Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) bi boneya salvegera Komkujiya Şengalê ya 3’yê Tebaxê daxuyaniyek nivîskî da. YJŞ’ê anî ziman ku armanca DAÎŞ ji êrîşa li ser Şengalê ne tenê qirkirina fizikî bû, bi vê êrîşê re çanda civaka Êzidî, ol, bawerî û şêwaza jiyana kominal jî hat hedef girtin. YJŞ’ê da zanîn ku ew ê weke YJŞ’ê fermana 74’an ji bîr nekin û got: “Tolhildana YJŞ’ê wê bibe azadiya Rêber Apo û Şengalek xweser.”
Daxuyaniya YJŞ’ê wihaye:
“Di dirokê de civaka me ya Êzidî timî bi ruhê berxwedanî û çong netewandina li hember zilmê, li hember dagirkerî û helandina çanda qedîm wek pêtên ji agir bûne çirûskên tim vêxistî. Berxwedan li warê Derwêş û Edulan pêl bi pêl heya roja me ya îro di ruh, hişmendî û kesayet de wek hestên azadiyê xwe daye der. Ev civak di nasnameya xwe de sekna vîna azad, berxwedêr û xwedî derketina li çanda xwe bi hedarekî mezin xêzkirin e. Kuştin, talan, komkujî, ferman li pêşiya qêrînên azadiyê nebû kelem.
Di serî de em wek YJŞ, şêhîdên Fermana 74 an û şehîdên xwe gîştî bi rêzdarî bibîrtinin. Şehîdên me bûn bingeha jiyana azad, naskirina azadî, bû sedema vîna jina azad, her wiha bû ronahiya li beramberî tarîtiya zilama desthilatdar. Em şopdarên şehîdên xwe yê bi fikir û ramana Rêber Apo de dil û mejiyê xwe safî kirine ne. Li ser vî esasî jin, ciwan, zarok, kal û bi sedhezaran mirovên bê guneh ên bûn şehîdên Fermana 74 an bi bîr tînîn. Di vê oxirê de hevrêyên ku şehîd bûne di şexsê şehîd Denîz, Bêrîvan Seîd, Rusyar, Bêrîvan Arîn, Nûjîn, Şîlan goyî de, dîsa piştî fermanê hevrêyên bi jinên dil dane azadiyê re hevaltiyê kirin di şexsê şehîd Mam Zekî, Zerdeşt, Seîd, Dijwar û Pîr Çekoyan de bi rêzdarî bi bîr tînîn. Dîsa hevrêyên piştî fermanê şehid bûn, hevrêyên ku rizgarî û têkoşîna Şengalê de cihê xwe girtin û çûn cihên cuda şehid bûn bi rûmet û rêz bi bîr tînin.
Mirovahî bi pergala zilamê desthilatdar hatiye asta ku kesayetek weke Reber Apo 25 sale fîzîkî dîl girtiye. Reber Apo di çayreka sedsala 21’an de ispat kir ku jin bi têkoşînek dijwar dikare jiyana bi rûmet bi dest bixe. Li gel vê jî bi vîn û hêza xwe ya xwezayî ya bi destê zilam hatiye perçiqandin, hêdî hêdî bi rêbaza helandinê, bi çewisandinê, nebe bi qetilkirinê xwest tine bike. Lê belê zilamê serdest bi hebûna Rêber Apo nikaribû xeyalên xwe pêk bîne, hêz û vîna jin bişkene û tune bike. Liser vî esasî jinên Ezîdxan bi heza xwe YJŞ ava kir, di şopa 12 siwarî de meşa xwe a azadî des pê kir. Ev 9 sale ev meş her roj bilindtir û xurtir dibe.
Em jî wek YJŞ baweriya Rêber Apo bawer kir û destê ku ji bo rizgarîya me dirêji me kiri bu bi hizkirenekî bê hempa vî destê girt û em bernadin. Ji ber ku cîvaka Ezîdî di serî de jinên Êzîdî bûne nebûne beramberî desthilatdariya zilam ango dewletan bûye hedef. Ji qirkirina sîyasî, çandî, fîzîkî bı her awayi derbas bûye. Fedaiyên Rêber Apo ji bo parastina gelê Êzîdî, ji bo parastina çanda Êzdiyatî ji bo parastina dîrok û pêşeroja civaka me ya Êzîdî hatin xwe gîhandin û pir bedelên giranbiha dan, serketin warê me teslîmî me kirin û çûn.
Disa jinên ku xwedî koka xwe derdikevîn bawerî didin hêza jin, azadiya jin û civakê em wan wek YJŞ silav dikin. Her wiha Rêber Apo bi hezkirin û rêzek bê hempa silav dikin. Em dibêjin em ê jiyana bi rûmet bi Rêberê xwe re pêşwazî bikin. Dîsa bi destê hêzên desthilatdar a ku parastina pergala zilamsalarî dikin diparêzin û nahêlin jiyana mirovahî bi rûmet û azad bê jiyan kirin. Dewleta Tirk bi salane tecrîdek giran li ser Rêber Apo dimeşîne. Em wek heza parastina jinên Êzidî YJŞ bi tundî tecrîta li ser Reber Apo şermezar dikin û dibêjin bi Reber Apo ra jin, jiyan, azadî.
