KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Alagaş: Em ê her bêûsiliya qeyûm teşhîr bikin
Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş ragihand ku qeyûm bi serê xwe bêhiqûqî ye û destnîşan kir ku wê hemû nelirêtî û bêûsiliyên bêne kirin teşhîr bikin. -
Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Li pêşiya me du rê hene
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar diyar kir ku du rê li pêşiya wan hene û bang kir ku firsendên bi nexşerêya Rêber Apo re afirîne bêne bikaranîn. -
Bakirhan: Birêz Ocalan amadekariyeke cidî dike
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan anî ziman ku Rêber Apo amadekariyeke cidî dike û destnîşan kir ku eger ev pêvajo bi ser bikeve wê hem Kurd hem jî gelên Tirkiyeyê bi ser bikevin. -
Gerîla li Zap û Metînayê li dagirkeran xist
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku hêzên gerîla li Zap û Metînayê li dijî hêzên dewleta Tirk a dagirker çalakî lidar xistin û di encamê de gelek kel û pelên leşkerî hatin îmhakirin. -
Dewleta Tirk û PDK ji bo valakirina gundên Garê gefan dixwin
Dewleta Tirk a dagirker û PDK ji bo gundên li herêma Zêbariyan a Akrê yên li quntara Çiyayê Garê heta 6'ê Sibatê bêne valakirin, gefê li gel dixwin. -
Riham Hico: Em ê bi berxwedanê komployê bişkînin, Rêber Apo azad bikin
Berdevka TAJÊ Riham Hico diyar kir ku hevdîtinên bi Rêber Apo re dîrokî ne û got: "Bi Rêbertî re hêza çareseriya pirsgirêkan heye, lê xuya ye bi dewleta Tirk re nîne. Em ê bi berxwedana gel komployê û pergala Îmraliyê bişkînin, Rêber Apo azad bikin." -
HPG'ê nasnameya şehîdên Metînayê eşkere kir
HPG'ê 3 gerîlayên li Metînayê şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Em careke din soz didin ku li Kurdistana azad xwedî li xewn û xeyalên wan derkevin." -
'Kes nikare îradeya gelê Kurd teslîm bigire'
Parlamentera Sêrtê ya DEM Partiyê Sabahat Erdogan Saritaş got, "Her kesên ku îrade, nasname û çanda gelê Kurd nas nekir, winda kir. Kes nikare îradeya gelê Kurd teslîm bigire." -
Cezayên giran li aktîvîstên Kurd hatin birîn
Li gorî Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê (KHRN) û Radyoya Ferdayê, daraza Îranê cezayên giran li du ciwanên Kurd birîne. -
Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar li Sêrtê axivî û got, "Divê Birêz Ocalan azad bibe. Çima hêvî tenê ji Birêz Ocalan tê kirin? Dewlet çima gavekê neavêje?" -
Li ber Şaredariya Sêrtê ya desteserkirî civîna meclîsê
Hevşaredar û endamên meclîsa şaredariya Sêrtê ku şaredarî hate desteserkirin, civîna meclîsê li ber avahiya şaredariyê lidar xistin. -
Li dijî mala serokê bajarokê Sêgirkê yê DEM Partiyê êrîş pêk hat
Li bajarokê Sêgirkê yê navçeya Qilêban ya Şirnexê, li dijî mala Serokê DEM Partiyê Feysel Babat êrîşek pêk hat. -
'Di 8'ê Sibatê de li Amedê em dengê xwe bigihînin hemû cîhanê'
Li Amedê deklarasyona mîtînga 'Azadî ji bo aştiyê' hate eşkerekirin. Di deklarasyonê de bang hate kirin û hate gotin, "Di 8'ê Sibatê de li Qada Stasyonê em dengê xwe bigihînin tevahiya cîhanê." -
Şivan Hesekê: Çavkaniya berxwedana me ji sekna Îmraliyê ye
Gerîlayê Ereb Şivan Hesekê got, “Fikrên Rêber Apo dîrokî ne û em li ser wî esasî bi pêş dikevin. Ji ber neteweya demokratîk ji bo hemû gelan e, bi tevlîbûna gelan pêşketinên girîng çêdibin.” -
Gerîla TV dîmenên nû yên çalakiyan weşand
Gerîla TV dîmenên nû yên çalakiyên li dijî artêşa Tirk a dagirker weşand. Di çalakiyan de 3 konteynir, radarek û 2 kon hatin îmhakirin. -
Derbeya qeyûm hate protestokirin
Li dijî derbeya qeyûm a li ser Şaredariya Sêrtê, meş hate lidarxistin. Di çalakiyê de peyama “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” hate dayîn. -
Civînên gel ên DEM Partiyê didomin
DEM Partiyê li gelek bajaran “Çalakiyên ji bo aştiya civakî û azadiyê” lidar xist. Cîgirê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tayîp Temel got, “Gelê Kurd ji 7 heta 70 salî ji Birêz Ocalan bawer dike.” -
HPG: Çalakiyên li Gabarê ji aliyê Yekîneya Şehîd Dogan Zinar ve hatin kirin
HPG: Yekîneya me ya Şehîd Dogan Zinar li dijî barageha Tabûra Seslîce ya li TRT Gabarê ya girêdayî Şirnexê û hin bîrên petrolê, bi balafiran 4 caran bi armanca hişyariyê êrîş kirin. -
Ji Perspektîfa Rêber Apo welatparêzî û Şerê Gel ê Şoreşgerî
Di perspektîfa Rêber Apo de welatparêzî, ketiye nava têkoşîna gelan a ji bo azadiyê, sekna zanedar û çalakiyan esas digire. -
Li Sêrtê meş: Azadî wê ji Îmraliyê belavî Sêrtê bibe
Li Sêrtê li dijî derbeya qeyûm meş hate kirin. Di çalakiyê de wiha hate gotin: “Çawa ku berxwedan ji Îmraliyê heta Sêrtê didome, dê azadiya li Îmraliyê pêk bê jî li Sêrtê belav bibe.” -
HPG’ê bîlançoya şer a meha Çileyê eşkere kir
HPG’ê bîlançoya şer a Çileyê eşkere kir û got, “Di zivistanê de bi taktîkên cuda 13 caran ji hewayê, 50 caran ji bejahî ve bi giştî 63 caran gerîlayan çalakî lidar xistin.” Dewleta Tirk jî êrîşên xwe yên bi çekên kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî domandin. -
Ûyar: Zextên li girtîgehan zêde bûn
Hevserokê TUHAY-DER’ê Çetîn Ûyar ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Rojhilata Navîn banga rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir. -
Sabrî Ok: Ger di înkarê de israr bikin wê bi heman encamê re rû bi rû bimînin
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok anî ziman ku ger AKP di zîhniyeta înkarê de israr bike wê bi heman armancê re rû bi rû bimîne û got: “Ger AKP weke 2013’an nêzîk bibe wê dewleta Tirk gavekê jî pêşve neçe.” -
Gulistan Kiliç Koçyîgît: Ger hûn çareseriyê dixwazin, dev ji sepandinên faşîst berdin!
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît di çalakiya li Sêrtê de axivî û got: “Ger bi rastî hûn bi niyeta baş bin, hûn çareserî û aştiyê dixwazin, dev ji sepanên dijdemokratîk û faşîst berdin. Hûn ê vîna gelê Kurd nas bikin û destên xwe ji vîn -
Li Sêrtê meş: Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin!
Xelkê Sêrtê li dijî desteserkirina şaredariyê meşiya û diyar kir ku wê bi berxwedanê bi ser bikeve.