Şêniyên Mexmûrê serdana şîna Şehîd Fîraz Zîlan kirin

Şêniyên Mexmûrê serdana şîna ku ji bo gerîlayê HPG’ê Şehîd Fîraz Zîlan hatî danîn, kirin.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo gerîlayê HPG’ê Fîraz Zîlan ku li gel du hevrêyên xwe di Çileya sala 2023’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn, konê sersaxiyê hat vedan.

Gel û tevahî xebatkarên wargehê serdana konê sersaxiyê kirin û li ser navê kesên amade, Hacî Nerexî axivî. Nerexî destpêkê sersaxî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîlayên serê çiya û malbata şehîd re xwest û got: “Şehîd Fîraz ne şehîdê yekem e, em bi şehîdên xwe serbilind in. Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê bi hovane êrîşî tevahî azadîxwazan dike. Em civakek azadîxwaz û berxwedêr in, em ê serbikevin. Di vê rêyê de em ê şehîdan jî bidin, ji ber ku serkeftin ewqas ne hêsan e. Wek gelê Mexmûrê em soz didin, em ê heta dawî li ser şopa şehîdên xwe bimeşin û em ê xeyalên wan serbixin.”

Li ser navê malbatê, mamê Şehîd Fîraz, Mûrad Deştanî axivî, xêrhatina gel kir û wiha anî ziman: “Zarokên Kurdan ji bo azadiya welat têkoşîn dikin û canê xwe feda dikin. Şehîd nirxên me ne. Her şehîd rûmetên me ne û em ê heta dawî xwedî li rûmeta xwe derbikevin. Em dizanin wê xwîna şehîdan li erdê nemîne û em ê bi saya wan şehîdan azadiyê bidest bixin. Em soz didin, em ê heta dawî li gel şehîdên xwe bin û em ê şopdarên doza wan bin.”

Herî dawî dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.