KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Festîvala 4’ê Nîsanê zû destpê kir
Coş û kelecana ji bo festîvala ku wê bi wesîleya rojbûna Rêber Apo ya 76’emîn bê lidar xistin, zû destpê kir. -
YJA Star: Rojbûna Rêber Apo rojbûna vîna azad e
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê rojbûna 76'an a Rêber Apo li jin û gelan pîroz kir û destnîşan kir ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê weke hêzên YJA Starê têkoşîna xwe bi her awayî bilind bikin. -
Endamê Meclîsa Ciwanan: Em agirê Newrozê li Amarayê geş bikin
Endamê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Alîhan Şîmşek ji bo meşa li Amarayê banga tevlîbûnê kir û got, "Em agirê Newrozê li Amarayê geş bikin. Daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hev re bînin ziman." -
KCK: 4’ê Nîsanê mizgîniya rizgariya gelê Kurd ji çarenûsa qirkirinê ye
Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê bi wesîleya 4'ê Nîsanê daxuyaniyek da û got, "Ev zayîn ji bo gelê Kurd jinûve vejîn e, ji bo gelên Rojhialta Navîn jî hêviya jiyana demokratîk e." -
'Rabûna Rêbertî şoreşa li dijî qirkirina çandî ye'
Koma Awazê Çiya rojbûna Rêber Apo pîroz kir û got, "Rabûna Rêbertî li dijî qirkirina çandî tê wateya şoreşê. Ji ber vê yekê divê bi coşa 8'ê Adarê û Newrozê 4'ê Nîsanê bê pîrozkirin." -
KJK: Jin û ciwan bi Rêber Apo ber bi azadiyê ve dimeşin
KJK'ê rojbûna Rêber Apo pîroz kir û got, "Jin, ciwan divê ber bi warê Rêber Apo ve bimeşin û vejînê bi rizgariyê re bikin yek." -
Çevîk ê ku piştî binçavkirinê rakirin lênerîna awarte jiyana xwe ji dest da
Halîl Çevîk ê ku li Wanê ji ber protestoya darbeya qeyûmê hat binçavkirin, piştî 4 rojan hat berdan. Çevîk ê ku dema vegerî mala xwe, xwînariya mejiyê derbas kir, piştî 45 rojan jiyana xwe ji dest da. -
Malbatên şervanên YBŞ’ê dest bi çalakiyê kirin
Malbatên Şervanên YBŞ’ê yên ji aliyê artêşa Iraqê ve hatine dîlgirtin, ji bo berdana şervanên xwe li ber Navenda Îstixbaratê ya Iraqê ya li navenda Şengalê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. -
Meşa Amarayê: Ciwan gihîştin Curnê Reş
Meşa Amarayê ku bi pêşengiya Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê destpê kir, gihîşt navçeya Curnê Reş a Rihayê. -
Artêşa Tirk meha Adarê 11585 caran êrîş kir
HPG'ê bîlançoya meha Adarê eşkere kir. Artêşa Tirk di nava mehekê de ji bejahî û hewayî 11585 caran êrîş bir ser hêzên gerîla yên di rewşa agirbestê de ne. -
KONGRA-GEL: 4'ê Nîsanê roja jinûve bûyîna gelê Kurd e
KONGRA-GEL rojbûna Rêber Apo pîroz kir û got, "4'ê Nîsanê rojbûna Kurdên azad, jinên azad û mirovên azad e. Ji bo gelê Kurd ê bi polîtîkayên qirkirina çandî û fîzîkî li ber tinebûnê bû, 4'ê Nîsanê roja jinûve jiyana azad e." -
Gerîlayên PJAK’ê 4’ê Nîsanê pîroz kirin
Gerîlayên PJAK'ê salvegera 21'an a damezrandina partiya xwe û 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo bi merasîmekê pîroz kirin. -
