Karayilan: Tifaqa AKP'ê tifaqa diz û kujeran e!

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Karayilan diyar kir ku ti eleqeya kiryarên AKP'ê bi mirovahiyê, Îslamiyetê û hiqûqê re nîne û got, tifaqa ku AKP serkêşiyê jê re dike tifaqa diz û kujeran e.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan diyar kir ku di vê demê de karê ji bo AKP-MHP'ê dengê ji bo AKP-MHP'ê tê wê wateyê ku mirov sixêfan li xwe bikin û destnîşan kir ku di vê demê de bi taybetî divê dayik destê xwe deynin ser wijdanê xwe û dengê xwe bidin xwe. Karayilan got, "Belê, her kes divê dengê xwe bide xwe." Mûrat Karayilan anî ziman ku gelê Kurdistanê yê welatparêz, derdorên demokratîk, hêzên tifaqê yên Kurdistanî û Tirkiyeyî divê bixebitin û got, "Mirovên me hestewar in; divê mirov mal bi mal, gund bi gund serdana wan bikin. Bi taybetî divê mirov serdana wan mirovan bikin ku heta niha deng dane AKP'ê û Misilmanên ji dil ên xwedî hestên mirovî ne. Divê mirov çayeke wan vexwe."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan beşdarî 'Bernameya Taybet' a Stêrk TV bû û bersiv da pirsên li ser pêvajoyê. Em tevahiya hevpeyvînê parve dikin.

Li hemberî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî têne lidarxistin. Her wiha civînên di asta navneteweyî de pêk tên. herî dawî li Dusseldorfê gelê Kurd ji bo misogeriya azadiya fîzîkî ya Ocalan mîtîngeke mezin lidar xist. Di vê der barê de hûn dixwazin çi bibêjin?

Rast e, gelê me her roj li qadan e. Herî dawî li Dusseldorfê mîtîngeke baş hate lidarxistin. Her wiha li London û Viyanayê mîtîng pêk hatin. Gelê me û welatparêzên ku tevlî van çalakiyan bûn hemûyan silav dikim. Diyar e hêzên hegemonîk ên komploger û dewleta Tirk ji bihîstin û belavbûna fikir û nêrînên Reber Apo ditirsin. Ji ber vê yekê tevî ku ewqas bang hatin kirin, meş hatin lidarxistin jî sîstema êşkenceya psîkolojîk û tecrîdê ya li Îmraliyê sist nakin. naxwazin ku deng û peyamên Rêber Apo li derve bêne bihîstin. Ev ne tenê siyaseta dewleta Tirk e, di heman demê de siyaseta hêzên komploger e. Ji xwe CPT vê yekê dinixumîne û rewa dike. Ev tiştekî giştî ye û xuya ye ku ji fikir û nêrînên Rêber Apo gelekî ditirsin.

Lê belê tevî hemû tedbîrên ku werdigirin li pêşiya fikir û nêrînên Rêber Apo nikarin bibin asteng. Vaye felsefe û paradîgmaya ji fikir û nêrînên Rêber Apo li tevahiya cîhanê ji aliyê gelek derdorên gelekî zane ve ku profesor û zanîngeh jî di nav de tê şopandin û nîqaşkirin. Fikrên Rêber Apo êdî veguheriye paradîgmayeke gerdûnî. Rêber Apo bi vî fikrî û paradîgmaya xwe êdî ji sînorên Kurdistanê û Rojhilata Navîn derbas bûye.

Herî dawî me li Hambûrgê di konferansê de jî dît. Beriya her tiştî her kesên ku rol û keda xwe di vê konferansê de heye, pîroz dikim. Bi rastî jî karekî gelekî baş û hêja bû. Tevî ku dewleta Elman dest werda û hewl da asteng bike jî bi rengekî afirîner di cih de devereke cuda hate tespîtkirin û bi tevlîbûneke xurt hate lidarxistin. Nîqaşên li wê derê gelekî girîng bûn. Bi qasî ku me şopand ji gelek deverên cîhanê akademîsyenan li ser rewşa heyî, li ser fikrên Rêber Apo nêrînên xwe pêşkêş kirin. Her wiha yek ji beşdaran mamosteyekî zanîngehê di axaftina xwe de got, "Bi vî rengî ez jî bûm şagirtekî Abdullah Ocalan." Yanî mirovekî li aliyekî din ê cîhanê vê dibêje.

