Li Başûr Federasyona Rojnameger û Nivîskarên Serbixwe hat avakirin

Rojnameger û nivîskarên başûrê Kurdistanê Federasyona Rojnameger û Nivîskarên Serbixwe ji bo têkoşîna li dijî hewldanên astengkirina azadiya ramanê û êrîşên li ser rojnameger û nivîskaran ava kirin.

Rojnameger û nivîskarên başûrê Kurdistanê Federasyona Rojnameger û Nivîskarên Serbixwe ji bo têkoşîna li dijî hewldanên astengkirina azadiya ramanê û êrîşên li ser rojnameger û nivîskaran ava kirin. Di daxuyaniya hat dayîn de hate gotin ku li hember pêwîstiyên îroyîn yên Kurdistanê, me pêwîst dît ku em ferderasyonek ya rojnamevan, nivîskarên azad û serbixwe her wiha bi taybetî yên ku li derveyî çerxa desthilata siyasî mane, ragihînîn û hewl bidin ku li dora projeyek netewî ya hemdem ji bo yek armancê kom bibin.

Daxuyaniya Federasyona Rojnameger û Nivîskarên Serbixwe wiha ye:

“Ji raya giştî, rojnamevan û rewşenbîrên serbixwe, medya, medyakarên taybet û azad! Her wiha ji piştevanên azadiya ramanê û azadiya gotin û pênûs re!

Rewşa başûrê Kurdistanê û herêmê ne aram û aloze. Encamên vê ne aramî û aloziyê di asta siyasî, civakî de roj bi roj zêdetir derdikevin holê.

Di der barê rewşa Herêma Kurdistanê û herêmên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, nakokiyên navxwe yên siyasî û civakî, kêmbûna baweriya xelkê, nebûna seknek hevbeş ya niştimanî û nexşerêyeke zelal li ser mijarên stratejiya niştimanî. Her wiha di heman demê de bêbandoriya opozisyonê, ku dikare bibe hêviya çûna gelê Kurd ber bi rewşek aramtir û perwerdehiya siyasî û civakî ya baştir, çênekirina raya giştî ya li ser mijarên girîng yên jiyanî jî dibe beşek ji wan sedeman ku rewşa başûrê Kurdistanê ne tenê bi xitimandineke giran ya siyasî, civakî û aborî re rûbirû ye, her wiha rê li ber berfirehkirina qadên zext û astengkirina azadiya ramanê, kêmkirin û teşekirina karê pîşeyî yên sendîka û rêxistinên civaka sivîl vekir.

Van hemû faktoran û helbet yên din jî kêm û zêde bandor li perçebûna deng û giraniya rast ya şaneyên civakî yên civakê û enerjî û hêza yekkirina rûyê protesto û têkoşîna li dijî zordariyê kirine.

Li gor vê têgihiştin û xwendinê, wek bersivek ji bo pêwîstiyên îroyîn yên Kurdistanê, me pêwîstî dît ku federasyonekê ji xebatkarên çapemeniyê, nivîskaran û kesên serbixwe û azadîxwaz ava bikin. Bi taybet jî yên ku bi rastî li derveyî çerxa desthilatdariya siyasî ne, û hewl didin her kesî li dora projeyeke neteweyî ya hemdem, ji bo yek armancê bikin yek.

Her çendî ku ev federasyon ji aliyê çend kesayetiyên azad û serbixwe ve hatiye ragihandin û serperiştiya wê di warê nêzîkbûna hizbî de, lê qada civakî ya xebat û armancên wê Kurdistanî û giştî ye. Federasyon ne tenê hewce ye ku li pişt hemû deng û rengên azad raweste, her wiha dixwaze hemû deng û rengên ku xeyalên azadî û jiyana azad dikin, xwe weke parçeyekî federasyonê û xewn û armancên xwe jî weke beşek ji xewn û armancên federasyonê bihesibînin. Lewra em dibêjîn ku Federasyon ji hemû kesên ku hewl didin qada azadiya ramanê berfireh bikin û li dijî zilm, neheqî û tepisandina dengên azad û wêrek yên derveyî desthilatdariyê têbikoşin re, vekirî ye.

Armancên Federasyona Rojnamevan û Nivîskarên Serbixwe:

– Hewldanên berfirehkirina qada giştî.

– Hemû tevger û hewldanên astengkirina azadiya ramanê paşguh neke û li dijî wê têbikoşe.

– Hewldan ji bo afirandina raya giştî li dijî her zagon û rêziknameyên ku azadiya ramanê dixe bin lêpirsînê.

– Li hember her binpêkirin û êrîşên li ser medya û rojnamevan, nivîskarên serbixwe û azad, rabin ser piyan û bibin xwedî helwest.

– Hewldan ji bo karkirina bi hev re ji bo afirandina jîngeheke erênî ji bo karê ragihandinê û azadiya nivîsandinê.

– Çêkirina peywendiyan bi rêxistinên navnetewî re ku li gorî armancên federasyonê bin ji bo globalkirina pirsgirêk û astengiyên ku li pêşiya rojnamevan, nivîskar û rewşenbîrên serbixwe û azad li Herêma Kurdistanê hatine çêkirin.”