Li Silêmaniyeyê greva birçîbûnê: 3 mamoste rakirin nexweşxaneyê
Li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Silêmaniyeyê, berxwedana mamoste û karmendan a ji bo wergirtina mûçeyên xwe bi rengê greva birçîbûnê dane destpêkirin di roja 15'an de ye.
Li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Silêmaniyeyê, berxwedana mamoste û karmendan a ji bo wergirtina mûçeyên xwe bi rengê greva birçîbûnê dane destpêkirin di roja 15'an de ye.
Dr. Hêriş Seyîd Selîm da zanîn ku sê kesên di çalakiya greva birçîbûnê ya dijî nedana mûçe de, bi awayek lezgîn rakirine nexweşxaneyê.
Çalakiya greva birçîbûnê ya mamosta û karmendan ya li ber derê ofîsa Neteweyên Yekbûyî dijî nedana mûçe hatiye destpêkirin, 15 rojin bê navber dewam dike.
Cîgirê Rêveberiya Giştî ya Tenduristiya Silêmaniyê Dr. Hêriş Seyîd Selîm derbarê rewşa tenduristiya çalavkanan de agahî parvekir.
Dr. Hêriş Seyîd da zanîn ku rewşa 3 çalakvanan nebaş bûye û wana bi awayek lezgîn rakirine nexweşxaneyê. Tê gotin niha her 3 çalakvan dibin çavdêriya dixtoran de tê ragirtin.