Bi girseyî serdana şîna gerîlayê HPG’ê Selîm Esmer hat kirin

Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî yên Amedê bi girseyî çûn serdana şîna gerîlayê HPG‘ê Selîm Esmer ê ku di 25’ê Gulana 2017’an de di êrîşa artêşa Tirk a dagirker de şehîd bibû.

Gerîlayê HPG’ê Selîm Esmer (Nûman Amed) di encama êrîşa hewayî ya di 25’ê Gulana 2017’an a li Herêmên Parastinê yên Medyayê de Şehîd bibû. Piştî ragihandina nasnameya Esmer, malbata wî li Mala Şînê ya Hewedan a li Rezan a Amedê şîn danî. 

Komeleya Piştgirî Piştevanî Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Mirovahiyê Windakirin re (MEBYA-DER), namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Lêkolîna Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER), endamên Hewldana 78’an a Amedê û rêxistinên HDP, DBP, Partiya Çepên Kesk ên navend û navçeyan ên Amedê bi awayekî girseyî çûn serdana malbata Esmer. Di şînê de ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn rêz hate girtin û piştre jî nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî sersaxî ji malbata Esmer re xwestin.