Heyva Sor a Kurdistanê encamên kampanya 'Rojhilat ne bi tenê ye' ragihand

Heyva Sor a Kurdistanê encamên kampanya alîkariyê ya ji bo serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' ragihand û diyar kir ku bi giştî bi 77 hezar û 750 Euro alîkarî ji mexdûran re hatiye şandin.

Nûnertiya Rojhilatê Kurdistanê ya Heyva Sor a Kurdistanê li ser alîkariyên ji bo Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku piştî destpêkriina xwepêşandanên li dijî desthialtdariya Îranê, li Rojhilatê Kurdistanê bi sedan kes şehîd bûn, gelek kes birîndar bûn û krîzeke giran a aboriyê bandor li şêniyên herêmê kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Heyva Sor a Kurdistanê weke rêxistineke xêrxwazî, mirovahî û niştimanî kampanyayek bi navê 'Rojhilat ne bi tenê ye' ji bo alîkariya qurbaniyên şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî' ya li Rojhilatê Kurdistanê kir.

Piştî 4 mehan ji destpêkirina vê kampanyayê em ê encamên vê kampanyayê ji raya giştî re ragihînin û dawiya vê kampanyayê ragihînin. Di çarçoveya vê kampanyayê de, piştî banga Heyva Sor a Kurdistanê ya ji bo alîkariya qurbaniyên xwepêşandanan, komeke xêrxwaz, azadîxwaz û welatparêzên li derveyî welat bi berpirsyariyeke mezin hatin ser vê bangê.

Mixabin dema ku em mijûlî gihandina alîkariyan ji bo qurbaniyên şoreşa jinan, jiyan û azadiyê bûn, erdhejek li bajarên me rû da û êşa gelê me kûrtir kir."

ENCAMÊN KAMPANYAYÊ

Li gorî daxuyaniyê, encamên kampanya 'Rojhilat ne bi tenê ye' bi vî rengî ne:

"* Alîkariya ku di çarçoveya kampanyayê de hatiye komkirin bi giştî 23 hezar Euro ye.

*  Alîkariyên ku ji mexdûrên protestoyên Jin, Jiyan, Azadî û mexdûrên erdhejê re hatine şandin bi giştî 77 hezar û 750 Euro ye.

Alîkarî di rêza pêşîn de gihîştiye xwediyên jêrîn:

* 98 birîndar
* 53 malbatên şehîdan
* 89  Astengdar
* 100 malbatên ku erdheja bajarê Xoy de bûne mexdûr" 

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li vir weke Heyva Sor a Kurdistanê, nûnertiya Rojhilatê Kurdistanê, tevî ku em dizanin ku me tenê kariye beşeke pir kêm ji pirsgirêkên aborî yên gelê xwe dabîn bikin, lê em dawiya vê kampanyayê radigihînin."

Di daxuyaniyê de spasiya xêrxwazan hate kirin.