Nûnertiya HDP'ê ya li Hewlêrê: Kujerê Turelî endamê AKP-MHP'ê ye

Nûnertiya HDP'ê ya li Hewlêrê qetilkirina karsaz Huseyîn Turelî şermezar kir û bang li rayedaran kir, ku pêşî li van bûyerên kuştinê bigirin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku kujerê Turelî, endamê AKP-MHP'ê ye.

Nûnertiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya li Herêma Kurdistanê têkildarî qetilkirina karsaz û welatparêzê ji Bakurê Kurdistanê Huseyîn Turelî daxuyaniyek da, ku Turelî doh saet di 20:30'î de li Famîly Mallê hate qetilkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku siyasetmedarên HDP’ê ji ber zextên AKP û MHP’ê neçar dimînin ji Bakurê Kurdistanê derbikevin û berê xwe bidin Başûrê Kurdistanê, lê êrişên rêxistina îstîxbaratê ya dewleta Tirk (MÎT) bi hevkariya hin hêzên herêmê li ser siyasetmedaran zêde bûne.

Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin; "Bi taybetî di sala 2021’ê de êriş zêde bûn û li Silêmaniyeyê Yasîn Bûlût, Zekî Çelebî, Nagihan Akarsel û mamosta Şemal hatin şehîdxistin.

Hê jî kujerên Huseyîn Turelî nehatine girtin, beriya bûyerê jî Hûseyîn Turelî rastî êrişek çekdarî hatibû û birîndar bibû. Ev êrişên MÎT'ê ji bo gef û tinekirina kesayetên siyasî yên Bakurê Kurdistanê, ên li Başûrê Kurdistanê niştecih bûne, tên kirin. Kesê ku Huseyîn Turelî şehîd xist, endamê AKP û MHP'ê ye.

Em bi tundî êrişa hovane şermezar dikin, divê aliyên peywendîdar ên Duhokê kujer bibînin, nehêlin bireve û bigrin."