HPG'ê şehîd Elefterîa Hambî bi rêzdarî bi bîr anî

HPG'ê şehîd Elefterîa Hambî bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Mîrateya têkoşînê ya ku hevrêya me Elefterîa li pey xwe hişt wê her tim rêya me ronî bike û teqez bi serketinê tacîdar bike."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî gerîlayeke şehîd daxuyanî da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Şoreşgera enternasyonalîst a hêja hevrêya me Elefterîa Hambî ji fikrê sosyalîzma demokratîk a Rêberê me, şerê fedaî yê milîtanên Apoyî yê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê û hemû hêzên paşverû dihate meşandin, bi bandor bû. Bi vê bandorê, bi hişmendiyeke xurt a sosyalîst û enternasyonalîst ji bo azadiya gelan berê xwe da Rojhilata Navîn û navenda wê Kurdistanê. Hevrêya me Elefterîa ku dilê wê ji bo azadiya tevahiya mirovahiyê lê dida, ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta bi Herêmên Parastinê yên Medyayê bi fedaî têkoşiya. Hevrêya me Elefterîa 25'ê Mijdara 2019'an li qada Sêdarê ya Garê di êrîşeke artêşa Tirk a dagirker de ya bi balafirên şer hate kirin, şehîd bû.

Hevrêya me Elefterîa ku bi paradîgmaya azadîparêziya jinê, ekolojîk û demokratîk a Rêberê me baweriya xwe pê anî ku dikare xeyalên xwe pêk bîne, berê xwe da Kurdistanê, bi dilxwazî, durustî û fedakariyeke mezin têkoşiya, ji hevrêyên xwe re her tim bû çavkaniya hêz û moralê. Enternasyonalîstên mirovên bedew ên mîna hevrêya me Elefterîa, bi tevlîbûna xwe têkoşîna azadiyê ya gelan mezin kirin. Ji Ewropayê bi rê ket û ji bo şikandina sîstema mêtingeriya bêdawî ya hegemona navneteweyî û netew dewletên kapîtalîst a li ser gelên Rojhilata Navîn, bi roleke mezin rabû.

Weke hevrêyên wê em xwe bi şens dibînin ji ber ku li gel jineke esîl a bi ruhê azad û şoreşgereke enternasyonalîst a hêja ya bi vî rengî têkoşîna azadiyê meşand. Di serî de malbata hêja ya hevrêya me Elefterîa, em sersaxiyê ji gelê Elman ê demokratîk re diwazin ku dilê xwe ji bo gelê Kurdistanê û azadiya gelan lê dide. Sersaxiyê ji gelê Kurdistanê re dixwazin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêya me Elefterî Hambî bi vî rengî ye:

Nasnav: Elefterîa Hambî
Nav paşnav: Eva Marîa Steîger
Cihê jidayikbûnê: Elmanya
Dayik-Bav: Corînna-Hans Mîchael
Dem û cihê şehadetê: 25'ê Mijdara 2019 / Garê

Rêber Apo, gelekî di bin zexta qirkirinê de li ber mirinê bû jinûve bi ser xwe ve anî û meşeke azadiyê ya herî bi heybet a dîroka mirovahiyê da destpêkirin. Rêber Apo ku parêzvanî ji gelekî welê re kir ku hêzên mêtinger hebûna wê xistibû ber nîqaşê û welê lê kiribû ku hebûna xwe înkar bike. Li gel parêzvaniya vî gelî Rêber Apo her wiha partiya wê ya pêşeng PKK ava kir û hîn ji roja destpêkê ya têkoşînê ve berxwedana hevpar a gelan ji xwe re kir esas. Rêber Apo bi Hakî Karer ê ku jê re digot 'ruhê min ê veşartî ye' û dilxwazê Kurdistanê Kemal Pîr cewhera PKK'ê afirand û PKK'ê hîn ji roja destpêkê ve temsîliyeta rast a enternasyonalîzmê kir. Têkoşîna azadiyê ya gelê me bi ronahiya felsefeya azadiyê ya Rêber Apo di demeke kurt de li derveyî Kurdistanê û Rojhilata Navîn di asta navneteweyî de deng veda; di serî de jin û ciwan bû hêviya jiyana nû ya bindestan hemûyan. Rêber Apo kevneşopiya berxwedêrên li dijî modernîteya kapîtalîst li çiye, gundan û bajaran bi hezaran sal in li ber xwe didin, bi PKK'ê re gihand hev û rêya serketinê destnîşan kir. Rêber Apo diyar kir ku heta jin azad nebe ku koleya destpêkê û ya dawî ye, ne kes, ne jî civak nikare azad bibe. Bi vê nêzîkatiya xwe meşa azadiyê ya Rêber Apo ji her deverê şoreşger ber bi refên xwe ve kişand. Li hemberî êrîşên bêdawî yên faşîzma sîstema kapîtalîst ku dagirkeriyê belav dike, civakan bênasname dike û dişibîne hev, bi vî rengî tune dike, li her devera cîhanê şoreşger li ber vê rewşê rabûn, dest bi berxwedanê kirin û kevneşopiyeke berxwedanê ya dîrokî afirandin. Rêber Apo ev kevneşopî bi paradîgmaya azadiyê jinûve bilind kir, li dilê Rojhilata Navîn Kurdistanê ku weke Şerê Cîhanê yê 3'yemîn a sîstema kapîtalîst lê hate destpêkirin, bi afirandina jiyana alternatîf û felsefeya vê jiyanê, bersiv da.

