Şîna Azîz Koyluoglu: Dewleta Tirk sûcê şer kir

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar, di şîna rojnamevan Azîz Koyluoglu yê ku li Ranya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hat qetilkirin de axivî û got ku dewleta Tirk sûcê şer kiriye.

Rojnamevan Azîz Koyluoglu 27'ê Çileyê li navçeya Ranya ya bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê di êrîşa balafirên bêmirov ê dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibû.

Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmanên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgûn Ûçar û Keskîn Bayindir, serdana şîna ku ji aliyê Çapemeniya Azad û malbata wî ve li Mala Şînê ya Pasûriyan a li navçeya Rezanê ya Amedê hatibû danîn, kirin.

Rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya gelan (DEM Partî), Partiyên Herêmên Demokratîk (DBP) ên Amed û Êlihê, Tevgera Jinên Azad (TJA), MEBYA-DER, Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz û her wiha gelek welatî bi girseyî serdana şînê kirin.

Her wiha malbata Gulîstan Tara ya ku di 23'yê Tebaxa 2024'an de di encama êrîşa balafirê bêmirov de şehîd bibû jî, serdana şînê kir.

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgûn Ûçar di şînê de axivî û diyar kir ku Azîz Koyluoglu tevî hemû zor û zehmetiyan jî ti carî dudilî nebûye ku heqîqetê bîne ziman.

Çîgdem Kiliçgun Ûçar, destnîşan kir ku dewleta Tirk bi qetilkirina rojnamevan Azîz Koyluoglu, Nazim û Cîhan sûcên şer pêk aniye û got, “Gelê Kurd wê têkoşîna xwe bidomîne."