Li Hezexê zarokek jî di nav de 4 kes hatin destgîrkirin
Li navçeya Hezex a Şirnexê di serdegirtina malan de ku ji aliyê polîsên Tirk ve hat kirin de zarokek jî di nav de 4 kes hatin destgîrkirin.
Li navçeya Hezex a Şirnexê di serdegirtina malan de ku ji aliyê polîsên Tirk ve hat kirin de zarokek jî di nav de 4 kes hatin destgîrkirin.
Li Taxa Turgut Ozalê di saetên sibehê de bi awayekî hemwext serdegirtin pêk hat.
Polîsan bi ser gelek malan de girt û Yusuf Duman, Rojhat Karaviş û Harûn Yagan û zarokê bi navê Bedirxan Balat (16) destgîrkirin.
Sedema destgîrkirinê nehate eşkerekirin, hat ragihandin ku dibe ku hejmara kesên bên destgîrkirin zêde bibe.