xwe dan, destanên berxwedanê yên dîrokî afirandin û kirin ku ev êrîş têk biçin. Yek ji çeperên girîng ên vê berxwedana dîrokî çepera berxwedanê ya Kela Çemço ya li Zapê ye. Artêşa Tirk 11 meh û 20 rojî, yanî 353 rojan bi çekên kîmyewî û qedexekirî, bi hemû defretên xwe bi hemû hêza xwe êrîşî çeperên me yên berxwedanê kir, lê belê tevî vê yekê jî nekarî çepera berxwedanê ya Kela Çemço bixîne. Berxwedêrên Kela Çemço bi rêbaza şer a xwe dispêre gerîlatiya tîm a pispor performanseke serketî nîşan dan û kirin ku dijmin zerareke mezin bide. Fermandariya me ya sewk-îdareyê ku ev berxwedan bi rê ve bir, biryar û talîmat da û li ser vê yekê berxwedêrên li vê derê 4'ê Nîsanê ji Kela Çemço çûn. Lê belê piştre di 7'ê Nîsanê de li qada berxwedanê ya Sacayê li qadê li dagirkeran rast hatin, di encama êrîşa artêşa Tirk de şer qewimî, 2 kesan xiyanet kirin, lê belê hevrêyê me Botan Goyî bi fedaîtî li ber rabû, şer kir û şehîd bû. Xiyaneta du kesan ti carî nikare berxwedana mezin a 353 rojan a li çepera berxwedanê ya Kela Çemço tarî bike.

Li vê çepera me ku nêzî salekê berxwedanê dewam kir, ti windahiyên me nebû û zehmetî jî nehate kişandin. Lê belê di çarçoveya biryara bêçalakîtiyê ya tevgera me de ji bo zorê nede şert û mercên siyasî, fermandariya me ya sewk-îdareyê ya ku berxwedanê bi rê ve dibe, biryareke bi vî rengî da. Di 4'ê Nîsanê de em bi înîsiyatîfa xwe ji çepera berxwedanê ya Kela Çemço çûn. Artêşa Tirk jî piştre bi serkêşiya du xayinan ketin çepera berxwedanê ya Kela Çemço û ev yek ji xwe re kir propaganda û mîna serketinekê hewl da nîşan bide, ku ev yek bi tena serê xwe nîşaneya têkçûna wan e. Piştî ku teqez misoger kir ku di hundir de ti gerîla nîne, piştî du hefteyan karîbû bikeve çepera gerîla. Eger sekneke leşkerî ya bi şeref hebûya bi vî rengî nedihate kirin, derew nedihate gotin û bi gotina 'me tunela ku gerîla terikandiye teftîş kir' wê rastî nîşan bidan.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Botan ê şehîd bû bi vî rengî ne:

Nasnav: Botan Goyî
Nav paşnav: Bîlal Mihemed Elî
Cihê jidayikbûnê: Zaxo
Dayik-Bav: Gûrbet-Mihemed
Dem û cihê şehadetê: 7'ê Nîsana 2023 / Zap

Hevrêyê me Botan Goyî li malbateke ji eşîra Goyî ya welatparêz a herêma Botanê ji dayik bû. Malbata wî ku ji gundê Hilalî yê Qilabanê ye, neçar ma ku koçî Başûrê Kurdistanê bike û li Zaxoyê bi cih bibe. Hevrêyê me Botan li Zaxoyê mezin bû, zarokatî û ciwantiya xwe li vir derbas kir. Bi çanda welatparêziyê ya malbata xwe mezin bû, weke kedkarekî ji bo karibe debara jiyana xwe bike di karên cuda de xebitî. 11 salan xwendibe jî perwerdeya li Başûrê Kurdistanê ya bi zimanê Kurdî ye lê belê ti paşerojê nade ciwanan, terikand.

