KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
HPG: Herêmên Parastinê yên Medyayê 51 caran bi balafirên şer hatin bombekirin
HPG'ê ragihand ku Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker ve 51 caran hatin bombekirin. -
Hevdîtina bi Barzanî re bi dawî bû, heyet wê bi Talabanî re rûnê
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê piştî hevdîtina bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî wê li Silêmaniyeyê bi lîderê YNK'ê re bicive. -
Heyeta Îmraliyê bi Nêçirvan Barzanî re rûnişt
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ku ji bo hevdîtinan li Başûrê Kurdistanê ye, piştî Mesûd Barzanî bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî re rûnişt. -
HPG: Hevrêya me Hêvî Şerzan Koçer şehîd bû
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku gerîla Hêvî Şerzan Koçer di meha Çileyê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di encama qezayekê de şehîd bû. -
Li taxên Wanê çalakiyên li dijî xespê
Li Wanê ciwan daketin kolanan û desteserkirina şaredariyê protesto kirin. -
Hêzên tolhildanê li her derê ne
Li hemberî propagandayên reş ên dewleta Tirk a dagirker, gerîla her roj hîn bêhtir xurt dibe, ji aliyê leşkerî û teknîkê ve dibe xwedî wê hêz û hunerê ku derbên giran li dijmin bixe. Çalakiya Gabarê ya 30'ê Çileyê yek ji mînakên şênber ên vê yekê ye. -
Desteserkirina şaredariya Wanê li gelek bajaran hat protestokirin
Desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li gelek bajaran hat protestokirin. Hevberdevka HDK'ê Meral Daniş Beştaş bang AKP'ê kir û got: "Eger hûn dixwazin bêyî gel welat bi rê ve bibin, ev gel wê serî li ber we netewîne û wê li ber xwe bide.” -
'Gelê Kurd bi berxwedan û têkoşîna xwe bi Rêbertî re ye'
Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê komploya 15’ê Sibatê li hemberî Rêber Apo şermezar kirin û wiha gotin: “Raste ev roj rojeke reş e, lê wê bi saya berxwedana Rêber Apo û gelê Kurd bibe roja serketin û cejnê.” -
Hevdîtina navbera Heyeta Îmraliyê û Barzanî bi dawî bû
Hevdîtina navbera Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî saetek û 45 deqeyan dewam kir. -
Hevdîtina Heyeta Îmraliyê û Mesûd Barzanî destpê kir
Hevdîtina navbera Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî destpê kir. -
'Em ê heta dawiyê bi Rêber Apo re bin'
Gerîlaya YJA Starê Viyan Şaho komploya 15'ê Sibatê şermezarkir û got, "Em ê heta dawiyê bi Rêber Apo re bin û ti carî vê komployê qebûl nekin." -
Hûn: Komploya Navneteweyî negihîşt armanca xwe
Parlamenterê Îdirê yê DEM Partiyê Yilmaz Hûn anî ziman ku komploya navneteweyî negihîşt armanca xwe, fikrê Rêber Apo li cîhanê belav bû û ji gelan re bû çavkaniya hêviyê. -
Şandeya Îmraliyê bi Waliyê Hewlêrê re hevdîtinek pêk anî
Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê bi Waliyê Hewlêrê Umed Xoşnaw re hevdîtinek pêk anî û têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd axivîn. -
Li Amedê komplo hate protestokirin: Em ê her roj li ber xwe bidin û bi ser bikevin!
Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo li Amedê hate protestokirin. Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû got, “Ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan rabe û di şert û mercên azad de muzakereyan pêk bîne em ê her roj li ber xwe bidin." -
Şandeya Îmraliyê li Başûrê Kurdistanê ye
Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê ji bo hevdîtinê bi rayedarên PDK û YNK’ê re bike, li Başûrê Kurdistanê ye. -
Li Mexmûrê Komploya 15’ê Sibatê hate protestokirin
Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li hemberî Rêber Apo bi meşeke girseyî şermezar kirin. -
Li Wanê berxwedan: Hevşaredar jî hatin binçavkirin - HATE NÛKIRIN
Li dijî desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê gel dest bi berxwedanê kir. Polîsên Tirk êrîş birin ser çalakvanan û Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê jî di nav de gelek kes binçav kirin. -
DBP: Em dizîtiya li hemberî îradeya gel ti carî qebûl nakin!
DBP’ê got, “Em dizîtiya li hemberî îradeya gel, ti carî qebûl nakin û van biryaran jî nas nakin. Berxwedan û têkoşîna me ya li dijî darbekaran wê bidome.” -
Li Wanê xespa îradeyê: Lîsteya binçavkiriyan
Di dema desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de 115 kes bi êşkenceyê hatin binçavkirin. Ji van 115 kesan navê 48’an zelal bû. -
DBP: Fikrê Abdullah Ocalan ji bo siberojê derfet e
DBP’ê diyar kir ku divê demildest Rêber Apo azad bibe û got, “Fikir û îradeya çareseriyê ya Birêz Ocalan, ji bo avakirina siberojeke demokratîk û azad derfet e.” -
Bi ser şaredariyê de girtin: Gelek kes hatin binçavkirin
Polîsan bi ser Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de girtin, rojnamevan jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. -
Gerîlayên HPG'ê: Rêbertî bi têkoşîna xwe cîhan girt li hemberî xwe
Gerîlayên HPG’ê Xebat Med û Delîl Demhat anîn ziman ku 15’ê Sibatê ji bo gelê Kurd rojekê reş e û Rêber Apo bi têkoşîna ku da destpêkirin re hemû cihan girt li hemberî xwe. -
Berxwedan û têkoşîna gelê Wanê
Çalakiya nobetê ya li dijî cezayê li Abdullah Zeydan hatiye birîn û îxtîmala ku qeyûm bişînin Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatiye destpêkirin, tevî hewaya sar jî bi coşeke mezin didome. -
Berxwedana Wanê: Berxwedan jiyan e
Çalakiyên parastina Şaredariya Wanê ku di roja 4’an de ye, bi bernameyeke têr û tije berdewam kir. Meclîsa Dayikên Aştiyê, Platforma Şaxan a KESK’ê ya Wanê û EMEP’ê serdana nobetê kirin. -
Li Şengalê Komploya 15’ê Sibatê hat şermezarkirin
Li Şengalê bi dirûşmeya “Ji Rêber Apo re azadî, ji Şengalê re Xweser” meşek girseyî hat lidarxistin.