Çeperên berxwedanê ji bejahî û hewayî ve hatin bombekirin
Artêşa Tirk a dagirker di 17 û 18'ê Nîsanê de li Girê FM, Girê Cûdî, Çemço û Sîdayê çeperên berxwedanê 12 caran bi helîkopterên êrîşê, 36 caran jî bi obus, tank û çekên giran bombe kir.
Artêşa Tirk a dagirker di 17 û 18'ê Nîsanê de li Girê FM, Girê Cûdî, Çemço û Sîdayê çeperên berxwedanê 12 caran bi helîkopterên êrîşê, 36 caran jî bi obus, tank û çekên giran bombe kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker agahî parve kir. Daxuyanî wiha ye:
"Li herêma Zapê;
17'ê Nîsanê sate di navbera 04:00 û 07:00 de artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran êrîş bir ser Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî. Hêzên me jî ji bo xwe biparêzin neçar man bersivê bidin û di encamê de jî şer qewimî.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
17 û 18'ê Nîsanê çeperên me yên li Qadên Berxwedanê yên Girê FM, Girê Cûdî, Çemço û Sîdayê 12 caran bi helîkopterên êrîşê, 36 caran jî bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."