Hevrêyê me Botan weke ciwanekî berpirsyar, hay ji nasnameya xwe ya civakî heyî, wekî ciwanekî welatparêz mezin bû. Bi taybetî mezinbûna ji xaka Botanê ya qedîm timî di dilê wî de hesret bû. Weke ciwanekî di nava lêgerîna li nasname û jiyaneke azad de bû û bala wî çû ser Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê. Pismamê wî hevrê Berxwedan Goyî li Minbicê şehîd bû. Pitşî ku dewleta Tirk a mêtinger qirker li ser Efrînê dest bi êrîşa dagirkeriyê kir, piştî ku bi sed hezaran Efrînî ji cih û warê xwe bûn û gelek komkujî li gelê me hate kirin, bi hevrêyê me Botan re hêrseke mezin peyda bû. Ji bo hesabê komkujiyên ku dewleta Tirk a dagirker li gelê me dike bipirse, di 1'ê Hezîrana 2018'an de tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû. Hevrêyê me Botan di salvegera Pêngava 1'ê Hezîranê de beşdarî nava gerîla bû û hîn ji roja destpêkê ve nîşan da ku wê bibe xwedî meşeke pêngavî.

Hevrêyê me Botan ku bi eşq û daxwazeke mezin tevlî nava refên gerîla bû, bi her awayî xwe tevlî nava jiyana azad a gerîla kir û mîna xaka bi hesreta avê xwe li hevrêtiya PKK'ê girt. Bi perwerdeyên ku li ser bingeha îdeolojiya Apoyî wergirt, xwe ji nû ve afirand û guhertinên girîng pêk anî. Di ehman demê de ji bo xwe di gerîlatiyê de bi pêş ve bibe, zû hînî pîvanên bingehîn ên gerîla bû, da ser şopa hevrêyên bi tecrûbe. Bi jîrbûna xwe ya pratîkî, bi hunera xwe ya ku tiştên dixwend zû fêhm dikir û derbasî pratîkê dikir, hevrêyê me Botan di demeke kurt de gelekî pêş ket. Bi sekna xwe ya dilnizm, hevrêtiya xw eya ji dil, tevlîbûna xwe û nêzîkatiyên xwe yên fedakarî li nava hevrêyên xwe bû cihê hezkirin û hurmetê.

Li hemberî êrîşên artêşa Tirk a ku bi teknîka xwe ya şer hewl dida li ser gerîla serwer be, di taktîkên gerîal de xwe kûr kir ku êrîşên pûç bike û di heman demê de derbên giran li dijmin bixe. Hevrê Botan li ser vê bingehê di taktîkên gerîla de xwe kûr kir, xwest tecrûbeya xwe ya gerîlatiyê bigihîne asta pisporiyê û hesab ji dijmin bipirse. Ji bo hevrêyê me Botan bû xwestekeke mezin ku di gerîlatiya modernîteya demokratîk de xwe bike pispor û profesyonel bike. Li ser vê bingehê pêşniyar kir ku biçe akademiya leşkerî, piştî ku pêşniyara wî hate qebûlkirin li ser taktîka sûîqestê perwerdeya berfireh wergirt û bû gerîlayekî pispor. Hevrêyê me Botan ji dil tevlî perwerdeya pisporiyê bû, xwe bi temamî da armancên xwe, ji bo vê jî xwe ji ti fedakariyê vengirt û gerîlatî bi hemû detayên xwe bi rengekî cidî nirxand û vê yekê ew kir gerîlayekî pispor û serketî.

Weke gerîlayekî ku di taktîka sûîqestê de bûye pispor di sala 2021'ê de derbasî herêma Zapê bû, li vir bi rengekî çalak tevlî pêvajoya şer bû. Herêma Zapê zû nas kir, li her devera ku lê bû bi hevrêyên xwe re di nava ahengiyê de bû û tevlî pratîkê bû. Di salên 2021 û 2022'an de li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên hikumeta AKP-MHP'ê ya faşîst ku ji bo li ser desthilatdariyê bimîne dan destpêkirin, beşdarî nava Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê bû. Di pêşvebirina rêbaza şerê tîm ê pispor de yên li qadê û çeperên berxwedanê rol lîst, weke milîtanekî bi bandor ê pêvajoya ku destanên bi ruhê fedaî yê Apoyî afirandî berpirsyariyên xwe bi serketineke mezin bi cih anî. Hevrêyê me Botan ji bo jiyaneke azad a gelê me û welatekî azad, xwe bi temamî da têkoşînê û ji bo serketina doza me ya azadiyê ya pîroz xebitî.