Fikrên kesayetekî ji Kurdistanê rabû li tevahiya cîhanê ji aliyê zanyaran ve tê nîqaşkirin û qebûlkirin. Ev yek beriya her tiştî ji bo me şagirt û hevrêyên Rêber Apo, ji bo gelê me û tevahiya gelên Rojhilata Navîn cihê serbilindî û rûmetê ye. Fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo pirsgirêkênl i cîhanê di asta global de bûye hêvî, ev yek jî ji bo me serbilindî ye. Paradîgmaya Rêber Apo ya li ser bingeha modernîteya demokratîk û fikrên xwe yên têkildarî şoreşa xwe dispêre azadiya jinê, ekolojîk û demokratîk, li cîhanê bûye hêvî. Ji xwe ji ber vê yekê dişopînin, nîqaş dikin, konferansan lidar dixin û xwedî lê derdikevin.

Bi kurtasî fikrên Rêber Apo li Latîn Emerîka, Efrîka, Ewropa, Asyayê belav dibe û nepêkane ku pêşî li vê yekê bê girtin. Fikrên Rêber Apo îro di asta navneteweyî de ji aliyê gelek kesan ve tên qebûlkirin û ji bo gelên bindest ên di nava pençeyê modernîteya kapîtalîst de ne, bûye hêviyeke mezin.

Şerê li Zapê destpê kir salek li pey xwe hişt. Encamên vî şerî çi bû? Di heman demê de ji raya giştî re hate ragihandin ku Civîna Konseya Fermandariyê ya HPG'ê hatiye lidarxistin. Di pêvajoyeke bi vî rengî de lidarketina vê civînê çiqasî girîng e, bandoreke çawa kir?

Belê, di ser pêvajoya dawî ya şer re salek derbas bû. Dijmin di 14'ê Nîsana 2022'an de li ser qadên navborî êrîşên giran ên hewayî da destpêkirin. Piştî wê bi 3 rojan yanî di 17'ê Nîsanê de jî ji hewayê ve hêzên xwe danî û ji bejahî ve dest bi şer kir. Niha salek li pey xwe hiştiye û şer hîn jî dewam dike. Diyar e di dîroka Tirkiyeyê de, di dîroka Kurdistanê de ev tiştekî nû ye. Êrîşên ku dijmin jê re 'operasyon' dibêje saleke bênavber dewam dikin. Mînak, di demekê de ku me lidarxistina çalakiyan rawestandine, her roj dijmin li rojhilatê Zapê li qadên Sîda û Çemçoyê, li rojavayê Zapê jî li xeta Girê FM'ê timî êrîşan dike. Baş e çima êrîş dike? Ji ber ku li van deran geîla hene û tê wê wateyê ku nikarin gerîla ji van deveran derxînin. Êrîşên heyî ispata vê yekê ne. Dewleta Tirk niha her roj bi çekên giran, tank û çekên cuda êrîşî çeperên gerîla dike û berxwedan li wê derê hîn dewam dike. Rast e hin deverên rojhilatê Zapê dagir kirine. Lê belê li rojavayê Zapê deverên ku dagir kiribûn ji ber ku nikarîbûn lê bimînin, vekişiyan. Lewma niha tenê li Girê FM'ê hene. Bêguman li FM'ê çeperên gerîla jî hene û ji xwe li wir nêzî hev in. Ji ber vê yekê her roj bi tankan û çekên bi cûreyên cuda êrîş dikin.

Ev hemû nîşaneya têkçûna artêşa Tirk e. Artêşeke ku ji xwe re dibêje 'Duyemîn hêza herî mezin a NATO'yê me', tevî ku çekên herî pêşketî yên serdemê di dest de heye, her wiha tevî ku bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî yên qedexekirî bi kar tîne, wekî din tevî ku piştgiriya Gladiyoya NATO û hin hêzên Başûrî jê re tê dayin jî dewleta Tirk nekarî gerîla ji van deveran derxîne. Bêguman ev hemû ne tenê di nava salekê de qewimîn. Sala dawî bênavber li heman çeperan şer dewam dike. Naxwe weke ku tê zanîn vî şerî bi esasî di sala 2021'ê de destpê kir. yanî dewleta Tirk 2 sal in dixwaze Zap, Avaşîn û Metînayê dagir bike, lê nikare. Ji bo propagandayê vê nabêjim. Ev rastî ne û li van qadên ku dibêjim şer her roj diqewime. Ew her roj êrîş dikin û cihên ku xwe jê vekişandine jî diyar in. Dibe ku dewleta Tirk û dostên wê ji derfetên çapemeniyê sûdê werdigirin û nahêlin rastî bêne dîtin, lê belê dewleteke ku bi van derfetan dixwest van qadan di nava 2-3 hefteyan de dagir bike, piştre derbasî Qendîl, Şengal û Rojava bibe, li Zapê asê ma, li wir çikiya û hîn jî li van deveran şer dewam dike. Ev rastiyeke. Bêguman ev ne tiştekî ji rêzê ye. Me ev rewş gelek caran şîrove kir.

