Li Xîzanê artêşa Tirk darên daristanê dibirin

Li navçeya Xîzan ya Bedlîsê, li qada operasyonê ya ku qedexe lê hatibû ragihandin û qaşo bi dawî bûbû, leşkeran daran dibirin.

Herêma ku jê re tê gotin "Daristana Findiqê" ku gelek gundên navçeya Xîzanê lê ne, di 14’ê Tîrmehê de wek "Herêma Ewlehiya Taybet" hatibû ragihandin. Qedexe bi teorî di 28’ê Tîrmehê de bi dawî bûye, lê dorpêça leşkeran berdewam kir.

Li herêmên ku gund lê ne gelek leşker û cerdevan operasyonan dimeşînin. Hate hînbûn ku operasyon bi taybet li derdora gundên Hûzeran û Best, Sûreh, Xûlepûr û Kekulan dijwar bûye.

Di operasyonê de li gundê Xûlepûrê darên findiqan bi kemçeyên ku anîne herêmê ji koka wan tên birîn. Çavkaniyên herêmî radigihînin ku leşkeran ji bo rê vekin darên daristanê dibirin.