3 şehîdên HPG’ê yên nasname diyar, li goristana bêkesan hatin veşartin

Cenazeyên sê gerîlayên HPG’ê, li gel ku nasnameyên wan diyar bûne, bêyî haya malbatên wan pê bixin, li goristana bêkesan veşartin.

Hat zanîn ku cenazeyên sê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku 12’ê Adarê di êrîşa dewleta Tirk a li dijî herêma Omeriya de şehîd bûn, bêyî ji malbatên wan re bibêjin, li goristana bêkesan veşartine. 

Malbata gerîlayê HPG’ê Alî Akdogan ku şehîd bûye, serî li dozgeriyê da. Hat diyarkirin ku malbatê daxwaza testa DNA’yê kiriye û Serdozgerê Komarê yê Mêrdînê jî ji malbatê re wiha gotiye: “Biçin, bimînin li hêviya encamê.“

JI MALBATÊ RE HATIYE GOTIN KU BILA 6 MEHAN LI HEVIYA ENCAMA DNA’YÊ BIMÎNE

Hat diyarkirin ku ji malbatê re hatiye gotin ku şeş meh bi şûn de wê dor were ser. Ji ber ku pêşî dor dane mexdûrên erdhejê.

JI BO MALBAT ÊŞÊ BIKIŞÎNE

Malbatê bertek nîşan da ku çima qeyda kurê wan li nexweşxaneyê heye lê nadin wan û wiha got: “Li me negeriya û ew veşartin. Me ewqas hewil da lê tu encam jê çênebû. Ji bo em êşê bikişînin, li goristana bêkesan veşartin. Li gel ku nasname û navnîşan keşf kirine, çima bêyî ku ji malbatê re bibêjin, vedişêrin.“

Malbat, piştî ku çû goristana bêkesan ku kurê wan lê hatiye veşartin, vegeriya Wanê.