Di pirsa xwe de we qala Civîna Konseya Fermandariyê kirin. Belê, civîneke gelekî bi wate û girîng bû. Bi beşdariyeke berfireh pêk hat û hem ev pratîka ku me qalê kirin bi temamî hate nirxandin hem jî plansaziya sala nû hate diyarkirin, destketiyên me hemû hatin destnîşankirin. Bi rastî jî ji aliyê taktîkê ve pêşketinên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê afirandin bi kêrî tevahiya mirovahiyê tên. Hate ispatkirin ku îrade, afirînerî û wêrekiya mirov çawa dikare teknolojiya serdemê têk bibe. Tiştên ku pêk hatin di vê çarçoveyê de gelekî girîng in. Dibe ku ev pêşketin hemû ji her alî ve li nava raya giştî belav nabin -ku kêmasiyeke me ye- lê belê berxwedana ku hate kirin dîrokeke nû nivîsand.

Bêguman ev hêsan nebû. Beriya her tiştî di vir de ked û sekna Rêber Apo xwedî rol e. Rola fedakarî û berxwedana gelê me heye. Wekî din rola siyaseta Kurd û siyaseta çep a Tirkiyeyî heye ku teslîm nebû û xwedî sekin bû. Bi kurtasî gelê me û Rêberê me li hemberî êrîşên faşîst-qirker ên deweta Tirk li ber xwe dan. Bêguman gerîla jî xwe sipart van hemûyan û berxwedaneke dîrokî kirin. Bi taybetî di mijara fedaîtiyê de xwe gihand asteke gelekî bilind. Rast e, me berdêla vê dan. Ji xwe bîlanço jî hate weşandin. Di nava vê salê de tenê li van sê qadan me 259 şehîd dan. Ti ji van kesayetên ji rêzê nebûn; hemû jî egîdên serdema me ne. Hemû şehîdên ku me di vê pêvajoya şer dan; li rojhilatê Zapê hevrê Bager Gever, Avzem Çiya, Mizgîn Ronahî, Cîger Malazgîrt, Rojda Makû, Dogan Jîrkî, li rojavayê Zapê hevrê Delîl Zagros, Nalîn Firat, Guven, Zamanî, Ozgur û Armanc, li xeta Metîna/Colemêrgê hevrê Nûrî Yekta, Berfîn Rêbaz, Roza û Hekîm bi bîr tînim. Bêguman berxwedana Avaşînê bi tena serê xwe pêvajoyeke. Di şexsê hevrê Helbest Koçerîn û Fedaî Kobanê de fedaiyên Avaşînê hemûyan bi bîr tînim. Wekî din di şexsê hevrê Mahîr Mazlûm, Ronahî Devrîm, Baran Çirav û Rêzan Amed de hemû lehengên me yên berxwedêr bi bîr tînim ku weke endamên Yekîneyên bi Tevger ên Biryargeha Navendî li her qadê tevlî êrîşan bûn. 

Hevalên ku tevlî vê berxwedanê bûn hemûyan dîrok nivîsandin. Em soza ku me dane wan careke din dubare dikin û dibêjin ku em ê xwedî li bîranînên wan derkevin. Ev berhema ku wan li pey xwe hiştin ji bo gelê Kurd û gelên herêmê bingeheke girîng û dîrokeke bedew diafirîne. Di heman demê de di paşerojê de jî roleke xwe ya girîng hebe. Ji ber vê berxwedanê bi rastî jî dijmin sekinandiye.

Eger ne ji vê berxwedanê bûya û dijmin bi rastî jî karîbûya gerîla têk bibe, wê ji bo gelê Kurd serdemeke tarî destpê bikira. Ji ber ku dijmin dixwest dest dayne ser destketiyên gelê Kurd. Her wiha gelên herêmê jî bi mejiyê Osmaniya Nû biketibûya nava serdemeke metirsîdar û tarî. Lê belê vê berxwedanê pêşî li vê yekê girt. Rejîma AKP-MHP'ê bi van êrîşan di heman demê de dixwest sîstema faşîst mayinde bike. Lê belê ev berxwedan li pêşiya vê yekê bû asteng. Belê, êrîşên li ser gelê me gelekî giran bûn û gelê me gelekî zerar ji van êrîşan dît. Dijmin jî bi hezaran kuştî da. Me jî bi sedan şehîd dan. Gelo berpirsyarê vê kî ye? Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî berpirsyarê vê ne.

