Ji Rojnamevanên Başûrê Kurdistanê banga şermazerkirinê

Rojnamevanên Başûrê Kurdistanê banga tevlîbûna çalakiya protestoyî ya li dijî qetilkirina rojnamevan Azîz Koyluoglu kirin ku wê sibê li Sentera Metroyê ya Silêmaniyê bê lidarxistin.

Azîz Koyluoglu di 27'ê Çileyê de li başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatibû qetilkirin. Li dijî vê yekê rojnamevanên başûrê Kurdistanê bang li tevahî rojnamevanan kirin ku tevlî daxuyaniya şermazerkirinê bibin ku wê sibê (9'ê Sibatê) di saet 15:00'an de.li Silêmaniyê were dayîn.

Belavokê ku ji bo daxuyaniyê hatiye belavkirin wiha ye:

"Dengê ragihandina azad bi şehîdkirina rojnamevanan naye bêdengkirin. Birêzan, em bang li we hemû rojnamevanan dikin ku ji bo şermezarkirina qetilkirina rojnamevan Azîz Koyluoglu beşdarî daxuyaniyê bibin. Li Silêmaniyê wê daxuyanî sibe saet 15:00'an li Sentera Metroyê were dayîn."