KESK: Têkoşîna Emîne Şenyaşarê ji bo kesên ji bo aştiyê têdikoşin mînak e

Berdevkê Serdemê yê Platforma Şaxê KESK'ê ya Îzmîrê Veysel Beyazadam, li ber Edliyeya Rihayê bû mêvanê sifreya fitariyê ya malbata Şenyaşarê û got: “Têkoşîna Emîne Şenyaşarê ji bo hemû kesên ji bo aştiyê têdikoşin mînak e.“

Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrîşî malbata Şenyaşarê kir. Di encama êrîşê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşarê hatin qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya Malbata Şenyaşarê di roja 758'an de berdewam dike.

Malbata ku li ber pankarta "Ji malbata Şenyaşar re edalet" nobetê digre, bi boneya meha Remezanê li vir jî difitire.

Endamên Platformên Şaxên Îzmîr, AMed, Dîlok, Semsûr, Wan û Rihayê yên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) û endamên Tumbel-Sen a Şaxa Amedê bûn mêvanê sifreya fitariyê ya malbata Şenyaşarê.

Beriya fitariyê Hevserokê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk axivî. Bozgeyîk destnîşan kir ku ew careke din dubare dikin ku ew li cem malbata Şenyaşarê ne. Paşê Berdevkê Serdemê yê Platforma Şaxê KESK'ê ya Îzmîrê Veysel Beyazadm axivî. Beyazadam jî destnîşan kir ku têkoşîna birûmet a Emîne Şenyaşarê ji bo hemû kesên ji bo aştiyê têdikoşin mînak e.

Piştî axaftinan bi azanê re malbata Şenyaşarê û mêvanên wan fitirîn.