Tayyîp Erdogan beriya niha bi çend rojan hat Amedê. Temamiya tiştên ku li Amedê got, derew in. Beriya her tiştî wan şer dan destpêkirin. Em hîn jî li ser xeta Mutabaqata Dolmabahçeyê ne. Me ti carî ew xera nekir. Wan xwestin ku li ser xwîna Kurdan desthilatdariya xwe mayinde bikin. Ji ber vê yekê mase qelibandin û êrîşî me kirin. Lê belê Erdogan li Amedê rastî berevajî kir û derew kir. Wan xwestin me tasfiye bikin û tune bikin. Nexwestin bi Kurdan re tifaqê bikin û me qebûl bikin. Nexwestin nasnameya gelê Kurd qebûl bikin û bi ser me de hatin. Em jî li hemberî vê li ber xwe didin. Ji bo berxwedana me, rûmeta me û mirovahiya me ye. Weke gel ji bo hebûnê ye, ji bo paşerojeke azad e. Lewma ev berxwedan ji bo me ferz e. Lê belê wan bi rengekî kêfî ji bo dewamkirina desthilatdariya xwe, ji bo dagirkirina Mîsakî Mîllî û serweriya li ser herêmê êrîşî me kirin. Ji ber vê yekê berpirsyarê rijandina xwînê ew bi xwe ne. Lê belê weke ku em êrîş dikin nîşan didin; ev rast nîne. Bi vî rengî aboriya Tirkiyeyê tune kirin, gelên Tirkiyeyê bi giştî birçî maye; bûn sedem ku ewladên gelan jiyana xwe ji dest bidin. Yanî berpirsyariya vê li gel wan e, lê belê wan xwestin ku bi van êrîşan dawî li me bînin, tevî vê yekê jî nekarîn bi ser bikevin.

Di pêvajoya şerê dawî de hat ragihandin ku cenazeyên gelek leşkerên mirî di destê gerîlayan de ne. Her wiha bang li malbatên van leşkeran hate kirin ku werin cenazeyan zarokên xwe bistînin, lê bi qasî ku me şopand di vî warî de ti guhertin çênebû. Hûn dikarin li ser vê yekê çi bibêjin?

Niha di serî de yên Tayyip Erdogan zarokên serokên AKP’ê bi milyon dolaran dilîzin, lê çend qiruşan dixin bêrîka zarokên belengaz ên gelê Tirkiyeyê, wan dikin leşkerên bi pere û bi ser me dişînin. Ev jî dibe sedema mirina wan leşkeran. Lê belê xwedî li van dernakevin. Piraniya wan, nasnameyên wan nayên eşkerekirinç. Niha hevalan hinek ji wan cenazeyan li hinek cihan hiştine ku dijmin were û wan werbigire. Her wiha artêşa Tirk hinek ji wan cenazeyan şewitand û îmha kir. Niha 2 cenaze di destê hevalan de ne. Heqaret li cenazeyên me dikin, lê em wek wan heqaretê li cenazeyan nakin. Em rêzdar in. Heke hurmeta li hemberî miriyan çawa be, em wisa bi rêzdarî tevdigerin. Tiştek bi cenazeyên li ba me nehatiye. 
Lêbelê, ew bi xwe jî xwedî li cenazeyên xwe dernakevin. Sala wê nayê bîra min, lê di salek ji salên borî de Îsraîlê ji bo 2 cenazeyên di destê Filîstiniyan werbigirin, nêzikî 2 hezar milîtan û şervanên Filîstinê serbest berda. Bêguman, ew qîmetê dide leşkerê xwe yên mirî. Lê her çiqas em ji dewleta Tirk re dibêjin 'werin cenazeyan werbigirin’ jî qebûl nakin. Ez dixwazim navê du cenazeyên ku niha niha destê me de ne, dîsa bibêjim.
Mustafa Bazna. Navê dayikê Dondu, navê bav Remezan. Ji navenda Duzceyê ne.  
Nacî Kaygusuz. Navê dayikê Şengul, navê bav Saîm. Ji Tepebaşiya Eskîşehîrê ye.
Rêxistinên sivîl ên bêalî dikarin bên Amediyê û me li qada çiyayan bibînin. Ger werin em dikarin van cenazeyan bi silametî teslîmî wan bikin. Em di rojên pîroz re derbas dibin, em di meha Remezanê de ne û rojên din jî Cejna Remezanê ye. Lewma eger malbatên van leşkeran werin û bi rêya saziyên sivîl têkiliyê bi me re deynin, em dikarin van cenazeyan teslîmî wan bikin. Û em di berdêla wê de tiştekî naxwazin. Erê; Filistîniyan di berdêla 2 cenazeyan de 2 hezar şervanên xwe stend lê me vê biryarê wekî peywireke exlaqî û mirovî bi cih tînin. 
Feraseta AKP’ê ev e. Wijdan tê de tune. Hestên mirovî tê de tune. Cenaze hebe, dişewitîne û diterikîne. Li vir di qada pevçûnê de ma; xwedî jî lê dernakeve. Heke dîl hene, naparêze, qetil dike. Di nav vê ferasetê de hesta mirovayetiyê tune. Banga min ji gelê Tirkiyeyê ev e ku, vê rastiyê bibînin. 