Rêveberiya Xweser a Şengalê: Em ê perspektîfa ronesansê ya Rêber Apo jiyanî bikin
Rêveberiya Xweser a Şengalê diyar kir ku ew hêz û moralê ji nameya Rêber Apo ya ji bo gelê Kurd şandiye, girtine û ew ê perspektîfa ronesansê jiyanî bikin. -
Li Amarayê banga ji bo 4'ê Nîsanê
Platforma Saziyên Demokratîk li gundê Amara cihê jidayikbûna Rêber Apo daxuyaniyek da çapemeniyê û got, "Di serî de jin em li benda her kesî ne ku beşdarî çalakiyên 4'ê Nîsanê bibin." -
Meşa Amarayê destpê kir
Meşa ji Amedê ber bi Amarayê bi dirûşma 'Bijî Serok Apo' destpê kir. -
Li Hewramanê kolberekî di qezayê de jiyana xwe ji dest da
Hat ragihandin ku li ser rêya Pawe-Ciwanro ya Rojhilatê Kurdistanê wesayîteke kolberan qelibî û di encamê qezayê de kolberekî jiyana xwe ji dest da. -
Dewleta Îranê li Urmiyeyê Kurdek qetil kir
Hat ragihandin ku hêzên dewleta Îranê li herêma Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê welatiyê Kurd ê bi navê Muhammed Huseyîn Zade qetil kir. -
Komîteya TEV-ÇAND'ê ya PKK'ê Xelîl Dag bi bîr anî
Komîteya TEV-ÇAND'ê ya PKK'ê Xelîl Dag bi bîr anî û got, "Bi eşqa jiyanê û hevaltiya ku em ji heval Xelîl fêr bûn, heya avakirina jiyaneke azad bi Rêber Apo re, em ê her tim têbikoşin." -
Rêveberiya Xweser a Şengalê cejna Remezanê li gelên Misilman pîroz kir
Rêveberiya Xweser a Şengalê bi peyamekê cejna Remezanê li gelên Misilman pîroz kir û xwest, cejn bibe wesîleya aştî, aramî û jiyana bi hev re ya gelan. -
PAJK: 4'ê Nîsanê roja bûyîna gelê Kurd e
PAJK'ê rojbûna 76'an a Rêber Apo pîroz kir û got, "Çawa ku her sal em dikin, îsal jî em ê bi çandina şitlên nû xaka xwe, xwezaya xwe geş bikin û xwezaya xwe ya civakî jî bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo şîn bikin." -
HPG: Êrîşên li ser qadên gerîla meha Remezanê dewam kirin
HPG'ê diyar kir ku Artêşa Tirk a dagirker tevahiya meha Remezanê êrîş bir ser hêzên gerîla ku ji 1'ê Adarê û vir ve di rewşa agirbestê de ne. -
Malbatên şervanên YBŞ’ê: Divê demildest zarokên me bên berdan
Malbatên şervanên YBŞ’ê yên ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hatine girtin, bi nameyekê bang li NY, YE û 14 welatan kirin ku li dijî vê nêzîkatiya hikûmeta Iraqê rabin û şervanên dîlgirtî bên berdan. -
Vedat Aydin li ser gora xwe hate bîranîn
Serokê HEP’ê yê Amedê Vedat Aydin ê ku sala 1991’an ji aliyê JÎTEM’ê ve hate revandin û qetilkirin, bi wesîleya cejnê li ser gora xwe hate bîranîn. -
‘Qazî Mûhammed û Şehîdên Kizildereyê wê bi bîranînên xwe di têkoşîna me de bijîn’
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê Qazî Mûhammed, kadroyên pêşeng ên Komara Mahabadê di salvegera darvekirina wan de û şehîdên komkujiya Kizildereyê bi bîr anî. -
Du pêşengên lêgerîna heqîqetê: Delal û Zîlan
Di şexsê şehîd Delal û Zîlan de ruhê fedaî yê jinên Kurd bû xwedî wateyeke dîrokî û mezin bû. Ew ne tenê navek bûn, her wiha bûn pêşeng, şervanên azadiyê û nûnerên ruhê fedaî.