Ji bo rojnamevan Azîz Koyluoglû şîn hate danîn

Ji bo Azîz Koyluoglû ku di êrîşa dewleta Tirk de hate qetilkirin, li Amedê malbata wî û kedkarên çapemeniya azad şîn danîn.

ŞÎNA JI BO AZÎZ KOYLUOGLÛ

Ji bo rojnamevan Azîz Koyluoglû ku li navçeya Ranya ya Silemaniyeyê di êrîşa SÎHA ya dewleta Tirk de hate qetilkirin, malbata wî û xebatkarên Çapemeniya Azad li Amedê şîn danîn.

Şîn li Mala Şînê ya Pasûriyan a li navçeya Rezanê hate danîn. Li gel endamên rêxistinên bajar û navçeyên Amedê yên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêman a Demokratîk, parlamenterên DEM Partiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad, endamên Komeleya Çand, Yekîtî, Piştevanî ya bi Malbatên Xizmên xwe Winda kirine ya li Dergûşa Şaristaniyan gelek kesan serdana şînê kirin.