YNK'ê bersiv da Barzanî: Xakfiroş ew in ku baregehên Tirkiyeyê anîne Duhok û Hewlêrê

YNK'ê bersiv da Mesrûr Barzanî û destnîşan kir ku xakfiroş ew kes in ku hiştine Tirkiye li Hewlêr û Duhokê bi sedan baregehên leşkerî ava bike.

Di 16’ê Nîsanê de Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê tevlî fitarê bibû û gotibû; “Em ti carî nikarin bibin hevkarê xiyanet, gendelî, teror, tirsandin, wêrankirin û bikaranîna xelkê ya ji bo berjewendiyên xwe.”

Malbenda 3 ya Yekîtiya Nîştiman a Kurdistan (YNK) ya Hewlêrê bi daxuyaniyekê bersiva Mesrûr Barzanî da.

Daxuyanî wiha ye:

“Xakfiroş ewin ên zêdetirî sed baragehên leşkerên Tirkiyeyê anîne sînorên parêzgeha Hewlêr û Dihokê. Xakfiroşî ewe ku rê ji bo şehîdxistina welatiyan xweş dikin û daristan û jîngeha Kurdistanê wêran dikin. Daxuyanî û helwesta serokê kabîneya 9’em, di warê siyasî, aborî, dîplomasî û karê bihevre jî, Herêma Kurdistanê ber bi tunelek tarî ve dibe.

Ya ku niha li Herêma Kurdistanê rû dide, binpêkirina hemû pîvanên dewletbûnê ye, sedema vê jî teror û siyasîne. Hikumraniya herêmê hemû dem li ber piyê Bexdayê ketiye, ma divê hun şanaziyê bi çi bikin? Ma ji bilî tevlîhevkirin û nehiştina taybetmendiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê, çi di çanteyê wî de maye ku bavêje? Li ser asta cîhanê jî hemû dosyayên piştevaniyê dûrxistiye, li ser asta navxweyî jî hemû yekîtiyê têkbiriye û hewl dide hemû têkiliyan jî sifir bike.

Ev biradere di warê aboriyê de jî hemû çavkaniyên dahat, mûçeyê mamosta, pêşmerge û polîsan gihandiya qonaxek tarî."