Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL got, "Di salvegera 26'an a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê de em hêzên komploger bi tundî şermezar dikin. Bi komploya li ser Rêber Apo re xwestin armanca azadiyê ya gelê Kurd tine bikin. Ev hêzên ku bi rêya qirkirina Kurdan xwestin polîtîkayên xwe yên herêmê bimeşînin, di wijdanê gelê me û mirovahiyê de heta bi hetayê mehkûm in.
Em hevrêyên xwe Halît Oral û Aynûr Artan û hemû şehîdên fedaî bi rêzdarî û hurmetdarî bi bîr tînin ku bi îradeyeke bêhempa bi dirûşma 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' bedena xwe kirin mertalekî ji agir û Rêber Apo parastin."
Daxuyaniya KONGRA-GEL bi vî rengî dewam kir:
"Rêber Apo di nava sîstema qirkirinê ya Îmraliyê de bi berxwedana xwe ya bêhempa ku 26 sal in dewam dike û bi 'Paradîgmaya Azadiyê' komploya navneteweyî pûç kir. Em Rêber Apo bi hezkirin û hurmet silav dikin û bi vê wesîleyê dilsoziya xwe ya pê re careke din nîşan didin.
Rêber Apo ku di nava şert û mercên tecrîda giran a li Îmraliyê de tinebûn lê hate ferzkirin, bi paradîgmaya xwe ya civaka demokratîk ekolojîk a xwe dispêre azadiya jinê li tevahiya cîhanê ji lêgerînerên edalet, wekhevî, demokrasî û azadiyê re bû hêvî. Ji ber vê yekê pêngava azadiyê ya ku bi dirûşma 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' hate meşandin, li çar aliyên cîhanê piştgirî û kelecaneke mezin afirand.
Li aliyekî ve bi şerê ji bo serweriyê yê li dora ol û neteweperestiyê li Rojhilata Navîn komkujiyên mezin têne kirin, li aliyê din jî bi paradîgmaya Rêber Apo re 'Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê' ji bo gel û baweriyên cuda bû navnîşana jiyana wekhev, azad û demokratîk.
Di vê demê de ku Şerê Cîhanê yê 3'yemîn diqewime, ji aliyê her kesî ve hate dîtin ku ev şerê li ser gel û welatan bû sedema hilweşînên mezin çareserî nîne, yekane çareserî projeya neteweya demokratîk e ku Rêber Apo weke rêya 3'yemîn destnîşan dike.
RÊBER APO DIXWAZE JI BO GELAN FIRSENDEKÊ BIAFIRÎNE
Rêber Apo di vê çarçoveyê de ji bo gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn dixwaze firsendeke nû biafirîne. Ji bo hevdîtinên li Îmraliyê veguherin firsendeke dîrokî berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê hemû dînamîkên civakî û siyasî.
Mijara bingehîn a stratejîk a vê pêvajoyê fêhmkirina bi rengekî rast a Rêber Apo û piştgiriya ji bo pêngava wî ye. Her kesên li ber radibin an jî piştgiriyê nadin, wê yekser ji encamên giran ên Şerê Cîhanê yê 3'yemîn berpirsyar bin.
Ji bo serketina vê pêvajoyê, mijara herî esasî ew e ku şert û mercên tenduristî, ewlekarî û azadiyê yên Rêber Apo bêne afirandin. Polîtîkayên şer ê topyekûn ku hikumeta AKP'ê bi israr dimeşîne, li hemberî vê firsenda dîrokî ya ku Rêber Apo dixwaze biafirîne provokasyonek e. Li hemberî vê rewşê divê dînamîkên siyasî û civakî hemû helwestê nîşan bidin, dengê xwe bilind bikin.
Rêber Apo di salvegera 26'emîn a dîlgirtinê de ji bo plana komploya navneteweyî ya li ser bingeha şerê navbera gelan bi temamî têk bibe û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd pêk bîne, ji bo misogerkirina aştiyeke civakî wê bang li her kesî bike.
DI 15'Ê SIBATÊ DE EM LI STRASBOURGÊ NE
Di 15'ê Sibatê de roja Şemiyê ji bo silavkirina Rêber Apo û bersiva li banga ku bike, em li Strasbourgê ne. Ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî û bilindkirina daxwaza xwe ya ji bo 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re', em bang li gelê xwe dikin ku bi xurtî beşdarî meş û mîtînga li Strasbourgê bibe.
Sala 2025'an wê bibe sala hilweşîna polîtîkayên înkar-îmha û darvekirinê ku sed sal in bûye qedera gelê Kurd. Bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo re komploya navneteweyî wê bi temamî bê encam bimîne.
Welat û raya giştî li benda bersiva gelê me ya li peyama Rêber Apo ye. Ji ber vê eykê jî tevlîbûna li meş û mîtînga roja Şemiyê ya li Strasbourgê gelekî girîng e. Em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin ku bi dirûşma 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' bi xurtî beşdarî vê mîtîngê bibin."