Xeteriya li ser jiyana Ozer dewam dike

Vedat Ozer ê ku nexweşê epîlepsiyê ye, doh li Amedê piştî mitînga ‘Azadiyê’ di encama êrîşa polîsên Tirk de birîndar bibû. Hat hînbûn ku xetereya li ser jiyana Ozer dewam dike.

Duh li Qada Stasyonê ya navçeya Yenîşehîra Amedê bi pêşengiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) mitînga “Azadî ji bo aştiyê” hatibû lidar xistin.

Endamê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Vedat Ozer ê ku piştî mitîngê di encama êrîşa polîsan de birîndar bû, ew rakirin Nexweşxaneya Fakûlteyê ya Zanîngeha Dîcleyê. Hat hînbûn ku Ozer ê ku di beşa lênerîna giran a beşa norolojiyê de tê dermankirin, serê sibehê tomografiya mejî hatiye kişandin û xwîna ku diçe ser mejiyê wî hatiye seknandin. Hat diyar kirin ku xeteriya li ser jiyana Ozer bedewam dike û wê demekê li beşa lênerîna giran tedawiya wî bidome.