Desthilatdariya AKP-MHP’ê ji bo hilbijartinê bê, hemû propaganda xwe li ser şer û tevgera we kûr dike. Hemû nirxandinên xwe di vê çarçoveyê de dinirxîne. Gelo li gorî we vî şerê salekê têkiliyeke çawa bi siyaseta Tirkiyeyê heye û bandora wê ya li ser siyasetê çi ye?

Şer diyardeyeke wisa ye ku weke wate û pratîk ji siyasetê nayê veqetandin. Şer berdewamiya siyasetê ye. Helbet dewleta Tirk vî şerî dimeşîne û dixwaze siyaseta xwe li gorî wê bimeşîne. Konsepteke wê heye û pê ve girêdayî ye. Lê bi taybetî di van 2 salên dawî de desthilatdariya AKP-MHP’ê her tim şer li gorî siyaset û hilbijartina xwe plan kiriye. Weke ku tê zanîn di Sibata 2021’an de êrîşî Garê kirin. Ger were bîra we, beriya wê Tayyîp Erdogan gotibû ‘Ez ê roja Çarşemê mizgîniyekê bidim we.’ Bi êrîşeke ji nişka ve xwestin navenda gerîlayan ji hev belav bikin û bi dest bixin. Wan xeyal kirin ku li ser bingeha çîrokeke ku wan ji xwe re çêkiribûn şovê bibikin û dûre hilbijartineke pêşwext pêk bînin. Ev 2 sal in AKP-MHP’ê her tim dixwaze li hemberî me serkeftineke berbiçav bi dest bixe, propagandaya vî tiştî bike û dixwaze hilbijartineke pêşwext pêk bîne. Lê belê, wan nekarîn vê derfetê bi dest bixin. Ji ber ku nekarîn serkeftina ku ji wan re hewce ye, bi dest bixin. Di vî warî de mirov dikare qala şaşiya tespîtên wan bike. Ji ber ku wan dixwestin Herêmên Parastinê yên Medyayê bikin hedef. Yanî dixwestin li Zap, Avaşîn, Metîna û Garê serfiraziyekê bi dest bixin. Di serî de dixwestin bi rêya van herêman hemû cihên stratejîk ên Başûrê Kurdistanê dagir bikin. Xwestin bi daliqandina alên xwe li vir biçin hilbijartinên pêşwext, lê nekarîn bikin. Di van 2 salan de hemû planên xwe li gorî vê çêkirin. Li Garê têk çûn, li Avaşîn û Zapê dest pê kirin; dema ku heta dawiya salê nekarîn encamekê bistînin, vê carê dest bi bikaranîna çekên nû kirin. Bêguman ji bo bikaranîna van çekan ji NATO’yê destûr stendin. Xwestin bi çekên Taktîk Nukleer encamekê bistînin. Bi vê çekê re xwestin berxwedana tunelan têk bibin, hêzên berxwedêr ên li qadê bibin heta Deşta Hewlêrê û Mûsûlê.  Lê hesabê wan li hev derneket. Ji ber ku rêbazên ku gerîla pêş xist, çekên wan jî pûç kir. Me ji tunelên xwe re got 'kelehên binê erdê'. Ji ber ku her tunelek me eger rast were amadekirin û li gorî wê were bikaranîn, li hemberî her cure çekan mîna kelehekê ye. Helbet ne tenê ev; gerîlay xwe ji nû ve birêxistin kir, bi taktîkên ku pêk anî, bi jîrbûna xwe, bi nêzîkatiya xwe ya afirîner û bi pisporiya ku kûr nehişt ku dijmin encamê bistîne.

