Li Şengalê şano û pêşangeha li ser fermanê

Li Şengalê ji bo bîranîna qurbaniyên fermanê şano û pêşangeha wêneyan li Sinûnê û Xanesorê hatin lidarxistin.

Ji ber salvegera 9'an a fermana 3'ê Tebaxa 2014'an a li Şengalê, çalakî têne lidarxistin. Li navçeyên Sinûnê û Xanesorê yên Şengalê şano û pêşengeha wêneyan ji aliyê Çand û Hûnera Sitiya Nexşan û Jinên Ciwan yên Êzidxanê hatin lidarxistin. Di serî de şano li navçeya Sinûnê li gel çerxereya bajêr hat pêşkêşkirin û ji wir ber bi navçeya Xanesorê ve herikîn û pêşengeha wêneyan li parka giştî hat pêşkêş kirin.

Di pêşangehê de wêneyên dema fermanê hatin nîşandan. Di heman demê de bîranînên jinên ciwan ên di dema fermanê de hatibûn nivîsandin û daliqandin. Li aliyek din jî wêneyên ku bi destê jinên ciwan hatibûn xêzkirin hatin daliqandin.