Hevrêyê me Botan di sala 2022'an de cihê xwe li çepera berxwedanê ya Kela Çemço girt û li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên ku 14'ê Nîsanê destpê kirin, bi wêrekî û biryardariyeke mezin bersiv da. Bû yek ji milîtanên Apoyî yên leheng ku 353 rojan li çepera berxwedanê ya Kela Çemçoyê artêşa Tirk rawestand û derbên giran lê da. 4'ê Nîsanê piştî ku biryara terikandina çeperê xist meriyetê d, 7'ê Nîsanê de li dagirkeran rast hat, di encama êrîşa dagirkeran de şer qewimî û hevrêyê me Botan ji bo bi saxî nekeve destê dijmin bi fedaîtî şer kir û şehîd bû. Hevrêyê me Botan di pêvajoya têkoşîna şoreşgerî ya pênc salan de bêteredût ji îdeolojiya Apoyî bawer kir, ji bo serketina doza me ya azadiyê bi her awayî fedakarî kir, nêzî salekê berxwedaneke dîrokî kir û di şerê dawî de jî sekna bi rûmet a teslîm nabe ya milîtanên fedaî yên Apoyî nîşan da. Hevrêyê me Botan ku lehengiya qedîm a eşîra Goyî û xelkê Botanê bi milîtaniya Apoyî re kir yek û di kesayetiya xwe de şênber kir, wê ti carî neyê jibîrkirin, li Kurdistana Azad wê bê bîranîn. Em sersaxiyê ji malbata wî ya hêja, ji eşîra Goyî ya welatparêz û tevahiya gelê Kurd re dixwazin.

LI TENDUREKÊ 2 GERÎLA ŞEHÎD BÛN

Li gel biryara bêçalakîtiyê ya tevgera me jî rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst êrîşan dewam dike.  Di 16'ê Nîsanê de li qada Tendurekê ya Serhedê li hemberî 2 hevrêyên me yên li ser wezîfeya xwe bûn, artêşa Tirk a dagirker êrîş kir û şer qewimî. Di vî şerî de Fermandara Fedaî hevrê Hêjar û Bager şehîd bûn.

Agahiyên li ser nasnameya herdu hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:

Nasnav: Hêjar Zozan
Nav paşnav: Sevîlay Akyildirim
Cihê jidayikbûnê: Erdexan
Dayik-Bav: Eflatûn-Bîlal
Dem û cihê şehadetê: 16'ê Nîsana 2023 / Serhed

Nasnav: Bager Baz
Nav paşnav: Orhan Kalabalik
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Zubeyde-Mîhraç
Dem û cihê şehadetê: 16'ê Nîsana 2023 / Serhed

HÊJAR ZOZAN

Partiya me PKK ku bi keda bêhempa ya Rêber Apo ava bû, gelê Kurd ê bi êrîşên înkar, îmha û asîmîlasyonê li ber tunebûnê bû, ji xweliyên xwe ji nû ve afirand û kir hêviya azadiyê ya bindestan. Gelê Kurd ê bindest ku bi heybet li dika dîrokê vegeriya, bi pêşengiya Rêber Apo efsaneyeke nîv sedsalî afirandiye. Ji bo parastina nirxên ku bi xwîna pîroz a şehîdan hatin afirandin, ewladên leheng ên gelê me herikîn nava refên têkoşînê û meşa azadiyê bênavber dewam kirin. Gelê me yê welatparêz ku bi ruhê têkoşînê yê PKK'ê re bû yek, kevneşopiya serhildanê li Kurdistanê afirand û bi coşeke mezin xwedî li têkoşîna me ya azadiyê derket. Xeta pîroz û têk naçe ya berxwedanê ya PKK'ê bandor li her bihosta xaka Kurdsitanê kir û li hemberî dagirkeran têkoşîneke bêhempa afirand.

