KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
KONGRA-GEL: Ji bo azadiya Rêber Apo em berê xwe bidin Strasbourgê
Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL got, "Ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî, ji bo nîşandana daxwaza 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' em bang li gelê xwe dikin ku bi xurtî tevlî meş û mîtînga li Strasbourgê bibe." -
Li Wanê berxwedan: Em ê rê nedin xespê!
Piştî cezayê li Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan hatî birîn, berxwedana gel bi çalakiyên cur be cur didome. Heta siharê li ber şaredariyê çalakiya nobetê dom kir û ciwanan jî li taxan biryar protesto kirin. -
Xelkê Wanê wê berxwedana xwe ya li dijî desteserkirina îradeyê dewam bike
Parlamenteran Wanê ya DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît anî ziman ku xelkê Wanê beriya niha bersiveke xurt dabû hewldana qeyûm û got, li dijî vê desteserkirina îradeyê jî têkoşîn wê bi biryardarî dewam bike. -
Gelê Wanê tevî hewaya sar jî li pêşiya şaredariyê kom dibin
Piştî ku ceza li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan hate birîn gelê Wanê tevî hewaya sar li pêşiya avahiya şaredariyê kom bûye. Dê di saet 21.00’an de çalakiya girtina gilopan were lidarxistin. -
Şîna Azîz Koyluoglu: Dewleta Tirk sûcê şer kir
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar, di şîna rojnamevan Azîz Koyluoglu yê ku li Ranya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hat qetilkirin de axivî û got ku dewleta Tirk sûcê şer kiriye. -
Li Silêmaniyeyê greva birçîbûnê: 3 mamoste rakirin nexweşxaneyê
Li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Silêmaniyeyê, berxwedana mamoste û karmendan a ji bo wergirtina mûçeyên xwe bi rengê greva birçîbûnê dane destpêkirin di roja 15'an de ye. -
Çalakiya şermezarkirinê: Gelê Wanê wê rê nede!
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan nerazîbûn nîşanî cezayê lê hatiye birîn da û got, "Em ê îradeya milyone û 200 hezar mirovên ji Wanê bi serbilindî biparêzin." Hevşaredar Neslîhan Şedal jî got, "Xelkê Wanê wê rê nede." -
Nasnameya 2 şehîdan hate eşkerekirin
HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên li Heftanînê şehîd bûn eşkere kir û got, "Ji bo parastina hebûna gelê me û pêkanîna azadiyê bi rengekî fedaî têkoşiyan." -
Aba: Tirkiye bi rengekî hiqûqî nêzî 'mafê hêviyê' nabe
Nûnerê Amedê yê TÎHV'ê Mûrat Aba anî ziman ku Tirkiye ne bi rengekî hiqûqî lê bi awayekî siyasî nêzî 'mafê hêviyê' dibe û destnîşan kir ku 'mafê hêviyê' divê weke pirsgirêkeke civakî bê nirxandin. -
Ayten Dersim: Armanca me ya dawî azadiya Rêbertî û statuya Kurdistanê ye
Endama Koordînasyona PAJK'ê Ayten Dersim got, "Armanca me ya dawî azadiya fîzîkî ya Rêberê me û pêkanîna statuya Kurdistanê ye." -
Navê Gulistan Tara û Hêro Bahadîn li cadeya lê şehîd bûbûn hat kirin
Rojnamevan û çalakvanên siyasî navê şehîd Gulistan Tara û Hêro Bahadîn li cadeya lê şehîd bûbûn kirin û peyama “Em ê li ser şop û rêya hevrêyên xwe dewam bikin” dan. -
Cezayên îdam û girtîgehê li 3 girtiyên Kurd hate birîn
