Hêlîn Umît: Divê her kes tevlî têkoşîna ekolojiyê bibe

Hêlîn Umît diyar kir ku faşîzma AKP-MHP'ê dixwaze destketiyên kedkaran, gel û gundiyan desteser bike û got, "Yên ji xaka xwe hez dikin, daxwaza siberojeke ronî dikin û dixwazin hilmeke paqij werbigirin, divê tevlî têkoşîna ekolojiyê bibin."

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît beşdarî 'Bernameya Taybet' a Medya Haberê bû û li gel polîtîkaya tecrîdê her wiha mijara ekolojiyê nirxand.

Hêlîn Umît destpêkê got, "Bi navê hevalên jin û ciwan, bi navê hevrêyan destpêkê silav, hezkirin û hurmetên xwe ji Rêber Apo re diyar dikim. Sîstema qirkirin û êşkenceyê ya Îmraliyê ku Rêber Apo di nav de tê hiştin, bêguman rojeva sereke ya gelê Kurd e. 25 sal in rojev bi vî rengî ye. 25 sal in gelê Kurd li her derê ji bo azadiya Rêber Apo çalakiyan dike, bangê dike. Li ser vê bingehê 25 sal in li ser piyan e. Daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dike, ji bo vê jî têdikoşe.

Divê bi israr ev yek bê gotin. Rêber Apo tê wateya rastiya gelê Kurd. Divê Rêber Apo bi vî rengî bê pênasekirin û azadiya Rêber Apo weke azadiya gelê Kurd bê dîtin.

Ji bo me, ji bo têkoşîna me Rêber Apo dengê azadiyê yê gelê Kurd e. Îrade û hebûna wê ye. Divê bi vî rengî bê nirxandin û têkoşîn jî li gorî vê yekê bê meşandin."

'DIVÊ HER KES TEVLÎ TÊKOŞÎNA EKOLOJIYÊ BIBE'

Hêlîn Umît di dewama axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên qirkirina xwezayê û anî ziman ku du aliyên vê polîtîkayê hene. Hêlîn Umît got, "Ya destpêkê êrîşên modernîteya kapîtalîst, sîstema mêtingeriyê ya kapîtalîst ên ji bo wêrankirina xwezayê, tunekirina eko sîstemê ye. Ya duyemîn jî polîtîkayên qirkirinê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê ye. Dema mijar dibe Kurdistan û Tirkiye du aliyên vê rastiyê hene. Li deverên cuda yên cîhanê bi rengê cuda tê nîqaşkirin.

Netewe dewletên heyî, dewletên netewe yên xurt bi xwe jî cografyaya xwe diparêzin. Lê belê ji bo wan qîmetê qada jiyanê ya gel, netewe û mirovan nîne. Hezkirina ji xakê nîne, hurmeta ji xakê nîne. Talanker û dagirker in, dixwazin her tiştî bikin pere. Lewma deverên herî bedew ên Tirkiyeyê li ber hilweşînê ne. Ez wan dayikên li wan deveran li ber xwe didin, keda wan silav dikim. Bi rastî jî bandorê li me dike. Ez bi xwe dema ku dibînim ew dayik wan daran hembêz dikin û li ber xwe didin, dikevim bin bandora vê yekê. Ji ber ku ew dar ji bo wê jiyan e, rabirdûya wê ye, dayika wê ye, paşeroja zarokên wê ye. Ne tenê dareke. Ma Gezî jî ne bi wî rengî bû? Xala destpêkê ya Berxwedana Gezî parastina daran bû. Niha jî li Mûglayê êrîş tê kirin, polîtîkayeke qirkirinê ye. Bi vî rengî dixwazin li nava civaka Tirkiyeyê mirovahiyê tune bikin. Civaka gund, civakeke xwezayî, civakeke exlaqî ye. Mirovên xwedî li darê derkevin xwedî li mirovan jî derdikevin. Têkiliyeke bi vî rengî ya diyalektîk heye. Xweza û mirov yekparçe ne."

Hêlîn Umît diyar kir ku têkoşîna ekolojiyê ne tenê têkoşîna ji bo hewa paqij a ji bo paşerojê û têkoşîna gerdûnî ya rizgarkirina cîhanê ye Û got, "Di heman demê de qadeke welatparêziyê ye ku tu xwedî li rabirdûya xwe derdikeve. Têkoşîneke hem herêmî hem jî gerdûnî ye. Her şoreşger, demokrat û mirovên berpirsyar ên li Tirkiyeyê, her kezên hez ji xakê dikin, daxwaza siberojên bedew û ronî dikin, her kesên dixwazin hilmeke paqij werbigirin divê tevlî têkoşîna ekolojiyê bibin. Tevlîbûneke berfireh divê pêk were. Bi taybetî divê mirov li ber êrîşên li Kurdistanê rabin. Li Kurdistanê hinekî bi rengekî cuda tê meşandin. Li ser bingeha koçberkirina gelê Kurd û bêwarhiştina Kurdan tê meşandin. Li Tirkiyeyê li ser bingeha rant a aboriyê tê meşandin. Rastiyeke Tirkiyeyê heye ku di nava krîzeke giran a aboriyê de ye. Ev jî faşîzmê bêhtir sor dike. Dixwaze hemû destketiyên kedkar, gelan, gundiyan desteser bike. Li ser vê bingehê divê her kes di nava berxwedanê de bin. Bêguman divê jin ên ciwan, mêr ên ciwan pêşengiyê ji vê berxwedanê re bikin. Ya ku divê bê kirin bi vî rengî ye. Ji ber ku ya li wir tê parastin paşeroj bi xwe ye."

'PKK TEVGEREKE CIWANAN A REWŞENBÎR E'

Hêlîn Umît di dewama axaftina xwe de Konferansa Ciwanan a PKK'ê ya Yekemîn silav kir û got, "Konferansa Ciwanan a PKK'ê cara yekemîn hate lidarxistin. Lewma asteke girîng e. Di wê baweriyê de me ku biryarên hatine wergirtin wê bi îdîa û coşeke mezin bi cih bêne anîn.

Li ser rola tevgear ciwanan a li nava têkoşîna me gelek tişt dikarin bêne gotin. Rêberê me got, 'Me bi ciwantî destpê kir, em ê bi ciwantî bi ser bikevin'. PKK ji destpêkê ve weke tevgereke ciwanan dest bi têkoşînê kir, tevgereke ciwanan a rewşenbîr bû. PKK hîn jî xwedî van taybetmendiyan e.

Li her qada têkoşînê di serî de qada leşkerî, yên ku pêşengiyê ji têkoşîna civakî re dikin, tevgera me ya ciwanan e. Ciwan rê nîşan dide, ruh dide, rêbaza wê diafirîne. Ji ber vê yekê biryarên ku wergirtine gelekî girîng in.

Ez bang li ciwanên Kurdistanê hemûyan dikim ku bi vê konferansê re hîn bêhtir di nava tevgera ciwanan de bibin yek û têkoşînê bilind bikin."