Bajarê me Erdexan jî ku nirxê civakî yê xurt û qedîm ê Serhedê lê serwer e û kevneşopiya berxwedanê ya PKK'ê lê xurt e, bû yek ji wan herêman ku kevneşopiya me ya berxwedanê bi lez lê belav bû. Dewleta Tirk a mêtinger ku dixwaze gelê me yê welatparêz ji çanda berxwedanê ya PKK'ê dûr bixîne, bi taybetî giranî da ser bajarê me Erdexanê û veguherand navendeke ji êrîşên qirêj ên qirkirinê. Li gel van êrîşan hemûyan jî gelê me yê welatparêz ê ji çanda berxwedanê ya qedîm a Serhedê xwe xwedî dike, her tim di nava her şert û mercî de bêteredût xwedî li Rêber Apo û xeta PKK'ê derket. Hevrêya me Hêjar jî li nava malbateke welatparêz ji dayik bû ku çanda berxwedanê ya qedîm a Serhedê lê serwer bû. Bi nirxên civakî yên xurt mezin bû. Hevrêya me Hêjar ji zarokatiyê ve şahidî ji têkoşîn û berxwedana gerîla re kir, bi Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê re zû têkiliyeke xurt danî. Gerîlatiya jinên Kurd a li çiyayên qedîm ên Kurdistanê ya li dijî dagirkeran, kir ku hevrêya me Hêjar rastiya jinên Kurd ên bi îradeya azad û felsefeya Rêber Apo xemilandî nas bike. Ji ber ku di nava sîstemê de jin tune dihate hesibandin, kolekirin û li nava çar dîwaran dihate ragirtin, hevrêya me Hêjar kete nava lêprisîna li sîstemê. Li Enqereyê ku ji bo xwendinê çûbû wê derê, li Zanîngeha Gaziyê êrîş û cihêkariya li gelê Kurd dît û hem sîstem hem jî rejîma dewleta Tirk a faşîst ji nêz ve nas kir. Hevrêya me Hêjar timî Rêber Apo xwend, hewl da bersivê ji pirsên xwe re bibîne û ji dil baweriya xwe pê anî ku PKK hêviya azadiyê ya yekane ya jin, ciwanan û bindestan e, bi birayrdariyeke mezin gihîşt wê astê ku tevlî nava refên têkoşînê bibe. Hevrêya me demekê li nava karên ciwanan ma û ji bo ciwanên Kurd ji êrîşên qirkirinê yên qirêj biparêze têkoşiya, têkoşîna xwe ti carî têrker nedît û her tim xwest hîn bêhtir tevlî bibe, hîn bêhtir kedê bide. Hevrêya me dîlgirtina Rêber Apo li nava sîstema qirkirinê ya Îmraliyê ti carî qebûl nekir û azadiya fîzîkî ya îradeya azad a gelê me kir navenda têkoşîna xwe. Di sala 2002'an de beşdarî çalakiyên şermezarkirinê yên li hemberî Komploya Navneteweyî bû, hêrsa xwe ya mafdar bilêv kir, lê belê ji aliyê dewleta Tirk a mêtinger ve hate girtin û 4 mehan li zindanê ma. Bi îradeyeke hîn xurt û biryardariya têkoşînê ji zindanê derket û destpêkê têkoşîneke bi rêbaza fedaî ji xwe re kir esas. Di sala 2005'an de beşdarî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû, di jiyana xwe ya şoreşgerî de li ser xeta fedaiyan bi rengekî bi rûmet meşiya.

