KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Berxwedan û têkoşîna gelê Wanê
Çalakiya nobetê ya li dijî cezayê li Abdullah Zeydan hatiye birîn û îxtîmala ku qeyûm bişînin Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatiye destpêkirin, tevî hewaya sar jî bi coşeke mezin didome. -
Berxwedana Wanê: Berxwedan jiyan e
Çalakiyên parastina Şaredariya Wanê ku di roja 4’an de ye, bi bernameyeke têr û tije berdewam kir. Meclîsa Dayikên Aştiyê, Platforma Şaxan a KESK’ê ya Wanê û EMEP’ê serdana nobetê kirin. -
Li Şengalê Komploya 15’ê Sibatê hat şermezarkirin
Li Şengalê bi dirûşmeya “Ji Rêber Apo re azadî, ji Şengalê re Xweser” meşek girseyî hat lidarxistin. -
Cenazeyê rojnamevan Koyluoglû hat veşartin
Cenazeyê Rojnamevan Azîz Koyluoglû, bi merasîmeke girseyî li Şehîdgeha Binarê Qendîlê hate veşartin. -
MAK’ê li dijî bîra petrolê, polîs û cerdevanan çalakî kir
Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK) ragihand ku wan li Êlihê li dijî bîra petrolê, li Wanê li dijî polîs û bazirganên tiryakê û li Amedê jî li dijî cerdevanekî çalakî kirine. -
Li Amedê 2 stasyonên bazê hatin şewitandin
Yekîneya Bersivdanê ya Zîlan Botan li Amedê agir berda du stasyonên bazê. -
NPG: Dem dema bidawîkirina xerabiyên komployê ye
NPG'ê got, "Ev dem dema bidawîkirina hemû xerabiyên ji ber komploya navneteweyî ye. Bêguman ev yek jî bi azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd dibe." -
Neslîhan Şedal: Em ê vîna vî gelî teslîmî qeyûman nekin
Hevşaredar Neslîhan Şedal, nerazîbûn nîşanî cezakirina Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan da û got, "Hewl tê dayîn vîna Kurdan tine bihesibînin. Em ê vîna vî gelî teslîmî qeyûman nekin." -
KCK: Ji bo pêvajo bi ser bikeve, şertê esasî azadiya Rêber Apo ye
KCK’ê bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya li hemberî Rêber Apo daxuyaniyek weşand û anî ziman ku ji bo pêvajoya heyî bi serketinê encam bibe, şertê esas azadiya Rêber Apo ye. -
Gerîlayên HPG'ê gelên Kurd û Ereb ên li Tişrînê li ber xwe didin silav kirin
Gerîla Rûbar Gabar û Demhat Qamişlo berxwedana Tişrînê silav kirin û gotin, "Em li çiyayên Kurdistanê, gelê me li bajaran li dijî dagirkeran li ber xwe didin. Eger em dest bidin hev, em ê teqez azad bibin, ji ber ku ev şerekî gel ê şoreşgerî ye." -
'Rêber Apo dixwaze pirsgirêka Kurd ji ser zemîna şer bikişîne ser zemîna demokratîk'
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik anî ziman ku wan nameyek ji Rêber Apo wergirtine û destnîşan kir ku Rêber Apo dixwaze pirsgirêka Kurd ji ser zemîna şer bikişîne ser zemîna demokratîk. -
Baroya Wanê û OHD: Em bi gelê xwe re ne
Baroya Wanê û OHD’ê serdana gelê ku li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li ber xwe didin, kirin û banga rawestandina vê pêkanîna bêhiqûqî kirin. -
Salîh Coşkûn: Mafê hêviyê bi şert nabe
Serokê Şaxê Wanê yê Komeleya Mafên Mirovan Mehmet Salîh Coşkûn got, "Mafê hêviyê bêguman li Tirkiyeyê dikare bi cih bê anîn û li pêşiya wê ti astengiyeke qanûnî nîne." -
Nasnameya 32 qurbaniyên gundê Koço hatin eşkerekirin
Wezareta Tenduristiyê, Saziya Malbatên Şehîdan û tîma gorên komî, nasnameya 32 qurbaniyên gundê Koço ên di encama êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê de hatin qetilkirin ragihandin û diyar kirin ku di demeke kin de wê radestî malbatên wan bên kirin. -
Li Mexmûrê greva birçîbûnê ya sê rojan a ji bo Rêber Apo
Bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî li Mexmûrê greva birçîbûnê ji bo sê rojan destpê kir. -
KCK: Ji bo têkbirina komployê dakevin qadan!
Konseya Serokatiyê ya KCK'ê ji bo komploya li dijî Rêber Apo di sala 27’emîn de bi temamî têk bibin bang li gelê Kurd û dostên wan kir ku dakevin qadan. -
Şêniyên Wanê: Em ê îradeya xwe teslîmî qeyûman nekin
Şêniyên Wanê nerazîbûn nîşanî cezakirina hevşaredar Abdullah Zeydan dan û anîn ziman ku wê rê nedin qeyûman, wê îradeya xwe teslîm nekin û berxwedana xwe dewam bikin. -
Ji Komîteya Zindanan a PKK-PAJK'ê peyama 15'ê Sibatê
Komîteya Zindanan a PKK-PAJK'ê komploya navneteweyî şermezar kir û berxwedana dîrokî ya li Îmraliyê silav kir. -
'Eger daxwaza bangê ji Rêber Apo tê kirin, divê azad bibe û xwedî derfetê karkirinê be'
Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît destnîşan kir ku sîstema qirkirinê ya Îmraliyê êdî nikare dewam bike û got, "Eger tiştek ji Rêber Apo tê xwestin, eger bang jê tê xwestin, ji bo karibe vê bike divê azad be û xwedî derfetên karkirinê be." -
HPG’ê bi nameyekê sersaxî ji malbata Fedekar Şengalî re xwest
Di merasîma birînanîna Fedekar Şengalî de nameya Biryargeha Navendî ya Hêzên Parastina Gel (HPG) hate xwendin. -
Nobeda li Wanê: Biryar ji bo gelê Kurd bêhikum e
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar li Wanê di çalakiya nobedê de axivî û destnîşan kir ku biryara ceza ya li Abdullah Zeydan hatiye birîn bê hikum e. -
Gerîlayê HPG’ê Şehîd Fedakar li Şengalê hate bîranîn
Gerîlayê HPG’ê Fedekar Şengalî ku di sala 2019’an de di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, bi merasîmek girseyî hate bibîranîn. Di merasîmê de soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn. -
Ji bo Koyluoglû mewlûd hate xwendin
Ji bo rojnamevan Azîz Koyluoglû yê ku di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li Silêmaniyeyê şehîd bû, li Amedê mewlûd hate xwendin. -
Hogir û Salîhe yên li Ranyayê şehîd bûn ber bi Rojava ve hatin oxirkirin
Hogir Dirbêsiyê û Salîhe Viyan ên 27'ê Çileyê li navçeya Ranya ya Silêmaniyayê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, bi merasîmeke girseyî ber bi Rojava ve hatin oxirkirin. -
Hêzên gerîla ji hewayê li Tûgaya Rûbarokê xistin
HPG'ê got, "Tûgaya Sînor a 1'emîn a Rûbarokê 2 caran, pîsta helîkopterê ya li vê tûgayê carekê û li heman herêmê Qereqola Mawan a li Hacîbegê jî carekê bi balafirên kamîkaze hatin bombekirin."