KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Sêrtê meş: Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin!
Xelkê Sêrtê li dijî desteserkirina şaredariyê meşiya û diyar kir ku wê bi berxwedanê bi ser bikeve. -
Parêzvanên maf banga berdana Epozdemîr kirin
Baroya Amedê, şaxên OHD û ÎHD’ê yên Amedê xwestin parêzer Firat Epozdemîr ê ku di 23’yê Çileyê de piştî hat binçavkirin hat girtin, bê berdan. -
Ji gerîlayên YJA Starê li Zap û Metînayê çalakî
Gerîlayên YJA Starê li Zap û Metînayê li dijî leşkerên Tirk ên dagirker gelek çalakî kirin -
Xelkê Sêrtê desteserkirina îradeyê qebûl nake
Xelkê Sêrtê diyar kir ku ew tayînkirina qeyûm qebûl nake û wê berxwedana xwe ya li dijî desteserkirina îradeyê dewam bikin. -
Şaredariya Mûşê mûçeyên kedkaran ji sedî 60 zêde kir
Şaredariya Mûşê ya DEM Partiyê ji bo zêdekirina mûçeyên kedkarên şaredariyê bi DİSK/GENEL ÎŞ’ê re hevpeyman îmze kir û mûçeyên kedkaran ji sedî 60 hate zêdekirin. -
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê banga rawestandina êrîşên Tirkiyeyê kir
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bêdengiya raya giştî ya navneteweyî protesto kir û êrîş bên rawestandin. -
Dewleta Tirk gundekî li sînorê Zaxoyê bombebaran kir
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Şilîni ya li sînorê Zaxoyê bombebaran kir Hate diyarkirin ku di encama bombebaranê de malek hatiye hilweşandin. -
Li Sêrtê ji bo çalakiya nobedê bang hate kirin
Li hemberî desteserkirina Şaredariya Sêrtê li bajêr meşên protestoyî tên lidarxistin û ji bo çalakiya nobedê ya ku wê sibehî were lidarxistin, bang hate kirin. -
Baroya Wanê û OHD'yê, girtina Firat Epozdemîr protesto kir
Baroya Wanê û Şaxa Wanê ya OHD'yê girtina endamê Rêveberiya Baroya Stenbolê Firat Epozdemîr li pêşiya dadgeha Wanê bi daxuyaniyekê protesto kir. -
Gelê Sêrtê qeyûm şermezar dike
Çalakiya Nobedê ya li Sêrtê ku li dijî desteserkirina şaredariyê destpê kir, di roja duuyemîn de ye. Li gel dorpêça polîsan jî çalakiya şermezarkirinê li ber avahiya şaredariyê dewam dike. -
Li Dihokê, ji ber parvekirina Facebookê cezayê girtîgehê li rojnamegerekî birîn
Dadgeha bajarê Duhokê yê Başûrê Kurdistanê, ji ber parvekirina Facebookê cezayê girtîgehê li rojnamegerê bi navê Umêd Beroşkî birî. -
'Cihê dayikan ne zindan e, dayik aştiyê dixwazin'
Hanife Aslan a 82 salî ku li gel temen û nexweşiyan jî 3 salan li girtîgehê hate hiştin û hefteya derbasbûyî hate berdan, got "Cihê dayikan zindan nîne, dayik aştiyê dixwazin." -
Mirina koçberan a li ser sînor dikare bê rawestandin
Endama Komîsyona Mafên Mirovan û Koçê ya Baroya Wanê parêer Ceylan Ûkay anî ziman ku ji bo rawestandina mirina koçberan a li ser sînorê Wanê, pêwîstî bi sererastkirina qanûnî heye. -
Çiyayên azad silav da Bendava Tişrînê
Gerîlayên YJA Star û HPG'ê ku li çiyayên azad di çeperên berxwedanê de ne, berxwedana dîrokî ya gel û şervanên YPJ û YPG'ê ya li Bendava Tişrînê silav kirin. -
Kaysî: Em ê îradeya xwe teslîmî qeyûman nekin
Hevşaredarê Sêrtê Mehmet Kaysî got, "Di serî de gelê me em bang li her beşên civakê dikin ku li ber xwe bide û têbikoşe. Roj roja xwedîderketina li îrade û şaredariya xwe ye." -
Li Amedê 2 kes hatin girtin û li Farqînê 2 kes hatin binçavkirin
2 kesên ku di 26’ê Çileyê de li Amedê hatibûn binçavkirin, hatin girtin û li navçeya Farqînê jî Aysel Yapici û Umît Okşamak hatin binçavkirin. -
Bakirhan û Bayindir: Em ê li dijî darbeya qeyûmê heta dawî li ber xwe bidin
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir got, “Bi destdanîna ser şeredariyên Kurdan qetilkirina rojnamegerên Kurd, girtina siyasetmedaran aştî nabe.” Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî got, “Em ê heta dawî li ber xwe bidin.” -
Li ber Şaredariya Sêrtê çalakiya şermezarkirinê dewam dike
Desteserkirina Şaredariya Sêrtê tê şermezarkirin. Parlamentera DEM Partiyê Bêrîtan Guneş got, "Em bang li gelê Sêrtê yê bi rûmet dikin ku xwedî li îradeya xwe derkeve û li ber şaredariyê kom bibe." -
Li Êlihê protestoya 'Sêrt' û 'Tişrînê'
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û desteserkirina Şaredariya Sêrtê bi çalakiyekê li Êlihê hate şermezarkirin. -
KNK: Divê gelê Kurd rabe ser piyan û şaredariyên xwe paşde bistîne
KNK’ê bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Sêrtê da û got, “Divê gelê Kurd û muxalefeta demokratîk vê bêedaletiyê qebûl nekin, rabin ser piyan, li hember vê bê hiqûqiyê rawestin û van şaredariya paşde bistînin.” -
Nasnameya Şehîdên Xakurkê hate eşkerekirin
HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên li Xakûrkê şehîd bûne eşkere kir û got, “Em soza xwe dubare dikin ku heya em armanca xwe ya Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad pêk tînin, em ê di pêşengtiya şehîdên xwe yên leheng de têkoşîna xwe bidomînin.” -
Şerma mirovahiyê: Hevpeymana Mîsak-i Millî
Li dijî planên Mîsak-i Millî yên Erdogan, Kurd bi gelên herêmê re li ber xwe didin. Erdogan bi dagirkirina Sûriye û Iraqê, dixwaze navendeke şer a bêdawî çêbike. -
Înan: Dixwazin Kurdistanê ji mirovan xalî bikin
Serokê Komîsyona Hawirdor û Bajêr a Baroya Amedê Ahmet Înan got, bi karên madenê hewl tê dayin ku Kurdistan ji mirovan bê xalîkirin û destnîşan kir ku divê kes li hemberî vê bêdeng nemîne. -
Rêyên vê navçeyê hemû qedexe ne: Xelkê navçeyê asê maye
Rêya navçeya Mukus a bi Wanê re ku qeyûm lê hatiye danîn, bi hinceta 'aşût'ê hatiye girtin. Rêya Xîzanê ku rêya alternatîf e bi gotina 'nabe ku rêwîtiya navbera bajaran lê bê kirin' hate qedexekirin. Ji ber vê jî xelkê Mukusê li navçeyê asê ma. -
Êrîşên li ser rojnamevanan hate protestokirin: Em ê her tim bibin dengê gel
Li Amedê zext û girtinên li dijî rojnamevanan bi pêşengiya DFG û MKG’ê hate protestokirin.