KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Rojnamevan Abdurrahîm Kiliç jiyana xwe ji dest da
Rojnamevan Abdurrahîm Kiliç ku li Amedê ji ber nexweşiya penceşêrê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da. -
QSD: Êrîşên li ser Qereqozax û Tişrînê zêde bûn
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya 24 saetên dawî ya têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê eşkere kir û ragihand ku êrîşên li ser Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaxê zêde bûne. -
Taş: Divê em li hemû qadên jiyanê bi Kurdî biaxivin
Rêveberê MED-DER’ê Îbrahîm Xelîl Taş da zanîn ku polîtîkayên bişaftinê her ku diçe zêdetir dibin û got ku divê em li hemû qadên jiyanê bi Kurdî biaxivin. -
Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî dewam dike
Çalakiya nobetê ya li Wargeha Mexmûrê ya bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, di roja 583’an de bi koma 115’an dewam dike. -
Li Wanê qeyûm hate şermezarkirin
Darbeya qeyûm li Wanê hate protestokirin. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir got, “Ocalan bi înîsiyatîfeke mezin di bin şert û mercên zehmet de çareseriyê pêşkêş dike. Ji bo ku li vî welatî aştî û azadî pêk were, îradeyê raber dike.” -
Girtiyê Kurd ê nehate dermankirin, jiyana xwe ji dest da
Li Girtîgeha Ûrmiyeyê, girtiyê Kurd ê ku tedawiya wî hate astengkirin, jiyana xwe ji dest da. -
Di Roja Zimanê Dayikê de daxwaza Kurdî
Di çarçoveya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çalakî hatin lidarxistin. -
Qaxizman hate tecrîdkirin: Ketin û derketina navçeyê hate qedexekirin
Dewleta Tirk piştî ku 6 sal û 3 meh ceza li Hevşaredarê Qaxizmanê birî ketin û derketina navçeyê qedexe kir. -
Êzidiyên li Ermenistanê cejan Xidir Nebî pîroz kirin
Civaka Êzidî ya li herêma Elegezê ya Ermenistanê cejna Xidir Nebî pîroz kir. -
Li Zapê çalakî: Gelek dagirker hatin cezakirin
Li qada Kurojahro ya Zapê li hemberî leşkerên Tirk ên dagirker çalakiyek hate lidarxistin. Gelek leşkerên dagirker hatin cezakirin, gelek çek jî hatin desteserkirin. -
Li Serhedê ji ber berfê rêya hezar û 409 gundan hate girtin
Li herêma Serhedê ya Bakurê Kurdistanê ji ber berfê rêya hezar û 409 gundan hatin girtin. -
KNK: Divê em zimanê xwe biparêzin û pêş bixin
Komîsyona Ziman, Çand û Perwerdeyê ya KNK’ê 21’ê Sibatê roja zimanê dayikê pîroz kir û got, “Erkê me ye ku em her tim giranî bidin parastin û pêşxistina zaravayên Kurdî.” -
SZPÊ’yê roja zimanê dayikê pîroz kir
Saziya Ziman û Perwerdeyê ya Êzidiyan (SZPÊ) bi wesîleya roja zimanê dayikê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Em bang li civaka xwe dikin divê em zimanê xwe yê dayîkê biparêzin, zarokên xwe bi zimanê dayîkê bidin axaftin û xwendin.” -
'Divê em hîn bêhtir ji bo zimanê xwe têbikoşin'
Şoreşa ziman li gorî tê zanîn B.Z. pêncî hezar sal dest pê kiriye û piştre jî belavî hemû mirovahiyê bûye. Ziman amûrekî herî kevin ê civakbûn û xweîfadekirina zîhniyetê ye. -
Navê sembola cesaretê li Gulperiyê kirin
Hevalê Egîd fermandara xwe Gulperî ya di çeperê şer de giran birîndar bû bi tenê nehêla, li gorî rêgezên Egîdiya Botanê ya ku di nava PKK'ê de bi nasnamebûyî tevgeriya û heta nefesa xwe ya dawiyê li kêleka fermandara xwe şer kir. -
Duşunmez: Em ê qeyûman bişînin cihê jê hatine
Parlamenterê Colemêrgê yê DEM Partiyê Onûr Duşunmez li ber desteserkirina îradeyê rabû û got, "Sê serdem in çawa ku em qeyûman dişînin, em ê careke din bişînin cihê jê hatine." -
'Êrîş, komkujî û girtin nîşan didin ku AKP naxwaze şer bisekine'
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan got, êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, kuştina rojnamevanan, binçavkirin û girtina li Bakur nîşan didin ku AKP naxwaze şer bisekine. -
Li dora Şaredariya Qaxizmanê polîsên sivîl hatin bicihkirin
Li Hevşaredarê Qaxizmanê Mehmet Alkan 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat birîn û piştî vê polîsên sivîl li dora şaredariyê hatin bicihkirin. -
PJAK: Parastina ziman tê wateya parastina azadiyê
PJAK’ê bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî daxuyaniyek da û got: “Divê gelê Kurd bi armanca parastina ziman û çanda xwe têkoşîna xwe mezin bike, her malek bibe dibistana ziman û parastina ziman tê wateya parastina azadiyê.” -
Hevşaredarê Qaxizmanê Mehmet Alkan: Ji bo rê li ber qeyûmê vekin ceza birîn
Hevşaredarê Qaxizmanê Mehmet Alkan ku 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn, got, “Ji bo rê li ber qeyûmê vekin, biryarekî wiha dan. Em vê biryarê qebûl nakin. Ev desteserkirin e.” -
YJA Starê Nesrîn Bêrî bi hurmet û minet bi bîr anî
YJA Starê ragihand ku Nesrîn Bêrî-Yayla Kizilkaya di Mijdara 2024'an de şehîd bû û got, "Bi navê tevger û artêşa jinê, em hevrêya xwe ya ku cihê wê nayê dagirtin bi hurmet û minet bi bîr tînin." -
Çalakiya li dijî desteserkirina vînê: Gelê Wanê ji bo vîna xwe destanê dinivîsîne
Li Wanê careke din desteserkirina vînê hate protestokirin. Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan di çalakiyê de axivî û got, “Gelê Wanê ji bo vîna xwe destanê dinivîsîne. Divê hemû gelên Tirkiyeyê peyama gelê Wanê baş fêm bikin.” -
YPC'ê li Wanê li wesayitên zirxî xist
Yekîneyên Parastina Cewherî (YPC) ragihand ku li hemberî desteserkirina îradeyê ya li Wanê, wan li nava bajêr li dijî hêzên dewleta Tirk gelek çalakî kirine. -
Hevdîtina Heyeta Îmraliyê û Mesrûr Barzanî bi dawî bû
Hevdîtina navbera Heyeta Îmraliyê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ya Federe Mesrûr Barzanî bi dawî bû. -
Hevdîtina Heyeta Îmraliyê û Mesrûr Barzanî destpê kir
Hevdîtina navbera Heyeta Îmraliyê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ya Federe Mesrûr Barzanî destpê kir.