Qeyûmê Wanê karkerên zem protesto kir, sirgûn kirin

Şaredariya Mezin a Wanê ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin, xebatkarên zemkirina destheqan ji sedî 25, protesto kir, sirgûnê Kar û Barê Avê yê Dewletê (DSÎ) kirin.

Şaredariya Mezin a Wanê ku qeyûm dest daye ser, çendeyê bi HAK-ÎŞ’ê re ku sendîkaya xebatkaran e li ser zemkirina destheqê xebatkaran ji sedî 25, li hev kir. Zem ji xebatkaran re kêm hat û xebatkaran dev ji sendîkaya HAK-ÎŞ’ê berda. Serokê Şaxê HAK-ÎŞ’ê yê Wanê Fatîh Akdenîz û Serokê Daîreya Xebatkarên Şaredariyê Mehmet Unal Sedat ku du destheqan distîne gef li xebatkaran xwar. Hat zanîn ku 300 xebatkaran dev ji sendîkaya HAK-ÎŞ’ê berdaye û zêde zext li xebatkaran tê kirin.

Xebatkaran ku ji sendîkayê îstifa kir û zemkirina destheqan protesto kir, qeyûm ket dewreyê. Di nivîsa fermî de ku ji aliyê Walîtiya Wanê ve ji Karê Nivîsê yê Bajêr re hat şandin, wiha hat gotin: "Xebatkarên di bin fermana Serokatiya Şaredariya Mezin a Wanê de dixebitin û navên wan di lîstê de ye, ji ber pêdiviyê di çarçoveya xalên têkildarê rêveberiya bajêr a bi hejmar 5442 de, pêşkêşê we dikim ku hûn ji erkdarkirina wan bi sê mehan li Midûriyeta Herêmê ya 17’emîn a Kar û Barê Avê yê Dewletê re, bibêjin erê."

Heta bi niha 9 xebatkar hatine sirgûnkirin.