Li ser Komkujiya Şangelê re 9 sal derbas bûn. Li hemberî vê qirkirinê gerîlayên HPG’ê, YJA Star, şervanên YPG û YPJ’ê têkoşiyan û berxwedanek bê hempa raber kirin. Ew bûn pêşengên me yên heta bi hetayê.
Di dîroka 3’yê Tebaxa 2014’an de di bin navê DAÎŞ de dewletên deshilatdar erîşê xaka Ezîdxan Şingalê kir. DAÎŞ arteşêkî serbixwe nebû. DAÎŞ dewleta Tirke, DAÎŞ Talîbane. Berhema modernîteya Kapitalîst a zilamê deshilatdar e. Di 3’yê Tebaxa 2014’an de dirok cardin xwe dibare kir û hêzên dagirker û DAÎŞ yên li hember civaka me ya Êzidî şûrê qirkirin û talanê tuj kirin. Careke din xwestin qêrinên azadiyê bêdeng bikin, xwestin rayên berxwdan ji holê rakin. Armanca DAÎŞ ji vê êrîşê ne tenê qirkirina fizikî bû, bi vê êrîşê re çanda civaka Êzidî, ol, bawerî û şêwaza jiyana kominal jî hat hedef girtin. Paşeroja me ya civaka Êzidiyan kal û pîrên me yên xwedî ezmûn û diroka zindî kuştin û di gorên komî de veşartin. Bi vê şêwazê xwestin civaka me ya Êzidî bê tecrube û bê dîrok bihêlin. Zarokên ku pêşaroja civakê ne revandin û bi hişmendiya îslamgîr perwerde kirin, hewildan ol û baweriya Ezdîtiyê bi wan bidin jibîrkirin û hişmendiyek li dijî civaka xwe bidin avakirin. Bi vê êrîşêre keç û jin jî, jixwere wek xanîmet girtin, bi çanda destdirêjiya hezarê salan êrîşê nirxên jinê kirin.
Tiştê DAÎŞ kir asîmîlasyon, qirkirina fîzîkî û çandî bû. pergala serî jêkirin, zindî zîndî şewitandin, tecawuz û jin xanîmet kirin, firotin bu bi kurtasî koletî, jiyanekî ketî bû. Jin û keçên me yê Êzîdî xistin halê ku hêjî nikarin werin ser xwe, dramayekî mezin jiyan dikin. Beramberî êşkence, tacîz, tecawuz, bi zorî ol guhartin, êrîşê nirxê me kirin, bi jinê xwestin kokê hilweşînin. Jinên me dema nexwestin teslîmê wan bibin û rûmeta xwe biparêzin xwe ji zinaran avêtin, xwe kuştin. Heya dawî berxwedan, nebû bi destê xwe dawî jiyana xwe anîn. Em divê zanînê de ne ku DAÎŞ bi deshilatdarî ava bû lê belê bi berxwedanî jî têk çû. Cîvaka me Êzidî vê rastiyê dît. DAÎŞ artêşa dewletên desthilatdar bû.
Dewleta Tirk di avakirina DAÎŞ’ê de rola bav lîst. Ew hîn jî li ber çavê hemû cîhanê bi awayekî bêkêmasî lîstina vê rolê didomîne. Di şerê li dijî DAÎŞ’ê de rastiya dewletên serdest derket holê. Li hemberî vê yekê armanca me ya YJŞ’ê ew e ku bi hêza xwe ya xweparastinê re koka xwe biparêzin. Em bi vê felsefeyê heta niha hatine. Ev rojên ku em di dîrokê de bi berxwedan û hewldanan hatine, bi xwînê hatine qezenckirin. Me bi vê hêzê Şengal parast. Me fermana 74’an veguherand berxwedan, rêxistinbûn û azadiyê, bi saya felsefeya Rêber Ocalan û piştgirên parêzvanên wî. Em dizanin ku bi gelek polîtîkayên şerê taybet gel neçar dikin ku ji warên xwe derkevin û koçber bibin.
Dewletên Rojava, dewleta Tirk, hikûmeta Iraqê û Barzanî peymanek bi navê Peymana 9’ê Cotmehê îmze kirin. Her çendî bi vê peymanê armanc dikin ku bi qanûnê Êzidiyan qir bikin jî, divê baş bizanibin ku Êzidî êdî ne yên berê ne. Êzidî êdî xwedî hêz û saziyên parastinê yên weke YJŞ-YBŞ’ê ne. Weke YJŞ’ê em koka xwe diparêzin, xak û welatê xwe terk nakin, bi têkoşîn û berxwedaneke mezin jiyaneke bi rûmet dimeşînin. Hêzên parastinê yên ku pêşengiya gelê Êzidî dike em hîn kirin ku civak bêparastin nabe. Li ser vê bingehê me bi avakirina hêzên xwe xweseriya xwe îlan kir.
Weke YJŞ’ê em diyar dikin ku em ê Fermana 74’an ji bîr nekin. Tolhildana fermanê wê azadiya Rêber Apo û xweseriya Şengalê misoger bike. Bi vê baweriyê em hemû jinên ji bo azadiyê canê xwe feda kirine û di rêya azadiyê de meşiyane silav dikin. Di 9’emîn salvegera fermanê de divê jin bi dirûşma ‘Tolhildana fermanê bi rêxistinbûn û parastina jinê pêkan e’ tevbigerin. Divê em vegerin ser axa xwe, çand, ol û dîroka xwe biparêzin.”