Li Girtîgeha Bolûyê berdana 12 girtiyan hate astengkirin

Li Girtîgeha Tîpa T a Bolûyê berdana girtiyên ku 30 sal in di girtîgehê de ne, hate astengkirin. 12 girtî ji ber ku ‘poşmaniyê’ qebûl nakin, nayên berdan.

Di sala 1993'an de leşkerên Tirk bi ser gundê Xirabêşeref ê navçeya Hezex a Şirnexê de girtin, Ahmet Zenger, Osman Kapan, Suleyman Sungur, Ramazan Ozalp, Nûrî Arî, Abdullah Oflas û Ramazan Ozyigit girtibûn. Cezaya giran a hetahetayî li van 7 kesan hatibû birîn.

Yek ji girtiyan Suleyman Sungur di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da û girtiyê nexweş Ramazan Ozal jî di sala 2014’an de piştî hate berdan, 3 meh şûnde jiyana xwe ji dest da. Nûrî Arî û Abdullah Oflas di 12'ê Sibata 2023'an de ji Girtîgeha Tîpa T a Şakranê ya Îzmîrê, di 6'ê Sibatê de jî Ramazan Ozyigit ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê hatin berdan.

Cezayê Ahmet Zenger (63) ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L ya Espiye ya Gîresûnê girtî ye, bi hinceta “poşmaniyê” qebûl nekir,  ji aliyê Lijneya Rêvebir û Çavdêriyê 6 mehên din hat dirêjkirin.

Osman Kapan ê ku li Girtîgeha Tîpa T a Bolûyê girtî ye jî berdana wî hate betalkirin. Divê Osman Kapan di meha Nîsanê de bihata berdan lê berdana wî hate betalkirin. Bi hinceta ku ‘poşmanî’ qebûl nekiriye, berdana wî 3 mehan hate dirêjkirin. Kapan bi nameyeke ku ji malbata xwe re şand qala van binpêkirinan kir. Kapan anî ziman ku giştînameya ku ji aliyê Wezareta Edaletê ve ji bo girtiyên nexweş hatiye dayîn alîgir e û got, "Girtiyên Kurd ên welatparêz û şoreşger ên 20-30 sal in di girtîgehê de ne û cezayê wan bi awayekî normal bi dawî bûye, nayên berdan. Li Girtîgeta Tîpa T a Bolûyê yek ji girtiyên şoreşger û welatparêz Erdal Tûncer berdana wî 5 caran, Adnan Karakaş, Seyfettîn Bahar û Osman Aslan berdana wan 3 caran û Nîzam Algunerhan, Fuat Guler, Ferît Orak, Abdûlhamît Babat, Mehmet Zahar, Yahya Anîk, Musa Şanak û Mehmet Înal cara duyemîn berdana wan tê taloqkirin.

Di nameya Kapan de hat hînbûn ku kesên berdana wan tê taloqkirin, 30 sal in girtî ne û Nîzam Algunerhan û Ferît Orak jî di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) de ne.