HPG'ê tol hilanî: 12 dagirker hatin cezakirin

Di nava 48 saetên dawî de gerîla 17 caran çalakî kirin û 12 dagirker ceza kirin, konek îmha kirin, derb li kepçeyekê û 5 çeperan xistin. HPG'ê ragihand ku çalakî ji bo hilanîna tola şehîd Robîn Avent û Yildiz Şahîn Botan hatine kirin.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hate gotin, "Hêzên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi pêşengiya YJA Starê çalakiyên bi bandor kirin û hem derbên giran li dagirkeran xistin, hem jî nahêlin dagirker li Qada Berxwedanê bi cih bibin. Artêşa Tirk ku li Girê Cûdî her roj kuştiyan dide, kuştiyên xwe ji raya giştî re eşkere nake. Hêzên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî di nava 48 saetan de 17 çalakiyên cuda kirin. Di encamê de 12 dagirker hatin cezakirin, konek hate îmhakirin. Her wiha derb li kepçeyekê û 5 çeperan hate xistin. Çalakî ji bo hilanîna tola milîtanên YJA Starê yên fedaî hevrêyên me Robîn Avent û Yildiz Şahîn Botan hatin kirin ku li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî şehîd bûn."

Di daxuyaniya HPG'ê de li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev agahî hatin dayin:

"Li herêma rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

31'ê Tîrmehê saet di 04:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî derb li dagirkeran hate xistin.

31'ê Tîrmehê saet di 08:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî dagirkerekî ku hewl da bikeve nava çeperê bi sekvaniyê hate cezakirin.

31'ê Tîrmehê saet di 09:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî li dijî dagirkerên ku hewl dan bikevin çeperê bi sûîqestê çalakî hate kirin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

31'ê Tîrmehê saet di 14:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî dema ku dagirker ketin nava liv û tevgerê derb li wan hate xistin.

31'ê Tîrmehê saet di 15:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran derb li çepereke dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

31'ê Tîrmehê saet di 16:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, dema ku dagirker ketin nava liv û tevgerê bi çekên nîv otomatîk derb li wan hate xistin.

31'ê Tîrmehê saet di 16:50'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran derb li çepereke dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

31'ê Tîrmehê saet di 17:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî dagirkerên ku hewl dan hilkişin ser girekî, bi çalakiya sabotajê li wan hate xistin û di encamê de 3 dagirker hatin cezakirin.

31'ê Tîrmehê saet di 18:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, dema ku dagirker ketin nava liv û tevgerê bi taktîka sûîqestê li wan hate xistin û dagirkerek hate cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

1'ê Tebaxê saet di 06:50'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî dagirkerekî dijmin ê ku bi teleskopê çavdêrî dikir, bi sûîqestê hate cezakirin.

1'ê Tebaxê saet di 08:15'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, derb li çepereke hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

1'ê Tebaxê saet di 09:30'î de li Qada Girê Cûdî li dijî dagirkerên ku ketibûn nava liv û tevgerê bi çekên nîv otomatîk çalakî hate kirin. Dagirkerek hate cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

1'ê Tebaxê saet di 11:00 û 11:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Derb li 2 çeperan hate xistin.

1'ê Tebaxê saet di 14:25'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran konekî dagirkeran hate îmhakirin. 2 dagirkerên li binê kon hatin cezakirin.

1'ê Tebaxê saet di 21:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. 2 dagirker hatin cezakirin.

Li herêma Zapê;

1'ê Tebaxê sae di 08:0 de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, bi çekên giran derb li kepçeyeke dagirkeran hate xistin ku hewl dida çeperên berxwedanê hilweşîne.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

30'ê Tîrmehê li Xakurkê Girê Şehîd Heqî carekê, 1'ê Tebaxê li Avaşînê Geliyê Avaşînê carekê, li herêma rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 2 caran, Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 2 caran û li Metînayê jî Qada Gundê Dergelê carekê bi giştî 7 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Metînayê bi topan hatin bombekirin."