KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
‘Mafê hêviyê pêk bînin em bi hev re aştiyê ava bikin’
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun, di mitînga azadî ji bo Rêber Apo de axivî û got, “Di 15’ê Sibatê de ‘mafê hêviyê’ pêk bînin, em aştiya ku gel bi hesreta wê ye ava bikin.” -
Li Amedê mîtînga ji Rêber Apo re azadî
Li Amedê gelê ku beşdarî mîtînga ji Rêber Apo re azadî bû, dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin jiyan azadî” berz kirin. -
Li Amed û Êlihê aqûbeta windayan hat pirsîn
Komaleya Mafên Mirovan (ÎHD) û malbatên windayan bi daxwaza “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” careke din kom bûn. -
DFG û MKG: Çapemeniya azad li dijî êrîşan ti carî gav paşve neavêt
DFG û MKG’ê, nerazîbûn nîşanî qetilkirina rojnamevan Ezîz Koyluoglu ji aliyê dewleta Tirk ve da û got, “Çapemeniya azad heta niha li dijî tu êrîş, kuştin, girtin û binçavkirinê bêdeng nema, dê ji niha û şûnde jî bêdeng nemîne.” -
DBP: Xebatkarên Çapemeniya Azad rûmeta gelê Kurd in
DBP’ê diyar kir ku qetilkirina rojnamevan Azîz Koyluoglû sûcê mirovahiyê ye û got, “Em ê her tim bi vê têkoşîna wan a pîroz re bin.” -
Jin ber bi qada mîtîngê ve meşiyan
Jin bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) ber bi qada mîtîngê ve meşiyan. -
Bi fuzeyê li baregeha Bamernê hate xistin
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Bedran Gundikremo li dijî baregeha Bamernê ya artêşa Tirk a dagirker, bi fuzeyê çalakî lidar xist. Di çalakiyê de konternira ku dagirkeran ji bo isterehetê bi kar dianîn, hate hedefgirtin. -
YRD: Rojnamevan Azîz Koyluoglû şehîd bû
YRD’ê diyar kir ku 27’ê Çileyê dewleta Tirk bi rengekî tirsonekî li Ranyayê êrîş pêk anî û di encamê de rojnamevan Azîz Koyluoglû şehîd bû. YRD’ê got, “Helbet pênûsa hevrê Azîz li erdê namîne, deng-gotina wî dê hîn xurttir bibe.” -
HPG’ê 2 şehîd bi bîr anî
HPG’ê 2 gerîlayên şehîd bi bîr anî û got, “Hevrêyên me Rojhat û Ajwan Milîtaniya Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ya di partiya me PKK’ê de şênber bûye, bi cih anîn.” -
Li Başûr 602 gund di bin metirsiya valakirinê de ne
Endamê Rêxistina CPT’ya Emerîkî Kameran Osman diyar kir ku gundên Nepaxî, Bêr Kekurê û Kafya yên li Çiyayê Garê, ji ber êrîşên hewayî yên dewleta Tirk hatin valakirin û nêzîkî 400 gund nikarin bên avakirin. -
Li Amediyê malek hate bombebarankirin
Balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li gundê Mijê ya navçeya Amêdiyê ya Duhokê malek bombebaran kir. -
Li Cizîrê bîranîna kesên li jêrzemînan hatin qetilkirin
Li Cizîrê kesên ku li jêrzemînan di 7'ê Sibatê de ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, hatin bîranîn. -
Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê Abdullah Ocalan tavilê azad bibe
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar li Çewlîgê axivî û got, "Fikrê Abdullah Ocalan îradeya gelê Kurd e" û destnîşan kir ku divê Rêber Apo tavilê azad bibe. -
Ceza li hevşaredar Bîrsen Orhan hate birîn
Li Hevşaredara Dersimê Bîrsen Orhan ji ber axaftina li çalakiyên şermezarkirinê 5 meh cezayê girtîgehê hate birîn. -
Li Halîse Aksoy 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hate birîn
Li Halîse Aksoy 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hate birîn ku cenazeyê kurê wê bi rêya kargoyê jê re hatibû şandin û hovîtî lê hatibû kirin. -
Sûham Şengalî: Iraq mecbûr e guh bide daxwaza jinan û civaka Êzidî!
Endama Komîteya Dîplomasiyê ya TAJÊ Sûham Şengalî diyar kir ku Parlamentoya Iraqê naskirina jenosîdê ji bernameya xwe derxist, yasaya efûkirina DAÎŞ’iyan erê kir û got, “Têkoşîna me ya ji bo naskirina jenosîdê wê li Iraqê û asta navneteweyî dewam bike.” -
Rojnamevan Oznûr Deger bi êşkenceyê hate binçavkirin
Bi ser mala nûçegihana JINNEWS’ê Oznûr Deger de hate girtin û bi êşkenceyê hate binçavkirin. -
Karayilan: Rêber Apo dixwaze 'Roja Reş' bike roja azadiyê
"Rêber Apo îsal dixwaze 'Roja Reş' bike roja spî, bike rojeke bedew a azad. Em di wê baweriyê de ne ku banga di vê çarçoveyê de amade kiriye wê 15'ê Sibatê bike. Li welêt û derveyî welêt divê gelê me 15'ê Sibatê bike asta herî bilind a berxwedanê." -
Bakirhan: Budçe ji şer re tê bikaranîn, ne ji erdhejzedeyan re
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan li Semsûrê axivî û diyar kir ku dewleta Tirk budçe ji şer re bi kar anî ne ji erdhejzedeyan re. -
Koordînasyona Şengalê: Biryara Dadgeha Federal a Iraqê hêja ye
Koordînasyona Şengalê biryara Dadgeha Federal a Iraqê ya redkirina Efûya Giştî erênî dît û diyar kir ku biryareke hêja ye. -
Kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan li Amedê hatin bîranîn
Li Amedê kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan li ser gora xwe hatin bîranîn. -
Balafirên şer ên Tirk bombe barandin
Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer bombe li Şarbajêr barand. -
Li Şengalê gora komî ya 54’emîn hat vekirin
Li Şengalê gora komî ya 54’emîn hat vekirin. Hat diyar kirin ku piraniya kesên ji vê gora komî derketine pêkhatiyên Şîa yên ji Şengalê ne. -
Qurbaniyên erdhejê li Mereş û Rihayê hatin bîranîn
Li Mereşê li cihê ku hezar û 400 kes lê mirin qurbaniyên erdhejê hatin bîranîn. Li Rihayê jî kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn. -
Zekî Îrmez: Her kesê daxwaza azadiyê dike divê li Amedê be
Li Amedê xebatên lidarxistina mitînga “Azadî ji bo aştiyê” dewam dikin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Zekî Îrmez, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û aştiyeke mayînde banga tevlîbûna mitîngê li gel kir.