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê diyar kir ku Dadgeha Urmiyeyê Îranê cezayê darvekirin û girtîgehê li 3 girtiyên siyasî yên Kurd birî. -
Girtiyekî ji Rojhilatê Kurdistanê 8 roj in di hucreyê de di greva birçîbûnê de ye
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku girtiyê ji Rojhilatê Kurdistanê Îbrahîm Mûhammedî 8 roj in li hucreya yek kesî di greva birçîbûnê de ye. -
Ji bo rojnamevan Azîz Koyluoglû şîn hate danîn
Ji bo Azîz Koyluoglû ku di êrîşa dewleta Tirk de hate qetilkirin, li Amedê malbata wî û kedkarên çapemeniya azad şîn danîn. -
HPG'ê Fedakar Şengalî bi rêzdarî bi bîr anî
HPG’ê gerîlayê şehîd bi rêzdarî û minetdarî bi bîr anî û got, “Em soza xwe dubare dikin ku bibin şopdarê xeyala hevrê Fedakar a ‘Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad û Êzidxana Azad’.” -
Rojnamevan Azîz Koyluoglû li Mexmûr û Silêmaniyê hat bibîranîn
Di daxuyaniyên çapemeniyê yên li Wargeha Penaberan a Şehîd Rutsem Cûdî (Mexmûr) û Silêmaniyeyê de Rojnamevan Azîz Koyluoglû ku bi êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker şehîdî bû, hat bîranîn. -
Hêzên PDK'ê li Hewlêrê avêtin ser ofîsa KNN TV
Hêzên girêdayî PDK’ê bi ser ofîsa televîzyona KNN TV’yê ya li Hewlêrê de girtin û dest danîn ser alavan. -
HPG: dewleta Tirk û hêzên sînor ên Iraqê êrîşî gerîla kirin
HPG'ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û hêzên sînor ên Iraqê êrîşî gerîla kirin û got, "Yên êrîşî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê dikin, kî dibe bila bibe, gerîla xwedî wî mafî ye ku li dijî her cûre êrîşan xwe biparêze." -
PDK’ê nehişt ku mamoste derbasî Hewlêrê bibin
Mamoste û karmendên ku ji bo daxwaza mafên xwe ji Silêmaniyeyê ber bi Hewlêrê ve ketibûn rê, li pêşiya bajêr ji aliyê hêzên girêdayî PDK’ê ve hatin astengkirin. -
Xeteriya li ser jiyana Ozer dewam dike
Vedat Ozer ê ku nexweşê epîlepsiyê ye, doh li Amedê piştî mitînga ‘Azadiyê’ di encama êrîşa polîsên Tirk de birîndar bibû. Hat hînbûn ku xetereya li ser jiyana Ozer dewam dike. -
Ragihandina Şengalê: Şerê heqîqetê bêberdêl nayê meşandin
Ragihandina Azad a Şengalê qetilkirina rojnamevan Azîz Koyluoglû şermezar kir û got, “Em ji hovîtiya dijmin fêm dikin ku rojên azad çiqasî nêzîke.” -
Ji Rojnamevanên Başûrê Kurdistanê banga şermazerkirinê
Rojnamevanên Başûrê Kurdistanê banga tevlîbûna çalakiya protestoyî ya li dijî qetilkirina rojnamevan Azîz Koyluoglu kirin ku wê sibê li Sentera Metroyê ya Silêmaniyê bê lidarxistin. -
Polîsan piştî mîtîngê êrîşî gel û rojnamevanan kir
Li Amedê piştî mîtînga ji Rêber Apo re azadî, gelek kes bi êşkenceyê hatin binçavkirin. -
Bakirhan: Abdullah Ocalan dilê bi milyonan e
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê got, “Abdullah Ocalan hêvî û dilê bi milyonan e. Hingî ku hêviya bi milyonan di hucreyekî de bi bin îzolasyonê de be, em ji samîmiyeta we bawer nakin.” -
Tuncer Bakirhan: Bi hêza xwe ya rêxistinkirî em ê pirsgirêkan çareser bikin!
Hevserokê Giştî ya DEM Partiyê Tuncer Bakirhan got, "Eger pêvajo 1'ê Cotmehê destpê kiribe, ev yek ji ber sekna we destpê kiriye. Eger em hêz û rêxistinbûna xwe deynin holê tu pirsgirêkê ku em nikarin çaresr bikin nîne."