Ji aliyê 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve bi hinceta ‘teşebusa alikarîdayîna rêxistinê’ li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê hate birîn û ev yek bû sedem ku gelê Wanê li hemberî vê biryarê nerazîbûneke mezin nîşan bide. Ji eşkerebûna vê biryarê heya niha gelê ku li pêşiya avahiya şaredariyê kom bûye, li hemberî gefa tayînkirina qeyûm di nobedê de ye. Li pêşiya avahiya şaredariyê konek hate vekirin û gel bi berzkirina dirûşmeyan xwedî li îradeya xwe derdikeve.
Ciwanên ku li pêşiya bînayê govendê digerînin, gelek caran dirûşmeyên weke ‘’Bijî berxwedana gelê Kurd’’, ‘’Bi têkoşînê em ê ser bikevin’’ û ‘’Abdullah Zeydan û Neslîhan Şedal rûmetên me ne’’ berz kirin. Her wiha gelê Wanê pêl bi pêl berê xwe dide bînaya şaredariyê.
JI BO DAXUYANIYA SIBEHÎ BANG HATE KIRIN
Du komên cuda yên ku ji parlamenterên DEM Partiyê û ji welatiyan pêk tên li bajêr bi megafonan banga tevlîbûna daxuyaniya çapemeniya ya ku dê sibeh were lidarxistin, kirin. Her wiha Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî wê beşdarî daxuyaniya sibehî bibin.
Her wiha hate ragihandin ku gel dê heya siharê li pêşiya avahiya şaredariyê nobedê bigire û ji îşev pê ve dê her şev di saet 21.00’an de 5 deqeyan çalakiya girtina gilopan were lidarxistin.