Bi kurtasî ev şerê ku pêş dikeve bi temamî bi siyasetê ve girêdayîye. Hulusî Akar şerê Zapê bi rê ve dibir, lê ji wir bi giştî li hêviya encamekê bûn ku demildest biryara hilbijartina pêşwext ji Enqerê bê standin. Nikarîbûn vê yekê bikin; ji ber vê yekê niha wan tenê mehek kirin, lê wekî ku di dema xwe de wê hilbijartin were kirin. Lê roj bi roj rewşa wan xerabtir dibe. Dibe ku gelek derdor nexwazin vê yekê bibînin, lê rastî ev e ku ger gerîla tasfiye bikirana û planên AKP-MHP’ê bi ser biketa, ne tenê li Tirkiyeyê, li Rojhilata Navîn ti kesî nikaribû rê li ber wan bigire. Li Tirkiyê wê muxalefet wê pir lawaz bikirina. Ji ber vê jî berxwedana gerîla di esasê xwe de li pêşiya faşîzmê bû asteng. Hevala me Hêlîn Ûmît beriya hefteyekê li ser vê mijarê hin nirxandin kiribû û gotibû ‘Berxwedana gerîla temînata demokrasiya Tirkiyeyê ye.’ Ev tespîtek pir rast e û pratîka heyî jî vê yekê nîşan dide. Ger pêla faşîzma AKP-MHP’ê bi pêş ketibûya, gerîla têk biçûya û helwesta Rêber Apo qels bikira, wê civak biperçiqiya, hemû mûxalefet lewaz bikira û rejîma xwe wê bidomandina. Di vî warî de aliyê siyasî yê vî şerê didome gelekî li pêş e û ev mijar her dem di rojevê de ye. 

Ji ber wê jî dixwazin vî şerî bigihînin encamekê û ji bo xwe veguherînin dengan. Ji bo vê jî gelek çîrokan dibêjin. Wekî mînak dibêjin “’Tirkiye di xeteriyeke mezin de ye’ û her wekî din. Bi rastî jî derewan dikin. Wisa dibêjin wekî ku em ê dewletekê ava bikin. Ev hemû axaftin senaryoyên derew in ku li ser maseyê hatine amadekirin. Bi vî awayî ti tiştên ku di panelan de ji bo bandorê li gelên Tirkiyeyê bikin ne rast in, senaryo ne. Dûvre bi senaryoyên ‘Me ev serketin bi dest xist; me Tirkiye parast; me pêşî li perçebûna wê girt û me yekîtî pêk anî’ dixwazin vî tiştî bikin alaveke siyasî. Îcar  wê kî Tirkiyê parçe bike? Wê feraseta wan Tirkiyeyê parçe bike. Armanceke me ya wisa tuneye ku em Tirkiyeyê parçe bikin. Em dixwazin li Tirkiyeyê guhertinan pêk bînin, demokratîk bikin, Kurd û hemû gel azad bijîn. Em yekitiya dilxwazî û mayînde ya gelên Tirk û Kurd dixwazin. Lê belê bi van derewan dixwazin vê bikin amûra şer. Yanî bi rijandina xwînê dixwazin desthilatdariya xwe mayînde bikin. Ev kes dixwazin Kurd û Tirkan bera ber hev bidin û pê re jî desthilatdariya xwe ya faşîst ava bikin û bidomînin. Aliyê esasî yê vî şerê tê kirin, ev e. 

Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê hilbijartin çêdibe. Piştî ku partiyan namzetên xwe eşkere kirin, lez dan xebatên xwe yên hilbijartinê. Hûn dixwazin li ser pêvajoya hilbijartinê bi tevahî çi bibêjin?

Di warê pêvajoya hilbijartinê de, ez difikirim ku divê em xwe zêde nexapînin. Lê hêzên çep ên demokratîk ên Tirkiyeyê û gelê Kurd di vê pêvajoyê de dikarin xwe hîn bêhtir xurt bikin. Divê gelê me ji kesên din tiştekî hêvî neke û divê gelê me ji xwe bawer be. Li Tirkiyeyê du tifaqên xurt hene. Tifaqa Cûmhûr û tifaqa Mîllet. Tifaqa Mîllet a bi navê Maseya Şeşkesî jî tê diyarkirin, salek e nîqaş dikin û gelek nivîs amade kirine, projeyên xwe danîne holê, tê gotin tiştên ku bi hezaran nivîs û pirtûkan were îzah kirin, wan tiştên ku wê bikin diyar kirine. Lê di van projeyên wan de doza Kurdan tune. Wekî peymana Lozanê. Helbet Lozan jî di sedsaliya xwe de, di rojevê de ye. Nêzî salekê li Lozanê jî nîqaş kiribûn. Di civînan de tevî nîqaşên li ser Kurdistanê û Kurdan, di nava belgeyên ku hatine belavkirin de behsa Kurdan nayê kirin. Kurd tune hatine hesibandin û jixwe piştre li Kurdistanê trajediyên mezin hatin jiyîn. Hemû qetlîamên heta niha hatine kirin, li ser wê bingehê hatine kirin. Maseya Şeşkesî jî ewqasî nîqaş kir, lê behsa pirsgirêka Kurd jî nakin. Lê eger kesek nikaribe pirsgirêka Kurd çareser bike, nikare li Tirkiyeyê demokrasiyê pêş bixe. Heta ku dewleta Tirk li dijî gelê Kurd di pozîsyona şer de be, yanî heta aştî nebe, demokrasî li Tirkiyeyê pêş nakeve. Ev yek. Ya duduyan jî aboriya Tirkiyeyê wê sererast nebe.

