KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
‘Xwedî derketina li Rojava, meseleya rûmetê ye’
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Amedê hatin protestokirin. -
Hevşaredare Sofya Alagaş: Dijminatiya li Kurdan careke din hate piştrastkirin
Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş ku ji ber karê xwe yê rojnamevantiyê hate cezakirin, got "Êrîşe li dijî îradeya Kurd e. Vê dadgehê dijminatiya li Kurdan careke din piştrast kir." -
Ji gerîla çalakiyên hewayî: Radarek, konteynirek û 2 kon hatin îmhakirin
Li Herêma Zapê di çalakiyên hewayî yên Yekîneya Şehîd Axîn Mûş de radarek, konteynirek û 2 kon hatin îmhakirin. -
Xeyala wî ew bû ku ji bo zarokên Kurdistanê siberojeke azad bihêle
Mezintirîn xeyala Fermandar Reşîd Serdar ew bû ku ji bo zarokên Kurdistanê siberojeke azad bihêle. Lewma ew ne şoreşgerekî jirêzê; ew lehengekî dilsoz ê doza gelê xwe bû. -
'Şert û mercên kar, tenduristî, ewlekarî û jiyana azad ên Rêber Apo divê bêne afirandin'
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat destnîşan kir ku heta şert û mercên ewlekarî, tenduristî, jiyana azad û kar ên Rêber Apo neyên afirandin wê nikaribe bi rola xwe rabe û got, di vê mijarê de divê gav bê avêtin. -
Nobeta Azadiyê ya li Mexmûrê bi koma 110’an didome
Nobeta Azadiyê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya ku ji bo azadiya azadiya Rêber Apo hatiye destpêkirin, di roja xwe ya 558’an de bi koma 110’an didome. -
Dewleta Tirk li Ranyayê bombe li sivîlan barand: 4 şehîd
Dewleta Tirk a dagirker li Ranya ya girêdayî bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê, wesayîteke sivîlan bombebaran kir û 4 kes qetil kirin. -
Ji bo Tapti piştî 35 salan şîn hate danîn
Ji bo Mehmet Tapti yê PKK'yî ku li Mêrdînê di sala 1990'î de di şer de şehîd bû şîn hate danîn. -
Dewleta Tirk li Akrê 2 kes qetil kirin
Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer li bajarokekî Başûrê Kurdistanê bombe kir û 2 kes qetil kirin. -
Çalakvanek li Merîwanê hate binçavkirin
Li Merîwanê çalakvan Perwîn Edwayî hate binçavkirin û tê gotin, ti agahî jê nîne. -
Betûş: Careke din xiyanet li Êzidiyan hate kirin
Serokê Partiya Teqedim a Êzdiyan Seîd Betûş nerazîbûn nîşanî biryara Efûya Giştî ya Parlamenta Iraqê da û got, "Ev yek civakan dixe nava xeteriyên herî mezin. Weke civaka Êzidî em ê bi xwe çarenivîsa xwe bidin diyarkirin." -
Ji Gerîla TV dîmenên nû yên çalakiyan
Gerîla TV dîmenên nû yên çalakiyan weşand ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî artêşa Tirk a dagirker hatin kirin. Di çalakiyan de 2 kon, 2 konteynir hatin îmhakirin û derb li tankekê hate xistin. -
Li Rojhilat bi pileya 5,1 erd hejiya
Li bajarê Qesrî Şirîn a girêdayî eyaleta Kirmanşan a Rojhilatê Kurdistanê, bi pileya 5,1 erd hejiya. -
Têketin û derketina 11 herêmên Şirnexê hatin qedexekirin
Dewleta Tirk têketin û derketina 11 herêmên Şirnexê ku di nav de çiyayên Besta, Cûdî û Gabarê jî hene 15 rojan qedexe kir. -
Dewleta Tirk bombe li wesayita pêşmergeyan barand
Dewleta Tirk a dagirker li bajarê Dihokê yê Başûrê Kurdistanê bombe li wesayiteke hêzên pêşmergeyan barand. -
Bayindir: Çareserî bi naskirina statuya Rojava dibe
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di civîna ku kampanyaya “Ji Rojava re statu, ji gelan re azadî” lê hatî destpêkirin de axivî û got, “Çareseriya pirsgirêka Kurd, bi naskirina statuya Rojava dibe.” -
Hisên Hecî: Iraq deriyekî bigire wê Êzidî 10 deriyan vekin
Hisên Hecî got: "Hin hêz û alî ku bersûcên fermana li ser Êzidiyan e, naxwazin doza qirkirina Êzidiyan bimeşe. Wê gelê Şengalê jî şerê hiqûqî bimeşîne. Ew deriyekî bigirin em ê deh deriyan vekin." -
Rêveberiya Xweser a Şengalê salvgera 10’mîn a rizgarkirina Kobanê pîroz kir
Rêveberiya Xweser a Şengalê bi peyamekî salvegera 10’mîn a rizgarkirina Kobanê pîroz kir û got: “Li Kobanê tola Şengalê jî hate hilandin û serketina wê rê li ber rizgarkirina Şengalê vekir.” -
Li Amedê ji bo naskirina statuya Rojava kampanya îmzeyan destpê kir
Bi sedan partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl ji bo naskirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sernavê "Statu ji Rojava re, azadî ji gelan re" dest bi kampanya îmzeyan kirin. -
'Şengal nimûneya jiyana demokratîk e'
Endama TAJÊ Rîham Hesen bal kişand ser dek û dolabên li ser Şengalê têne gerandin û destnîşan kir ku pêwîstiya civaka wan bi tiştên madî nîne, ya ji wan re pêwîst, xwedîderketina li mafê xwe ye. -
Li Silêmaniyeyê civîna li ser 'Paşeroja Rojava'
Siyasetmendar, rewşenbîr û aktîvîstên civakî yên sivîl ku bi pêşengiya PYD'ê li Silêmaniyeyê li hev civiyan, paşeroja Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîqaş kirin û encamên civînê jî bi encamnayekê eşkere kirin. -
Taniş û Denîz ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin, hatin bîranîn
Serokê HADEP’ê yê navçeyê Serdar Taniş û rêveberê navçeyê Ebubekir Denîz ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin, hatin bîranîn. -
Aqûbeta Ebûbekîr Denîz, Serdar Taniş û Mehmet Zekî Dogan hat pirsîn
Di çalakiyên IHD’yê yên li Amed, Êlih û Batmanê de aqûbeta Ebûbekîr Denîz, Serdar Taniş û Mehmet Zekî Dogan hat pirsîn. -
TAJÊ: Ev her du yasa wê rê li ber komkojî û fermanên nû veke
TAJÊ, nerazîbûn nîşanî erêkirina Yasaya Rewşa Kesî û biryara Efûya Giştî da û banga xurtkirina têkoşîna hevpar li tevahiya jinan kir. -
Bi nirxandinên Rêber Apo nirxê cewherî yê gelekî: Şehîd
Rêber Apo dibêje, "Di dîroka partiyê de em xwedî lîsteyeke şehîdan e ku hem demdirêj e hem jî di asteke bilind de ye ku zêde dibe. Em pênaseyeke bi vî rengî dikin; divê mirov bîranîna kesayetan bi rêxistin bikin û veguherînin tevgera gel."