Bi sedan şoreşgerên ku ruhê gerdûnî û enternasyonal ê PKK'ê, bexwedana wê ya dîrokî û xeta serketinê dîtin, tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bûn û beşdarî nava vê berxwedana dîrokî bûn. Hevrêya me Elefterîa ku li bajarê Memmîngen ê Elmanyayê li nava malbateke demokratîk ji dayik bû, bû yek ji milîtanên pêşeng ên enterasyonal ku tevlî meşa azadiyê ya Rêber Apo bû. Hevrêya me Elefterîa ku di nava şert û mercên kapîtalîzmê de mezin bû, li jiyanê û sîstemê pirsî. Ji ber ku kapîtalîzm civakê tune dike, kes dide pêş, hevrêya me têgihiştina sexte ya azadiyê ya kapîtalîzmê ji holê rakir û kete nava lêgerîna li jiyaneke rast û nû. Weke jineke ciwan, hevrêya me rastiya metakirina jinê ya li nava sîstemê fêhm kir, lêgerînên xwe kûr kir û gelek lêkolîn kir. Hevrêya me Elefterîa ku tevgerên çep ji nêz ve şopand, ji aliyekî ve lêgerînên xwe dewam kir, li aliyê din jî beşdarî çalakiyên li dijî sîstemê bû û ji xwe re kir esas ku di pratîkê de hîn bibe. Hevrêya me ku li zanîngehê li beşa fîzîkê dixwend, di wê demê de hîn bêhtir tevlî nava têkoşînê bû. Li Ewropayê ku dijminatiya kapîtalîzmê ya li mirov, civak û hawirdorê bi şênberî dît, hevrêya me Elefterîa li pêşberî jiyanê û hawirdorê bû xwedî hesteke xurt a berpirsyariyê. Tevlî nava tevger û karên ekolojîk bû, li gelek qadan têkoşîn meşand. Tevî ku gelek caran hate destgîrkirin hevrêya me tawîz ji berxwedana xwe neda, têkoşîna xwe bi biryardariyeke hîn mezin dewam kir. Hîn ji zarokatiyê ve gelê Kurd ê bindest nas kir ku ji ber zext û zilma dewleta Tirk a mêtinger ji Kurdistanê koç kir û neçar ma bibe penaber, têkoşîna gelê Kurd a li çar aliyên cîhanê ji nêz ve şopand. Her ku gelê Kurd û têkoşîna wan nas kir, bala wê bêhtir çû ser fikrên Rêber Apo û di analîz û parêznameyên Rêber Apo de bersiv li lêgerîna xwe dît. Hevrêya me Elefterîa fêhm kir ku Îdeolojiya Azadiya Jinê ya Rêberê me û felsefeya PKK'ê cewhera heqîqetê ye, vê lêgerîn û têkoşînê ew giran îdeolojiya azadiyê ya Rêber Apo û felsefeya PKK'ê. Têkoşîna dîrokî ya li Kurdistanê bandoreke gelekî mezin li ser hevrêya me Elefterîa kir, Şoreşa Azadiyê ya Rojava ku jinên Kurd pêşengiyê jê re dikin bandoreke mezin li hevrêya me Elefterîa jî kir. Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a mêtinger û çeteyên dijminê mirovahiyê DAÎŞ'ê, ji dil bawer kir ku divê Şoreşa Azadiyê ya Rojava biparêze ku hêviya paşeroja azad a bindestan bi taybetî jî ya jinan e. Hevrêya me Elefterîa bi vê yekê biryar da ku derbasî Kurdistanê bibe. Demekê li Rojava ma û bûy ek ji afirînerên jiyana nû ya li nava şoreşê, ji vê yekê jî gelekî kêfxweş bû. Hevrêya me Elefterîa Ewropa ku weke navenda mercên qaşo jiyana baş tê pênasekirin û têgihiştina sexte ya azadiyê ye, neraseta azadiya sext û ezeztiyê ya netewe dewletan red kir, derbasî Kurdistanê bû û beşdarî nava refên şoreşê bû. Hevrêya me Elefterîa jiyana sexte ya ku gelek mirov mirinê didin ber çavê xwe ji bo xwe bigihînê, qaşo derfetên sîstemê red kir, xwe gihand dilê Rojhilata Navîn Kurdistanê û tevlî nava refên berxwedana wê ya bi rûmet bû.