Trollên AKP'ê car caran diyar dikin ku ji bo vî şerî heta niha 2,5-3 trîlyon dolar hatiye xerckirin. Yanî Tirkiye hemû qezenca xwe ji bo şer xerc dike. Îcar li hemberî kê? Li dijî Kurdan. Kurd çi dixwazin? Kurd mafên xwe yên xwezayî dixwazin. Yanî çawa ku hemû gelên cîhanê xwedî mafê ziman û xwerêveberiyê ne, gelê Kurd jî van tiştan dixwaze. Kurd veqetînên naxwazin. Dixwaze bi hev re bijî lê di heman demê de mafên xwe yên xwezayî jî bi dest bixe. Lê belê desthilatdarî vî tiştî mezin dikin, wekî tiştekî ku wê dawiya Tirkiyeyê bînin, nîşan didin. Dibêjin ‘destên ji derve hene’ lê ev jî jixwe dereweke mezine . Bi senaryoyên wisa dixwazin li hemberî Kurdan operasyonan bikin û mirin û tunekirinê layiqî Kurdan bibînin. Yanî dixwazin pirsgirêka Kurdan bi mirinê çareser bikin. Dixwazin bi kuştina ciwanên Kurd, kuştina pêşengên Kurd, qirkirina gelê Kurd, bi êşkenceya psîkolojîk a li ser Rêberê Gelê Kurd doza Kurd ji holê rakin. Hesabê wan ev e. Heta ku dewlet dev ji vê nêrîna xwe bernede wê li Tirkiyeyê demokrasî bi pêş nekeve û wê aborî xurt nebe. Ji ber vê meseleya esasî doza Kurdan e lê Maseya Şeşkesî jî doza Kurdan nabîne. 

Ji ber vê yekê mijara herî girîng di vir de xwe xurtkirina hêzên welatparêz û demokratîk e. Bi gotineke din, girîng e ku ew bixebitin, mezin bibin û zêdetir kesan bînin parlamentoyê. Ger ev beş xwe xurt bikin û di siyaseta Tirkiyeyê de çalaktir bibin, wê demê dikarin rê li ber gelek tiştan vekin. Ji bo vê jî divê bêyî ku ji kesî hêvî bikin xwe bispêrin hêza xwe. Ji bo vê jî gelê me, derdorên demokratîk, hêzên tifaqa Kurdistanî û Tirkiyeyî divê bixebitin. Rast e ku mîtîng û axaftinên medyayî jî pêwîst in, lê gelê me hestiyar e; lazim e mal bi mal bigerin, li hemû gundan bigerin. Mesela, bi taybetî kesên ku dengê xwe dane AKP’ê û hemû misilmanên dilpak ên xwedî hestên însanî, divê mirov biçin çayeke wan vexwin. Çima? Ji ber ku tişta ku AKP dike, tu eleqeya xwe bi mirovatiyê, Îslamiyetê û hiqûqê re nîne. Wan hemû gel birçî hiştine û gelême muxtacî nan û pîvazekê kirine. Divê hemû Kurd vê bêmerhamet û bêwijdaniya li hemberî gelê me biînin. Divê her cerdevan jî vê bibîne.  Hemû kesên heta niha bi AKP’ê re bûn divê vî tiştî bibînin. Divê mirovên me vî tiştî bibînin, biçin serdana van kesan û li ser vî esasî bixebitin.  

Bi rastî ev serdemek girîng e. Ger kesek bêwijdanî û bêedaletiyeke wiha li ber çavan negire û tevî vî tiştî dengê xwe bide AKP'ê, wê ev tişt ji bo wan bibe felaket. Yanî wê bibe xiyaneta ku gelê Kurd bi xwe dike.

Mînak, çiqas heqaret û neheqî li malbata Şenyaşar a li Pirsûsa Rihayê kirin. AKP'yiyan ev kirin, AKP'ê jî li kesên ku ev tişt kirin, xwedî derket. Niha malbata Şenyaşar ji Rihayê bûye namzet, lê AKP’ê ji Rihayê jî wezîrê dadê kiriye namzet. Ev tê çi wateyê? Yanî dibêje ‘Hûn dibêjin bêdaletî tune, a ji we re edalet’. Xwe dide ferzkirin dixwaze bêealetiyê wekî edalet nîşan bide. Dixwaze bi neheqî û bêedaletiya li wir, zextê li ser gelê me bike û gelê me bitirsîne. Ev mînakek e. 

Mînakek din jî; wek hûn jî dizanin li navçeya Şaxê ya Wanê 2 mirovên me ji helîkopterê avêtin. Di encamê de Servet Turgut şehîd bû, Osman Şiban ji mirinê vegeriya. Lê niha 7 sal û nîv ceza dane Osman Şibanê ku ji mirinê rizgar bûye. Çawa dibe! Tu lê didî, ji helîkopterê diavêjî; li erdê pê li wî dikî, tu bi leşkerên xwe didî lînçkirin û piştre ceza lê dibirî!

Mînak mijareke din a ku niha di rojevê de ye, Doza Kobanê ya li hemberî HDP'yiyan hat vekirin. Doza Kobanê çi ye? Gelê me li seranserê Kurdistanê li dijî DAIŞ’ê meşiyan. DAÎŞ li ber deriyê Kobanê bû û dikira Kobanê bistenda. Gelê me jî ji bo ku bala hemû cîhanê bikşîne ser xeteriya ku nêzîk dibe û ji bo ku her kes piştgiriyê bide Kobanê meşiya. Lê Tayyîp Erdogan çi kir? Ferman da polîsên xwe û got 'bikujin, lê bidin'. Yanî hem 53 mirovên me qetil kirin, hem jî li HDP’ê doz vekirin û ji bo her yekî cezayê muebbetê yên giran dixwazin. Ew qasî jî neheqî nabe. We ferman da polîsên xwe û polîsên we jî ev kes kuştin. Piraniya kesên hatin qetilkirin HDP'yî ne. Em bihesibînin ku hinek ji wan ne alîgirên HDP'ê ne û îdiayên wan rast bin; baş e, ji rêveberiya HDP'ê re dibêjin 'we kuşt û hûn ê bên darizandin'. Ma neheqiyek wiha heye? Lê niha ev tişt tê kirin.

Dayikên Şemiyê ji bo zarokên xwe yên ji aliyê dewletê ve hatine windakirin, her roja Şemiyê diçin  Qada Galatasarayê. Ma ji vê însanîtir, adiltir û rewatir tiştek heye? Ev dayikên hêja li hestiyên zarokên xwe digerin, lê wan dayikan digirin. Merhamet û wijdanê wan tune. Kesên xwedî merhamet û wijdan divê dengê xwe nedin van kesan û nebin şirîkên wan. Divê her kes vê rastiyê fêm bike. Ji ber vê pêdivî pê heye ku mal bi mal were gerîn. 

Ji alîyek din; li namzedên wan û li wan binihêrin, tifaqa diz û qatilan. Ji ber vê yekê yan diz in yan jî qatil in. Kesên ji nav vana dixwazin bibin parlementer ji bo dewlemendî, dizî û xizmên xwe di karan de bi cih bikin dibin namzet ne wisa? Lê di nav siyaseta Kurdan û demokratan de kes hene ku piştî ku hatine hilbijartin, dewlemend bûne. Na. Ji ber ku ev beş ji bo xizmetê diçin parlamentoyê. Hinek jî tên darizandin û girtin. Bi kurtasî divê gelê me vê cudahiyê bibîne; ji bo vê jî divê her kes bixebite û kesên ku vê ferqê nabînin jî rewşê fam bikin. Divê ji bo vê bixebite; divê helwesteke netewî nîşan bide û li dijî dijkurdtiyê helwestê nîşan bide. Bi vî awayî divê bibe îrade. Ev pêdivî ye. Ji bo vê, wekî ku min behs kir, hûn hewce ne, ku bixebitin. Dem hindik maye; loma jî divê baş bê lêkolînkirin û xwe xurtir bikin. Eger bi rastî xwe xurt bikin, hêzên demokratîk ên Tirk bi Kurdan re bibin yek, wê demê wê bibin xwedî îrade û dikarin pirsgirêkan çareser bikin. Ji bo vê jî divê her kes di vê heyamê de bi rastî baş bixebite.

Di vê serdemê de xebata bi AKP-MHP’ê û mirov dengê xwe bide wan tê wateya ku mirov çêran li xwe dike. Bi taybetî dayik di vê pêvajoyê de dibêjin ‘Divê her kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe û dengê xwe bide xwe’. Ev tiştekî gelekî başe. Erê, divê her kes dengê xwe bide xwe.