Şehîdên ked û demokrasiyê li Mexmûrê hatin bîranîn

Şehîdên ked û demokrasiyê Ehmed Mijinî û Sofî Emîn Mijinî li Mexmûrê hatin bîranîn.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) şehîdên kedê Ehmed Mijinî ku di 7’ê Sibatê de jiyana xwe ji dest dabû û Sofî Emîn Mijinî ku di 1’ê Adarê de jiyana xwe ji dest dabû, hatin bibîr anîn.

Bîranîn li Saziya Malbatên Şehîdan, bi tevlîbûna sedan şêniyên wargehê û bi deqeyek rêzgirtin destpêkir. Piştî rêzgirtinê sicîla herdu şehîdên kedê hatin xwendin.

Piştî wê Mamosta Evdila Mijinî axivî û sersaxî ji her du malbatan re xwest û got: “Her du şehîdên me jî, ji botanê hatin Mexmûrê û ev zêdeyî 40 salin, têkoşîn ji doza Kurd re dikirin. Em bi saya wan şehîdan bûn xwedî vîn û me bi saya Sofî Emîn û Ehmed’an xwe û doza xwe naskir. Her du şehîdên me jî di hemû kar û xebatan de cihê xwe girtin û heta nefesa xwe ya dawî têkoşiyan. Bi ti awayî serê xwe ji dijmin re ne tewandin. Em bi ked û doza wan serbilindin.”

Piştre Endama Kordînasyona Meclîsa Îştar Nûran Sezgîn peyivî û wê jî di serî de tevahî cangoriyên azadiyê bibîr anî û ev tişt gotin: “Li Dihokê xebatkarek yê Bakûrê Kurdistanê hat qetilkirin, em bibîr tînin û wê êrişê şermezar dikin. Mam Sofî Emîn tevahî jiyana xwe ji bo doza Kurd bexşand. Em çi bêjin jî, em nikarin keda wan bînin ser ziman. Bi salan, Mam Sofî Emîn di tendûristiyê de xebat daye meşandin. Mam Ehmed jî heman şêweyê navber nedaye xebatên xwe û heta dawî karê xwe dane meşandin. Em wek xelkê Mexmûrê bi saya keda kesên wek Mam Ehmed û Sofî Emîn an, serbilindin.”

Her wiha li ser navê malbata Şehîd Ehmed, Nezîr Mijinî axivî û wiha behsa jiyan û keda Şehîd Ehmed kir: “Bi salan herdu şehîdan ked dane û bi salan di çiyayên Kurdistanê de mane. Li Metîna, Garê, Heftenîn û bi dehan cihên cuda kar dane meşandin. Di nava Mexmûrê de jî têkoşîna xwe dane berdewam kirin û kedek mezin ya van herdu şehîdan heye. Em jî soz didin, emê heta dawî li ser şopa şehîdan bimeşin û emê doza wan bidin berdewam kirin.”

Herî dawî jî li ser navê malbata Şehîd Sofî Emîn jî kûrê wî Xûrşîd Mijinî axivî û wê jî di destpêka axaftina xwe de sersaxî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê wargehê re xwest û ev tişt anîn ser ziman: “Bavê min, gelek zehmetî û zorî kişand in. Lê ti caran dest ji doza xwe berneda. Li Bakûrê Kurdistanê malên me hatin şewitandin û em hatin Başûr, li vir jî karê xwe da berdewamkirin û heta nefesa xwe ya dawî têkoşîn ji doza Kurd re kir. Em wek zarokên wê, heta dawî emê li ser şopa bavê xwe bimeşin. Ji ber ku şopa şehîdan azadiyê tîne û em bi şahadeta bavê xwe serbilindin.”

Herî dawî dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Şehîd Namirin’ hatin berzkirin.