Rojnamevan Azîz Koyluoglû li Mexmûr û Silêmaniyê hat bibîranîn

Di daxuyaniyên çapemeniyê yên li Wargeha Penaberan a Şehîd Rutsem Cûdî (Mexmûr) û Silêmaniyeyê de Rojnamevan Azîz Koyluoglû ku bi êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker şehîdî bû, hat bîranîn.

Daxuyaniya li Mexmûrê li Saziya Malbatên Şehîdan, bi tevlîbûna dehan rojnamevan û xelkê wargehê, bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Daxuyanî ji aliyê Rojnamevan Weysî Tallî ve hate dayîn. Tallî di destpêka axaftina xwe de rojnamevan Azîz Koyluoglû bi bîr anî û wiha got: “Em wek Ragihandina Azad û gelê wargehê ji ber qetilkirina hevrêyê xwe Azîz Koyluoglû kom bûne. Em qetilkirina mamostayê xwe bi tundî şermezar dikin. Wê ti caran pênusa rastiyê neye şikandin. Ragihandina azad ji ber eniyek ya şer tê dîtin, her tim rastî êrîşan tê. Di vê pêvajoyê de ragihandina azad rolek mezin leyîstiye û dileyîze. Rastiya heyî ji raya giştî re parve dike. Li Rojava Nazim û Cîhan, li Başûr jî Gulistan, Hêro û Azîz hatin qetilkirin. Ev qetilkirin ne wisa ji rêzê ne. Plankirî ne. Ev yek di pîvan û hiqûqa navneteweyî de sûceke. Lê mixabin hesab nayê pirsîn. Em ê wek ragihandina azad timî şopdarê rêya wan bin. Em ê pîvanên wan yên esasî biparêzin û her tim wê reng û denge rastiyan ragihînin. Em şopdarê rêya wan in.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bimre Dagirkerî” bi dawî bû.

SILÊMANÎ

Çapemeniya Azad a Başûrê Kurdistanê li Navenda Metro ya li Silêmaniyê ji ber şehîdxistina Rojnamevan Azîz Koyluoglû civîneke çapemeniyê lidarxist.

Daxuyaniya li ser navê Çapemeniya Azad ji aliyê Rojnamevan Araz Îbrahîm ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

‘BI ŞEHÎDXISTINA ROJNAMEVAN RE DENGÊ ÇAPEMENIYA AZAD QUT NABE’

”Mixabin carek din rojnamevanên azad bûn hedefa dijmin û nokeran, di 27’ê Çileyê de di encama êrîşek hovane ya dewleta Tirk a dagirker de, rojnamevan û xebatkarê çapemeniya azad hevrê Azîzî Koyluoglû şehîd bû.

Şehîd Azîz Koylugolû pênûsek bi wêrek, rojnamevanek zîrek û azad bû, ew bi rêya pênûs, kameraya xwe, rûyê rast yê dewleta Tirk a faşîst eşkere dikir. Wî dirûşmeya ‘Ronîkirina rastiyan erka me ye” kiribû rêya têkoşîna xwe. Têkoşer û Rojnemevan Azîz Koyluoglû ku 32 salên xwe li çar parçeyên Kurdistanê ji bo ronîkirina rastiyan û heqîqetê borandin, li paytexta lehengiyê û berxwedanê, li navçeya Çinar a bajarê Amedê yê Bakûrê Kurdistanê, di sala 1976’an de ji dayik bûye.

Di salên 2000’an de dest bi karê rojnamevaniyê kir, ew bû deng û rengê heqîqetê, ji nûçegihaniyê bigire, heya kameremanî, heya nivîskarî, edîtorî, rêveberiya giştî ya weşanê, karê ragihandinê kir. Di hemû erkê xwe de bû xwedî rol û helwestek nimûne û perwerdekarê hevrêyên xwe. Bi dehan rojnamevan li ber destê wî fêr bûn û gihiştin astek bilind.

Hevrê Azîz ji Hewlêrê heya Silêmanî, Kerkûk, ji Mexmûr heya her deverek din ya Başûrê Kurdistanê

têkoşîna xwe ya ragihandina heqîqetê domand. Dîsan ji Dêrika Rojavayê Kurdistanê heya Efrîn, li hemû cih û astên karê ragihandinê de cih girt. Hevrê Azîz ne tenê nivîsî, di heman demê de rastiyan vegot, hemû derfetên xwe ji bo eşkerekirina rastiyên dijminên dagirker bikaranî.

Dewleta Tirk a dagirker hertim bi veşartina sûc û dagirkeriya xwe, hewl da dengê ragihandina azad qut bike, tenê ji sala borî heya niha, dewleta Tirk li Başûrê Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê 6 rojnamevan bi hovane qetilkir. Lê hewldana dagirkeran ya ji bo qutkirina dengê azad negihişt encamê, hevrêyên Azîz, Gulistan, Cîhan, Nazim û Hêroyan, her tim ji bo ragihandina rastiyan têkoşiyan.

Em weke rojnamevanên çapemeniya azad, vê êrîşa hovane ya li ser hevrêyê me Azîz Koyluoglû bi tundî şermezar dikin. Di heman demê de bêdengiya aliyên peywendîdar ya Iraq û Herêma Kurdistanê ya hemberî sûcên dewleta Tirk û terorkirina rojnamevanan şermezar dikin. Em bang li rêxistinên taybet parastina mafê mirov û rojnamevanan dikin, em bang li hikumeta Iraq û Herêmê dikin ku sînorek ji sûcên dewleta Tirk re danin û dawî li vê terora dewleta Tirk ya dijî rojnamevanan bînin.

Em di dawiyê de sersaxî ji malbat, hemû rojnamevan û Gelê Kurd re dixwazin. Em soza xwe ya gihiştina serkeftinê carek din dubare dikin, emê têkoşîna ragihandina azad dewam bikin û li ser rêbaza şehîd Azîz Koylugolû bimeşin. Em nahêlin pênûs û kameraya wan li erdê bimîne.”