Li çiyayên berxwedanê yên qedîm ên Kurdistanê tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû, zû hînî jiyana pîroz a PKK'ê bû. Hevrêya me perwerdeya şervanên nû bi serketî qedand, bi kûrbûna xwe ya mezin derkete pêş, bi îradeya xw eya xurt û tevlîbûna xwe ya bi milîtanî bala hevrêyên xwe hemûyan kişand. Hevrêya me Hêjar bi cidiyeteke mezin nêzî her kêliya jiyana xwe bû, têkiliyên hevrêtiyê, jiyan û nirxên PKK'ê pejirand ku emanetên şehîdên me yên pîroz in, hewl da ku van nirxan derbasî nava jiyanê bike. Hevrêya me Hêjar ji roja ku tevlîbû û pê ve xeta têkoşînê ya Zîlan û Bêrîtanan ji xwe re kir esas, piştî perwerdeya şervanên û yekser tevlî nava Hêzên Taybet bû û 18 salan bi rengekî fedaî jiya û têkoşiya. Timî xwe perwerde dikir, tiştên hîn dibû hînî hevrêyên xwe yên nû dikir û ji bo li ser xeta Rêber Apo bibin xwedî meşeke xurt kedemeke mezin da. Li nava refên partiyê zû bi pêş ve çû, di demeke kurt de bi berpirsyarî rabû, salên dûr û dirêj di gelek karên girîng de ked da, bû milîtana ji demên krîtîk re amade. Her wezîfe bi sebir û biryardariyeke mezin bi ser xist, weke milîtaneke jin a Apoyî bû yek ji fermandarên me yên ciwan ku xwedî ruhê serketinê yê dema nû bû. Bi taybetî di têkoşîna me ya li qada teknîkê de bi roleke girîng rabû, li her qadê ji bo xwe bi pêş ve bibe gelekî hewl da. Bi kesayetiya xwe ya sade û dilnizm li her qadê cihê xwe di dilê hevrêyên xwe de girt, bû milîtaneke mînak ku hevrêtiya PKK'ê bi rengekî hêja jiya û nîşan da. Hevrêya me Hêjar wezîfeyên krîtîk bi rengekî serketî bi cih anî û di serxistina gelek karên stratejîk de pêşengî kir. Li Avaşîn, Zap û Heftanînê li gelek qadan di asta pêşengiyê de wezîfe bi cih anî û xeta PKK û PAJK'ê bi xurtî temsîl kir.

Hevrêya me Hêjar ku demekê wezîfeya perwerdekirina şervanên nû bi cih anî, hevrêyê me yên ciwan ên tevlî nava refên partiyê bûn, hînî exlaq û çanda PKK'ê kir, danheviyên xwe bi wan re parve kir. Hevrêya me Hêjar piştî Avaşînê derbasî Zapê bû, bi vî rengî têkoşîna xwe mezintir kir û li dijî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a mêtinger li ber xwe da, taktîkên gerîla yên serdema nû ku derbên giran li dagirkeran dixe bi hostatî xiste pratîkê û bû yek ji fermandarên vê berxwedanê. Hevrêya me Hêjar ku Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk pejirand û xiste meriyetê, li her qada ku lê bû hewl da vê yekê serwer bike û bû yek ji fermandarên me yên jin ên pêşeng ku ji aliyê felsefeya Apoyî ve hatiye afirandin. Hevrêya me Hêjar ku derbeke mezin li xeyalên dagirkeriyê yên mêtingeran xist, hostatiya xwe ya di hunera şer de bi çalakiyan bi xurtî nîşan da. Li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a mêtinger ên Tebaxa 2019'an ên li ser qada Heftanînê, bû yek ji fermandarên Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê ku ji aiyê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ve hate destpêkirin. Hevrêya me Hêjar yek ji mîmarên berxwedana dîrokî ya li Heftanînê bû. Di şexsê Bargiran, Esmer, Rustem û Zelalan de yên bi fedaîtî li ber xwe dan û li Heftanînê destan afirandin, hevrêya me Hêjar ji bo mîrateya têkoşînê ya şehîdên me yê nemir bigihîne serketinê bi berpirsyariyeke dîrokî tevgeriya, tevlî bû û her kêliya xwe da têkoşînê. Hevrêya me li hemberî êrîşên mêtingeriyê xwe di xeta Apoyî de kûr kir, jinûve afirand û weke milîtan û fermandara YJA Starê ya fedaî ya demên zehmet, her tim li pêş bû û derbên giran li dagirkeran xist. Li Heftanînê di asta Fermandariya Eyaletê ya YJA Starê de wezîfe bi cih anî, pratîkeke fermandariyê ya serketî pêk anî û her tim dixwest berê xwe bide Bakurê Kurdistanê, li wê derê gerîlatiyê bike. Bi vî rengî weke fermandareke fedaî vegeriya Bakur û da ser şopa Şehîd Delal Amed. Hevrêya me Hêjar bi rûmetdarî û kêfxweşî weke fermandareke fedaî li xaka Serhedê ya berxwedêr vegeriya ku lê ji dayik bû û mezin bû. Weke nûnereke xeta jinê ya azad a bi xwesteka azadiyê meşiya û di felsefeya Rêber Apo de bû pêşeng, mîrateyeke nayê jibîrkirin ji têkoşîna me re hişt.

