Duh 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê 3 sal û 9 meh cezayê hefsê da Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan. Xelkê bajar jî bertekeke mezin nîşanî cezayê hatiye dayin da. Gel, piştî biryarê li pêşiya şaredariyê dest bi çalakiya nobetê kir. Li gel ku li bajar pileya germahiyê di bin sifrê 10 derece de ye jî çalakiya li pêşiya şaredariyê heta serê sibehê domiya. Di saetên şevê de li pêşiya şaredariyê agir hate vêxistin û welatiyan li dora agir bi saetan govend gerand. Ciwanan jî bi fîşekên hewayî şev ronî kirin.
Gelek parlamenter û hevşaredar jî tevlî çalakiya nobetê bûn. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, Hevşaredara Dersimê Bîrsen Orhan ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin, Hevserokê Yekitiya Şaredariyên Başûrrojhilatê Anatoliyayê (GABB) Siraç Çelîk jî tevlî çalakiyê bûn.
Hevşaredar Dogan Hatûn di çalakiyê de got: “Gelê Wanê dîsa xwedî li îradeya xwe derdikeve. Kesek nikare li hemberî vê seknê bisekine. We çawa di 31’ê Adarê de ders dabe wan dê îro jî bidin. Gelê Kurd çawa xwedî li îrade, xak û çanda xwe derketibe dê îro jî tişta pêwîst bike. Welat ê me ye, xak a me ye, av a me ye. Tu kes nikare xak û welatê me dagir bike. Ev sedsal dê bibe sedsala me.”
Hevserokê GABB’ê Siraç Çelîk jî got: “Heta ku ev gel û berxwedan bi me re be her tim em ê bi ser kevin. Tu îrade nikarin xwe li ber vê berxwedanê bigirin. Dê tu caran bi ser nekevin. Gelê Kurd li ser pêyan e û xwedî li îradeya xwe derdikeve. Em ê rê nedin xespkirinê.”
BERXWEDAN LI HER DERÊ YE
Li Taxa Demîryolû ya li navçeya Rêya Armûşê jî ciwanan çalakî kirin. Ciwanan li taxê barîkat danîn û biryara girtinê protesto kirin. Ciwanan bi fîşekên hewayî, kevir û molotofan bersiva êrîşên polîsên dan. Berxwedana li dijî cezayê, gihişt taxên cuda jî.
ÇALAKIYA GIRSEYÎ DÊ WERE KIRIN
Cezayê li Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan hatî birîn, îro wê girseyî bê protestokirin. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari jî wê beşdarî çalakiyê bibin. Tê payîn ku daxuyanî di saet 12.00’an de were kirin.