Hevrêya me Elefteriya ku gihandina çiyayên Kurdistanê, jiyana gerîla û têkoşîn ji xwe re kiribû armanca sereke, piştî têkoşîna xwe ya bi serketî ya li Rojava di sala 2018’an de tevlî nava refên gerîlayên azadiya Kurdistanê bû. Wê navê şehîd Elefterîa Fortulakî wergirt a ku bi çalakiya xwe ya di 27’ê Adara 2006’an de, bi şehadeta xwe bû parçeyekî xeleqa agir a ku şehîdên me li hemberî Komploya Navneteweyî ava kiribî. Wê di şexsê Elefterîa de, têkoşîna hemû şehîdên me wergirt. Hevrêya me Elefteriya ku fikir û felsefeya Rêber Apo ya azadiyê xistiye navenda têkoşîna xwe, li ser vê bingehê xwedî tevlîbûneke xurt pêk aniye. Hevrêya me ya ku bi vê hişmendî û bextewariya ku hatiye ser axa sereke ya şoreşên mezin ên mirovahiyetiyê tevlî nav jiyana gerîla bûye û bi xwezaya dewlemend a Kurdistanê re bûye yek, di çiya û şiverêkên qedîm de meşiyaye û cewhera xwe ya rastîn bi dest xistiye. Hevrêya me ya ku ji hevaltiya xurt û têkiliyên jiyanê yên PKK’ê pir bandor dibû, bê navber çavdêriyên xwe dikir û bêyî dudilî tevlî meşa azadiya Rêber Apo bû. Hevrêya me ya ku bi perwerdeya bîrdozî û leşkerî ya ku dîtî lêkûrbûnên xwe zêde kir û çû qada Garê û pratîkeke serkeftî pêk anî. Hevrêya me Elefterîya ku bi taybetmendiyên xwe yên kedkar û fedakar derdikeve pêş, bi lez fêrî fêrbûnê dibe û tiştên ku hîn bûye di pratîkê de bi cih tîne, bi kesayeta xwe ya bi coş û jîndar, hêz daye hemû hevrêyên xwe. Hevrêya me Elefterîya ku her tim li dijî dagirker û mêtingeran li ber xwe da û veguherî meşaleyên ku rêya azadiyê ronî dike. Wê nirxên ku Rosa Luxemburg, Clara Zetkin, xwişkên Mîrabel, Zarîfe, Besê, Azîma, Viyan, Sara, Delal Amed û Leyla Sorxwîn afirandine, diparêze. Hevrêya me Elefterîa li hemberî feraseta civaka mêrane ya serwer berê xwe daye azadiyê û hewl daye layiqî mîrateya têkoşîna jinan a pêşeng be. Rastiya ku bi Rêber Apo re hat jiyîn veguherî 'Jin-Jiyan-Azadî' û bû nûneriya hemû bindestan.

Hevrêya me Elefterîya ku nirxên resen ên civaka xwe diparêze, her tim li ser ziman û çandên cihê meraqa wê hebû û fêrî zimanên wan civakan bûye. Hevrêya me Elefterîa ku li gel zimanê xwe yê zikmakî Elmanî bi zimanê Îngilîzî, Fransî û Îtalî baş dizane, li çiyayên Kurdistanê zû fêrî zimanê Kurdî bû û bi hevrêyên xwe re têkiliyên xurt danî. Hevrêya me Elefteria, milîtana ku bi fedekarî li ser şopa Ronahî (Andrea Wolf), Nûdem (Uta Schneiderbanger), Şiyar (Jacob Riemer), Sara (Sarah Handelmann), Bager (Michael Panser) û Azad (Thomas Joham Spies) meşiya, li hemberî polîtîkayên dijminatî û şerkirinê yên ku pergala kapîtalîst gelan bera ber hev dide, di nav refên PKK’ê de, li ser xeta Rêber Apo bersiva herî mezin û watedar daye. 

Hevrê Eleftarîa digot ‘Ev şer ne tenê şerê Kurdan e, şerê her kesê ku ji aliyê pergalê ve hatiye çewisandin e, bi taybetî jî şerê jinan e. Ji ber vê yekê, divê em di her kêliya jiyana xwe de têbikoşin ku em li ser tiştê ku em bawer dikin serdest bibin. Heta her kes azad nebe, wê tu kes azad nebe.’Hevrêya me weke milîtaneke fedaî ya YJA Starê ku bi îradeya xwe ya xurt karî her pirsgirêkê çareser bike, ew her dem bû hêza çareseriyê û wekî milîtaneke fedaî ya YJA Starê mîsyona xwe ya pêşengtiyê bi cih aniye. 

Hevrêya me Elefterîa ku di 25’ê Mijdara 2019’an de li herêma Sêdare ya Garê di êrîşa artêşa Tirk a dagirker de şehîd ket, bûye milîtaneke xeta enternasyonalîst a PKK’ê ku ji Hakî Karer û heta niha bênavber geş bûye. Mîrateya têkoşînê ya ku hevrê Eleftterîa li pey xwe hiştiye, wê her dem pêşiya me ronî bike û ew ê bi serfiraziyê were tacîdarkirin."