HPG: Di 24 saetên dawî de 12 dagirker hatin cezakirin, çeperek û çekeke A4 hate rûxandin

Gerîlayan di 24 saetên dawî de derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dan. Di van çalakiyan de; yek jê payebilind 12 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin cezakirin, çeperek û çekeke A4 hate rûxandin. Derb li kepçeyekê û 4 çeperan hate xistin.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi şêwaza tarza şer a li ser bingeha qad û binê erdê û taktîkên afirîner ên gerîla derbên giran li dagirkeran dixe. Gerîlayan di 24 saetên dawî de derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dan. Di van çalakiyan de; yek jê payebilind 12 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû. Di heman demê de çeperek û çekeke A4 hate rûxandin. Derb li kepçeyekê û 4 çeperan hate xistin.

Agahiyên li ser çalakiyên hêzên me û êrîşên ji aliyê artêşa Tirk wisa ye:

Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

30’ê Tîrmehê saet 04:00 û 04:50’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hêzên me 2 caran bi çekên giran li dagirkeran dan û dagirkerek hate cezakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

30’ê Tîrmehê saet 07:30’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin û dagirkerek birîndar bû. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

30’ê Tîrmehê saet 10:15’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî derb li çepereke dagirkeran hate xistin.

30’ê Tîrmehê saet 10:30’î li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîvotomatîk li dagirkeran hate xistin û dagirkerek hate cezakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me YJA Starê ve hate kirin.

30’ê Tîrmehê saet 14:15’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî derb li çepereke dagirkeran hate xistin.

30’ê Tîrmehê saet 14:50’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sûîkastê li dagirkeran hate xistin û dagirkerek hate cezakirin.

30’ê Tîrmehê saet 16:40’an de 2 çeperên dagirkeran ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran hatin lêdan. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

Herêma Zapê;

30’ê Tîrmehê saet 09:40’î hêzên me bi çekên giran li çeperên dagirkeran ên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê dan. Bi xurtî li vê çeperê hate xistin. Ev çeper û çeka A4 hate îmhakirin, 3 dagirkerên di çeperê de hatine cezakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me YJA Starê ve hate lidarxistin.

31’ê Tîrmehê saet 06:00’an de dema kepçeyekê hewl da çeperên me yên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê hilweşîne, bi çekên giran li kepçeyê hate xistin.

Herêma Metîna;

Artêşa Tirk a dagirker 29 û 30’ê Tîrmehê bi hevkariya hêzên PDK’ê li dijî hêzên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê operasyonek dabû destpêkirin. Dagirkerên ku dixwestin li Qada Berxwedanê bi cih bibin, di 30’ê Tîrmehê de tîmên me yên gerok dagirker xistin bin kontrola xwe. Tîmên me yên gerok bi taybetî li çepera ku koordîneya operasyonê tê de bû, xistin. Li vir leşkerê payebilind ê ku koordîneya operasyonê jî tê de, 2 dagirker hatin cezakirin. Di heman demê de bi çekên nîvotomatîk jî dagirkerek hate cezakirin. Piştre bi çekên giran li dagirkeran hate xistin û li vir 3 dagirker hatin cezakirin. Di van çalakiyan de ji artêşa Tirk 6 dagirker hatin kuştin û artêşa Tirk miriyên xwe bi alîkariya hêzên PDK’ê ji rêya bejahî ji qadê dûr xistin.  

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

30’ê Tîrmehê qadên Gundê Meyrokê û Xêre yên herêma Garê 5 caran, qadên Goşînê û Sîne yên Xakurkê 4 caran; ev qad bi tevahî 9 caran bi balefirên şer hatine bombekirin.

Herêmên Zap, Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, Metîna û Xakurkê bi dehan caran bi topan hatine bombekirin.”