Hevrêya me Hêjar ku her kêliya 18 salên gerîlatiyê di nava berxwedan û têkoşînê de derbas bû, bû milîtan û fermandareke mînak, taybetmendiyên bilind ên Apoyî pejirand, derbasî nava jiyanê kir û li her devera ku lê bû Îdeolojiya Azadiyê ya Jinê bi rengekî rast temsîl kir. Hevrêya me Hêjar tempoya xwe ya tevlîbûnê her tim bilind kir û bû fermandareke fedaî ya YJA Starê.

Jin a leheng a Serhedê, fermandara pêşeng a xeta PKK û PAJK'ê hevrêya me Hêjar bi jiyana xwe ya fedaî û tevlîbûna xwe wê ji aliyê hevrêyên xwe ve bibe esasek û mîrateya wê ya têkoşînê wê teqez bi ser bê xistin.

BAGER BAZ

Qelqelî ku yek ji qadên berxwedanê yên girîng û welatparêz ê Serhedê ye û yek ji cihên destpêkê yên pêşketina Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ye, bi sedan lehengên xwe şand nava refên têkoşînê û di pêşketina têkoşîna azadiyê ya gelê me de bi roleke sereke rabû. Li gel zext û êşkenceya dijmin jî ti carî ji sekna xwe ya welatparêziyê tawîz neda, her tim xwedî li têkoşîna me derket û ked û berdêl da. Malbata hevrêyê me Bager jî weke malbateke hêja ya Qelqeliyê xwedî li têkoşîna me ya azadiyê derket û di vê oxirê de berdêl da. Hevrêyê me Bager ku li nava malbateke bi vî rengî ya hêja de ji dayik bû, bêguman kete bi bandora taybetmendiyên welatparêziyê û çanda Serhedê ya qedîm ya malbata xwe, kesayetiya wî jî bi vî rengî ava bû. Hevrêyê me heta ciwantiyê li gund mezin bû, bû xwedî taybetmendiyên durust û sade yên civaka gund. Ji ber ku ji malbata wî tevlîbûna li nava refên gerîla hebû û hin jê şehîd ketibûn, hevrêyê me Bager hîn di zarokatiyê de partiya me PKK nas kir û bû heyranê gerîla. Dixwest rojekê bibe gerîla û bi vê armancê mezin bû. Hevrêyê me Bager di dema ciwantiyê de ji bo tevkariyê li debara malbata xwe bike neçar ma ku biçe metropolên Tirkiyeyê, li vir rastiya dijminatiyê hîn bêhtir ji nêz ve nas kir. Tevî ku li Kurdistanê şahidî ji zext û êşkenceyê re kir jî li metropolan siyaseta qirkirinê û kiryarên şerê taybet ên dijmin ên li ser gelê me hîn bêhtir ji nêz ve dît. Hevrêyê me Bager li hemberî van polîtîkayên dijmin bû xwedî hêrseke mezin, ji xwe re kir wezîfe ku li hemberî rastiya dijmin têbikoşe û tevlî nava refên têkoşînê bû. Hevrêyê me Bager bû şoreşgerekî profesyone û di demeke kurt de bi pêş ket ku tiştên fêhm dikir yekser dixist pratîkê. Di sala 2019'an de piştî ku xizmekî wî şehîd bû, di çarçoveya dilsoziya bi şehîdan re xwest ku têkoşîna xwe mezin bike û fêhm kir ku ev yek jî bi tevlîbûna li nava refên gerîla dibe, bi vî rengî biryar da ku beşdarî nava refên gerîla bibe.

