‘Qîrîna dêya min a ji bo edaletê li kuçeyên Rihayê olan dide‘

DBP, HDP û Partiya Çepên Kesk li ber Edliyeya Rihayê bûn mêvanê sifreya fitariyê ya malbata Şenşayarê.

Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrîşî malbata Şenyaşarê kir. Di encama êrîşê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşarê hatin qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya Malbata Şenyaşarê di roja 757'an de berdewam dike.

Malbata ku li ber pankarta "Ji malbata Şenyaşar re edalet" nobetê digre, bi boneya meha Remezanê li vir jî difitire.

Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk ên Pirsûsê îro serdana Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşarê kirin û li ber Edliyeya Rihayê bi malbatê re fitirîn. Piştî fitariyê Endama MeclÎsa Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Nahîd ekIliç, anî ziman ku ji roja roj de li cem malbata Şenyaşarê ne.

Paşê Ferît Şenyaşar axivî. Şenyaşar jî got: "Qîrîna dêya min a ji bo edaletê li kuçeyên Rihayê olan dide."