Li Wanê bi pileya 4.0 erd hejiya

Li navçeya Ebexê ya Wanê bi pileya 4.0 erd hejiya.

Piştî erdeheja di 6’ê Sibatê li navenda Bazarcix a Mereşê rûdayî ku bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dayîn, erdhejên biçûk berdewam in.

Li gorî saziya AFAD’ê ya Tirkiyeyê ragihandî, di saet 07:07’an de li navçeya Ebex a Wanê, di kurahiya 7 kîlometre de erdehejek bi pileya 4.0 çêbû. Her wiha hate ragihandin ku erdhej ji herêmên derdor jî hate hîskirin.

Her wiha Resetxaneya Kandîliyê jî diyar kir ku li navçeya Ebex a Wanê heman saetê di kurahiya 4 kîlometre de erdhejek bi pileya 4.0 çêbû.