LI WANÊ DESTESERKIRINA ÎRADEYÊ
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan bi îdîaya 'Hewldana ji bo alîkariya bi rêxistina terorê re' û 'Bi rêya çapemeniyê propagandaya rêxistina terorê' bi 3 sal û 9 mehan cezayê girtîgehê hate cezakirin. Tevlîbûna li çalakiya mertalên zindî ya li Geverê ya sala 2015'an weke hincet hate nîşandan. Lê belê li gorî raporên zanyaran Zeydan bi 21 kîlometreyan dûrî herêma navborî bû. Li gel vê yekê jî dadgehê bi lez û bez biryar da ku vê yekê careke din nîşan da ku pêvajo siyasî ye.
Weke ku tê zanîn, piştî hilbijartinên xwecihî mazbata ji Abdullah Zeydan re nehate dayin, lê belê di encama nerazîbûna xurt a gel de biryar hatibû vekişandin.
'EV BIRYAR SIYASÎ YE, XELKÊ WANÊ WÊ SERÎ NETEWÎNE'
Parlamentera Wanê ya DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît biryara dadgehê nirxand, anî ziman ku ev yek bi temamî pêvajoyeke siyasî ye û got, "Ev biryar nabe ku di çarçoveya hiqûqê de bê nirxandin. Li Tirkiyeyê tiştek ji ber hiqûqê nemaye. Dadgerî bi fermanên desthilatdariya siyasî tevdigere. Ev ceza hilanîna tola ji berxwedana gelê Wanê ye."
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît bi bîr xist ku xelkê Wanê beriya niha jî li hemberî polîtîkayên qeyûm sekneke xurt nîşan dabû û destnîşan kir ku wê ji vê têkoşînê paşve gavê neavêje.
'XELKÊ WANÊ LI BER XWE DA, WÊ DÎSA LI BER XWE BIDE'
Heman piştî biryara ku li Zeydan hate birîn, Walîtiya Wanê li bajêr qedexe danî ser çalakiyan. Ev yek jî nîşan dide ku bûyerên diqewimin parçeyek ji polîtîkayên zextê ye. Gulcan Kaçmaz Sayyîgît diyar kir ku ev qedexe nikare îradeya gel asteng bike û got, "Dixwazin bingeheke guncaw ji qeyûm re amade bikin. Ji bo vê jî dosyayeke ku demeke dirêj li ber destê wan bû, di çarçoveya pêvajoya siyasî de xistin meriyetê. Lê belê ev zext nikarin bi me. Xelkê Wanê çawa ku beriya niha xwedî li îradeya xwe derket, îro jî wê li ber xwe bide û îradeya xwe teslîm neke."
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît bal kişand ser zextên li ser têkoşîna jinê û destwerdana tund a li çalakiya 'Jin ji bo azadiyê dimeşin' a li Wanê bi bîr xist. Di heman demê de anî ziman ku kedkarên çapemeniyê li tundiya polîsan rast tên û got, desthilatdarî naxwaze kes bi polîtîkayên wê yên zordar bihese.
'POLÎTÎKAYÊN QEYÛM LI HER DEVERA TIRKIYEYÊ BELAV DIBE'
Parlamentera DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît diyar kir ku polîtîkayên qeyûm ne tenê li ser şaredariyên DEM Partiyê têne ferzkirin, êdî li ser şaredariyên din ên muxalefetê jî têne ferzkirin. Gulcan Kaçmaz Sayyîgît got, "Beriya niha qeyûm li ser şaredariyên HDP û DBP'ê dihate tayînkirin. Me timî digot, ev kiryar wê li tevahiya Tirkiyeyê belav bibe. Em îro dibînin ku ji Şaredariya Esenyûrtê ya Stenbolê destpê kirin û êrîşî gelek şaredariyên muxalîf dikin. Eger ev polîtîkaya qeyûm wê li tevahiya Tirkiyeyê belav bibe, divê têkoşîn jî li tevahiya Tirkiyeyê bê mezinkirin."
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît ragihand ku DEM Partiyê di bin sîwana meclîsê de helwesteke hevpar di vê mijarê de nîşan daye û got, divê partiyên siyasî û raya giştî ya demokratîk li dijî tayînkirina qeyûman sekneke hîn xurt nîşan bidin. Gulcan Kaçmaz Sayyîgît got, "Ji rojhilatê Tirkiyeyê heta bi rojavayê wê, ji bakur heta bi başûr, li dijî desteserkirina îradeyê divê xeteke bi biryar û rêxistinî ya têkoşînê bê avakirin. Hêzên demokratîk hebû divê li hemberî van polîtîkayên zordar berxwedaneke hevpar nîşan bidin."
XELKÊ WANÊ WÊ DEST JI TÊKOŞÎNÊ BERNEDE
DEM Partiyê diyar kir ku xelkê Wanê wê biryarên bêhiqûqî yên lê têne ferzkirin qebûl neke, mafên xwe yên demokratîk heta dawiyê bi kar bîne û têkoşînê dewam bike.
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît di dawiya axaftina xwe de got, "Çawa ku heta niha em li hemberî zextê bêdeng neman, ji niha û pê ve jî em ê bêdeng nemînin. Em ê xwedî li îradeya gelê xwe derkevin, her cûre bêhiqûqiyê teşhîr bikin û li dijî vî mejiyê zordar berxwedana xwe mezin bikin. Xelkê Wanê wê îradeya xwe teslîmî kesî neke."