Dadgeriya Tirk li rûniştina biryardanê ya li Dadgeha Cezayê Giran a 5'emîn a li Amedê 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan birî.
Ev biryara dadgeriya ser bi desthilatdariyê ve li pêşiya şaredariya Wanê hate şermezarkirin. Hevşaredar Abdullah Zeydan û Neslîhan Şedal jî beşdarî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de tim û tim dirûşmên "Zeydan rûmeta me ye", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" hatin qîrîn. Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî banga piştevaniyê li xelkê bajêr kir.
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan axivî û got, "Yên ku nekarîn serî li vî gelî bidin tewandin, bi lîstikên dadgeriyê hewl didin îradeya gel bişikînin."
Zeydan bi bîr xist ku piştî hilbijartinên 31'ê Adarê nexwestin mazbataya wî radestî wî bikin û got, "Yên ku hewl didin dest dînin ser îradeya gelê Wanê, ji helwesta xelkê Wanê ya bi heybet ku xwedî li îrade, hiqûq, edaletê derket, ders wernegirtin. Em weke xelkê Wanê, ku baweriya xwe bi demokrasî, hiqûq, edalet û îradeya gel tînin, em ê bi serbilindî îrade û edaleta xelkê Wanê biparêzin."
Zeydan bang li her kesî kir ku li ber vê bêdaletiyê rabin, li gel demokrasî û edaletê bin û got, "Em ê xwedî li vê îradeyê derkevin û bang li her kesî dikin ku xwedî li vê îradeyê derkevin."
Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal jî anî ziman ku li ti devera cîhanê daxwaza aştiyê sûc nîne û got, "AKP ku sê serdem in bi desteserkirina îradeya gel xwe ji bêhiqûqiyeke mezin xwedî dike, êdî hatiye ber tinebûnê."
Neslîhan Şedal destnîşan kir ku gelê Kurd li her derê li ber xwe dide, li ser piyan e û got, "Ya ku winda bike wê AKP be, bêhn li AKP'ê çikiya ye. Desthilatdariya AKP'ê li hemberî gelê Kurd ê ku nêzî bidestxistina statuyê bûye, polîtîkayeke bi hêrs dimeşîne. Dest datîne ser îradeya gel, Kurdan qetil dike. Ti tişt li pêşiya xurtbûna îradeya me nebû asteng. îro jî dixwazin dest dînin ser îrade û destketiyên gelê Kurd, lê belê em ê rê nedin wan. Gelê Wanê, ciwanên Wanê, jinên Wanê wê rê nedin wan."
Çalakiya li ber avahiya şaredariyê dewam dike.