Dikandarên Payîzavayê dikan venekirin

Dikandaran bertek nîşanê Şaredariya Payîzava ya AKP’yî da ku çima dikandaran bi zorê ji cihê wan derdixe û li ser dikanên xwe wiha nivîsî: Ji ber nelihevkirina me û şaredariyê, dikan girtî ye.’’

Li navçeya Payîzava ya Wanê, çendeyek berê di navbera dikandaran û şaredariya AKP’yî de rageşî çêbû. Şaredariyê ku ji dikandaran re got: ‘’Dikanan vala bikin, em ê sîteya pîşesaziyê li vê derê çê bikin’’ dikandarên dikan venekirin. Niqaşa di navbera şaredariyê û dikandaran de ji ber bidawînebûna sîteya pîşesaziyê ku 4 sal in dest pê bûye, çêbû. Şaredarê AKP’yî Hayrûllah Taniş proje hêj neqedandiye, çendeyek e dixwaze dikandar dikanan vala bikin. Nivîs ji 12 dikandaran re hat şandin ku dikanên xwe vala bikin. Li dikandaran hat ferzkirin ku derbikevin derveyê bajêr.

Dikandaran bertek nîşanê biryarê da û diyar kir ku ew naxwazin biçin derveyê bajêr. Ji ber nelihevkirina dikandaran û şaredariyê, du roj in ku dikandar bi venekirina dikanên xwe şaredariyê protesto dikin. Dikandaran ku dikanên xwe venekirin, xelk jî bû mexdûr. Şaredariyê herî dawî gef li dikandaran xwar ku ger ew dikanan vala nekin, wê şaredarî mohr bike. Balkêş e wê ev gef ne bi nivîskî lê bi devkî kiriye.

12 dikandarên li dijî biryara valakirinê ya şaredariya AKP’yî li ber xwe didin, ev nivîs bi dikanên xwe ve kir: ‘’Ji ber nelihevkirina me û şaredariyê, dikan girtî ye.’’

Dikandarên me di der barê mijarê de hevdîtin bi wan re kir, got ku şaredarî dixwaze dikanan bi zorê vala bike lê ew vê qebûl nakin. Dikandaran da zanîn ku ew ê serî li rêyên yasayî bidin û bang ji bo hestyariya têkildarê mijarê kir.