'Qeyûm avahiyên dîrokî bi zanebûn xera dikin'

Endamê Komîsyona Ekolojiyê ya HDP'ê Mesût Bor anî ziman ku qeyûmên dest danîne ser şaredariyên HDP'î bi zanebûn avahiyên dîrokî yên li Wanê xera dike.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku ji aliyê AKP'ê ve hatiye desteserkirin, li Keleha Wanê ya dîrokî dest bi karê restorasyonê kir, lê belê Mizgefta Suleyman Şah a li nava kelehê bi temamî ji holê rakir. Şaredariya di destê qeyûm de ye navê 'rekonstruksiyon' li vî karî kir. Pisporan jî gotin li avahiyên dîrokî nabe ku rekonstruksiyon bê kirin.

Li Keleha Wanê ku bi karê restorasyonê yê beriya bi salan ji aliyê qeyûm ve hate kirin û ji nasnameya xwe ya dîrokî bi temamî dûr hate xistin, karê restorasyonê yê jinûve hatiye destpêkirin bûye cihê fikaran. Mizgefta Suleyman Han a dîrokî ya li Keleha Wanê bi temamî wê bê xerakirin û jinûve bê çêkirin. Îhaleya vê avahiyê jî ji şîrketa bi navê Asel Restorasyonê re hatiye dayin. Mizgefta ku wê di nava 200 rojî de bê çêkirin tê plankirin ku 20'ê Çileya 2024'an biqede.

Hevberdevkê Komîsyona Ekolojiyê ya HDP'ê Mesût Bor li ser mijarê axivî û anî ziman ku armanca esasî restorasyon nîne, rant e. Bor diyar kir ku cihên dîrokî bi mejiyê veguherîna bajaran tên xerakirin, qaşo têne restorekirin û got, "Mejiyê beton-rantê yê AKP'ê i ser cihên dîrokî jî dewam dike. Ne nêzîkatiyeke aqilane ye ku avahiyeke dîrokî bi temamî bê hilweşandin û li şûna wê jinûve bê çêkirin. Pîvanên restorasyonê diyar in; li gorî rewşa heyî ya berhemên dîrokî divê proje bêne çêkirin. Li gorî rewşa xwe ya orîjînal divê malzeme û rêbaz bê diyarkirin, bê dîtin û lêkolînkirin bê berhemên dîrokî yên kîjan demê ne. Li Keleha Wanê ev pîvan bi cih nayên anîn û rewşa xwe ya dîrokî bi temamî tê tunekirin. Tevî ku me gelek caran ev yek anîn ziman jî di şaşitiyê de israr dikin."