Piştî ku tevlî nava refên gerîla bû perwerdeya destpêkê wergirt û bi saya tevlîbûna xwe ya bi biryar û bi daxwaz, di demeke kurt de bû xwedî tecrûbeya bi salan, bû gerîlayekî şareza. Zehmetî nekişand ku hînî jiyana li çiyê û gerîla bibe. Bi taybetmendiyên xwe yên kedkar û fedakar di demeke kurt de pêşengî ji hevrêyên xwe re kir. Ji bo taktîka şer a dema nû fêhm bike û bixe meriyetê, hevrêyê me Bager kete nava hewldanên hîn mezintir, di vê mijarê de ji bo wezîfe û berpirsyariyên xwe bi cih bîne hewl da, xwest bersivê bide pêvajoya dîrokî. Li ser vê bingehê ji çêkirina tunelên şer heta bi perwerdekirina xwe ya li qada leşkerî hewl da ku xwe ji gelek aliyan ve amade bike. Bi van taybetmendiyên xwe bû mînak ji hevrêyên xwe re. Hevrêyê me Bager li Herêmên Parastinê yên Medyayê li gelek qadan kar kir, li her qadê bi hevrêtiya xwe ya ji dil û tevlîbûna xwe ya bêteredût li nava hevrêyên xwe bû cihê hezkirin û hurmetê. Hevrêyê me tiştên ku hîn dibû zû fêhm dikir û dixwest yekser derbasî pratîkê bike. Ji ber vê taybetmendiyê jî li nava refên gerîla xwe bi pêş ve bir û gihand wê astê ku berpirsyariyên giran ên pêvajoyê bi cih bîne. Hevrêyê me Bager têkoşîna bênavber a Rêber Apo ya li Îmraliyê fêhm kir, ji bo têkoşîna me ya ku bi pêşengiya Rêberê me û şehîdên leheng tê meşandin hîn mezin bike, ji bo bersiveke rast bide rastiya şehîdan û Rêbertî xwe pêşniyar kir ku derbasî Bakurê Kurdistanê bibe. Hevrêyê me Bager berê xwe da qada Serhedê ku yek ji qadên herî zehmet ên têkoşîna me ya gerîla ye. Li cografya Serhedê ku ji nêz ve nas dikir, ji xwe re kir armanca sereke ku bibe xwedî pratîkeke serketî. Hevrêyê me Bager weke gerîlayekî Serhedî xelkê herêmê baş nas dikir ku ev yek ji bo wî û têkoşîna wî avantajek bû. Hevrêyê me weke Serhediyekî çanda Serhedê ya qedîm bi rengekî hêja hilgirt û bû milîtanekî pêşeng ê bi exlaq û çanda Apoyî, pêşengî ji gelê me re kir. Hevrêyê me Bager bi biryardarî û hêviyeke mezin çû qada Serhedê, bû nûnerekî girîng ê milîtaniya Apoyî û di 16'ê Nîsana 2023'an de li qada Tendurekê di şerê dijî dijmin de heta nefesa xwe ya dawî bi fedaîtî şer kir û tevî hevrêya me Hêjar şehîd bû. Têkoşîna azadiyê ya ku hevrêyê me Bager radestî me kiriye, em ê biryardariyeke mezin teqez bi ser bixînin, em soza vê yekê didin.

Li ser vê bingehê em destpêkê sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên xwe yên şehîd bûne û tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin."